Rastîya Evdalê Zeynikê, Şaşîya Mehmed Uzun

Rastîya Evdalê Zeynikê, Şaşîya Mehmed Uzun
Xwendevanê hêja, heye ku sernavê nivîsê bala te kişandi be. Tu neheq jî nînî.
Sernav, du kesên navdar ku di edebîyata me de cîh girtine nîşan dide. Yek ji wan
hostayê qedîm û qedir bilind Evdal e, yek ji wan jî niviskarêk me yên naskirî Mehmed
Uzun e. Evdal di edebîyata me yê devkî, Mehmed Uzun jî, di wêjeya niviskî de cîh
girtin e. Her wiha yek dengbèj e, yek niviskar e.

Wek ku tê zanîn Mehmed Uzun çend romanên baş bi zimanê Kurdî nivisîye û zimanê
me pê qenc kirîye. „Sîya Evînê“,  „Bîra Qederê“,  „Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê“
û „Hewara Dijleyê“ romanên sereke yên Mehmed Uzun in.  Yek ji wan romanên jî
„Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê“ ye. Di heman demê de, ev roman mijara vê nivîsa
me ye  jî.

Mehmed Uzun di vê romana xwe de, wekî ku di navê pirtûk de jî xûya ye, behsa jîyan
û hunera Evdalê Zeynikê dike, çîroka wî pevdixe.
Belê, yên ku Evdal nas nakin, di derheqa jîyana wî de xwedîyê agahîya nînin, pir ji vî
romanê hez kirin. Bi rastî, çi derew bikim, ez bi xwe jî, ji zimanê vî romanê, wek
romanên din, pir hez dikim û diecibînim.   

Lê mixabin roman, ji ber ku romanek dîrokî ye, xwedîyê gelek şaşîyên girîng  û her
wiha mihtacê gelek rexna ne. Jixwe emê di vî nivîsê de, van şaşîya nîşan bidin û
pêşkeşî bala we bikin.

Mehmet Uzun, di romanê de jîyana Evdal bi giştî li ser agahîyên şaş pevdixe û ji
rastîyê gelek dûr disekine. Mesela zewaca Evdal bi Gula File re ne rast e, Temo kurê
Evdal  bixwe nîne, kesên wek Meyro yan jî Tavbanû û  Bengîn, di jîyana Evdal de
tune ne. Di roman de, ji serî heta binî, behsa gundê ku Evdal lê bû ye, nake. Paşê
xeletîk din heye, ku gelek girîng e, divê qet neyê qebûl kirin, ew jî, Tahir Xan e.
Evdal, wekî ku di roman de tê ziman, dengbêjê Tahir Xan nîne, dengbêjê Surmelî
Mehmet Paşa ye. Ev rastî, him di dîrokê de, him jî di kilaman de eşkere ye.
Emê yek bi yek li ser van mijara hûr bibin, lê divê berê, em bi kurtasî li ser roman û
romannivîsîyê bisenin.

Roman

Wek tê zanîn, roman li ser kesekî, şexsîyetek yan jî li ser serpêhatîyan ava dibe.
Jîyana wan ê dervayî, yan jî hal û hewalên nava dilê wan, bi awakî kronolojîk, li ser
rûpela, bi metodolojîyek mantikî, hisî û hunerî bi rêz dike. Çîrokan, dûr û dirêj
pevdixe.

Gelek celebên romana hene; romanên romantîk, realîst, dîrokî, hîsî, polîsi, estetîk,
psikolojîk, fasntatîk û her wiha, tev ji hev cûda cûda ne.

Di nav van da yên herî balkêş romanên dîrokî ne. Di edebîyata dunyayê de mînaka
yekem nivîskarê Îngilîz Walter Scott e. Naverokên romanên dîrokî, bûyerên di nav
serdemên cûda yên dîrokê de, bi metodek kronolojîk tê  pevxistin. Ev jî di nav xwede,

wek gotîk, tore, qewimîn  û her wiha xwedîyên celebên cihêreng in. Qehremanê
romana dîrokî, dikare şexsîyetên rastî be jî, dikare xeyalî be jî. Lê divê naverok û
çîrok rast be, weke ku dîrokê de çawa qewimîye, her wisa be. Romana dîrokî, dikare
bi hin pevxistinên xeyalî bixemile, lê di bingeha xwe de, divê ji rastîyê dûr nekeve û
naveroka çîrokê bi gorî dilê nivîskar neguhure.

Wekî ku tê xûyan, form û regeza romana, bi taybetî romana dîrokî mînanî agahîya
jorê ye. Emê bi vê referansê li ser romana „Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê“ hûr bibin.
Lê dive em berîya wê, bi kurtasi, çav biavêjin jîyana Evdal.

Bi Kurtasî Evdalê Zeynikê

Di sala 1800 de li gundek Seregolé, li Cemalvêrdî té dinyayé. Navé bavé xwe
Mistefa, navé dayîké Zeyné ye.

Evdal hé 3 salî bû ye bavé xwe winda dike. Dîya wé bi seré xwe Evdal mezin dike. Ji
ber vî jé re dibéjin “Evdalé Zeyniké”

Evdal li Cemalvêrdî heta 30 salîya xwe réncberîyé dike. Piştî 30 salîya xwe, té gotin
ku Evdal xewnek dibîne, nexweş dikeve û bi mehan ji nav nîvîna dernakeve. Evdal di
demajoya pakbûné de dest bi melodîyan dike û klam jé tén…

Her wiha Evdal, dibe dengbéjé Seregol û Serhedé. Navdengé wî diçe digihîje
Surmelî Mehmed Paşa. Paşa, Evdal hildide dewat û dîwanén xwe, Evdal dibe
dengbéjé Surmelî Mehmed Paşa.

Evdal di wan deman de du dengbéjén bin av û deng, di dîwan û dewata de ték dibe.
Té gotin ku Şéx Silé sé roj, dengbéja File Gulé ancak dikare heft roj li ber Evdal
berxwe bide. Evdal her wiha dibe “Şahé Dengbéja…”

Her çiqas ku hezkirîyén wî, ewî wek şahé dengbéja bi nav dikin jî, ew her tim dibé “ez
bavé Temo me” û di kilamén xwe de her gazî Temo dike …

Gava Surmelî Mehmed Paşa li ser navé Dewleta Osmanî diçe Kozané, ser Avşara,
diçe Edené ser Kozanoğlu Evdal jî pé re ye.

Réya sefera Kozané ji Dersîm re derbas dibe. Hevnasîya Evdal ya bi Dersîm re û
kilamén li ser Dersîmé ji vî seferé té.

Surmelî Mehmed Paşa li Kozané wefat dike, Evdal jî dizvire té Serhedé.

Nivîskar Yaşar Kemal, Evdal Zeyniké wekî “Homerosa Kurda ” binav dike.
Evdal 113 sal emir kirî ye. 1913 de wefat kirî ye. Mexberé wî îro li İntabé, li gundé
Melehesen e.

Em êdî dikarin berê xwe bidin romanê…

Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê
Sîpanê Xelatê

Roman bi Sîpanê Xelatê destpê dike, dîsa li Sîpanê Xelatê bi dawî dibe. Di roman de
Evdal gelek cara bi Gulê û Temo re, car caran bi şagirtên xwe re diçe Çîyayê Sîpanê
û li wê derê kon vedigre, dem û demsala derbas dike. Jixwe di dawîya roman de jî,
nivîskar  Evdal dîsa dibe ser Sîpan û Evdal li wê derê wefat dike.

Xwendevanê hêja, ez ji bo vê nivîsê gelek li ser vê mijarê hûr bûm. Min li çavkanîyên
ku ez gihîştimê û li naverokên kilama tevlihev kir, ez rastî çûyîn û hatina Evdal ya
Sîpan nehatim.

Min ji kesên wek Ahmet Aras, Fehmî Atmaca jî pirsî. Ew jî dibên, „heye ku Evdal qet
Sîpanê Xelatê nedîtibe jî.“

Belê di hin kilama de behsa Sîpan dibe, lê em nikarin bêjim ku Evdal çûye Sîpan û li
wir maye. Li ser vî daneyek berbiçav di destên me de tune ye. Em dibên ku nivîskar jî
xwedîyê daneyek nebûye. Li vir em dikarin qebûl bikin ku nivîskar di sînorê formata
romannivîsînîyê de maye û ji ber xwe nivisîye.

Lê di vir de heqê me heye ku em pirsa Çîyayê Qertewîn ji nivîskar bikin. Gelo çima
qet behsa Qertewîn nekirî ye? Heye ku haya wî ji Qertewîn tune bûye. Nivîskar gelek
cara Evdal dişîne Sîpan, gelo çima carek jî naşîne ser Qertewînê? Him, wekî ku me li
jor jî got,  gundê Evdal Cemalvêrdî ye. Cemalvêrdî jî di pêşa Qertewînê de ye. Meriv
çima çîyayê ber mala xwe bihêle here derkeve çîyayek gelek dûr û xerîb?

Li Serhedê, li gundên Seregola, dorhêlên Agirî, Mûş û Qereyqzîyê kesên ku yên
gihîştine Evdal dîtine gelek in û niha di heyetê de nin. Kesek ji wan nedîtine û
nebihîstine ku Evdal çûbe Sîpanê Xelatê û li wir kon vegirti be.

Evdal çima here Sîpan? Evdalê ku li pêşa Qertewînê mezin bûye û Qertewîn jî ji bo
koçer, gundî û bazirganên pez dewarên devûdora zozan be, Evdal çima zozanê xwe
bihêle here Sîpan, çi daye serê wî?

Xûya ye ku têkilîya Evdal û Sîpanê Xelatê, tenê di hin kilaman de hebûye, wekî „bayê
Sîpanê, sura Qertewînê…“

Ev rewş jî me digihîne netîcehek wiha: Mixabin Mehmed Uzun nizanbîye ku Evdal li
kêderê bûye û xelqê kêderê ye.

Evdal Dengbêjê Kî Ye

Bêguman û bêşik dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa ye. Evî rastîyê xêncî Mehmed
Uzun herkes dizane. Hevnasîya Evdal û  Surmelî Mehmed Paşa li Xamûrê çêdibe û
hevaltîya wan her wiha li wir destpêdike.

Berîya Surmelî Mehmed Paşa, Evdal bi gor hin kesên wek Ahmet Aras, carna ji
Hesen Beg re, bi gorî Fehmî Atmaca jî, ji Hecî Yûsif Paşa re hey dengbêjî kirî ye. Lê
bi zêdeyî tena serê xwe, ango serbixwe bûye.

Gava ku diçe Xamûrê ser Gula File û di dîwana Surmelî Mehmed Paşa de bi Gulê re
dikeve lecê û Gulê têk dibe, Surmelî Mehmed Paşa, Evdal gelek diecibîne û dixwaze
Evdal bibe dengbêjê wî.

Evdal serî de qebûl neke jî, Surmelî Mehmed Paşa Evdal îkna dike û her wiha Evdal
dibe dengbêjê Paşê.
Li ser vî Evdal mala xwe bar dike, ji Cemalvêrdî diçe Kela Elajgirê, digihîje Surmelî
Mehmed Paşa.

Tê zanîn, Surmelî Mehmed Paşa gundek dide evdal. Evdal bi xwe re dibe Xozanê jî.
Herd kilamên Evdal yên meşhûr „Dersîm e Xweş Dersîm e“ û „Wey Xozanê“
berhemên wê sefera Xozanê ne. Lê di romanê de Mehmed Uzun, qet behsa van
kilama û sefera Xozanê jî nake.

Em gava di ronahîya vê realîteya zelal de li romanê dinhêrin şaş û metal dimînin. Ew
çî ye? Mehmed Uzun anîye Evdal kirîye dengbêjê Tahir Xan…

Tahir Xan kî ye?

Di rûpela 25’an de Evdal wiha tê nasîn:
„Ew evîndarê Gulê, bavê Temo, zirbavê Meyro (…) dengbêjê mîrê Kurda Tahir Xan,
heval û dostê giregir, beg, mîr û zanayên Kurda bû.“
Halbûkî Evdal ne evîndarê Gulê ye, ne bavê Temo ye, ne jî dengbëjê Tahir Xan e.
Tahir Xan, ne mîrek ji welatê Serhedê ye, ew mîrek ji Kurdên Îranê ye. Navê gundê
wî, Qelenî ye. Ji ber ku Şêx Silê dengbêjê wî bûye, loma jê re dibêjin „Şêx Silêyê
Qelenîyê.“

Di wan zemana de, heye ku walî yan jî qaymeqamê dewlata Îranê bû ye. Piştî waxta
li hember Şahê Ecem serî jî hildaye, bi qasî du sala dîl ketîye, paşê hatîye berdanê.
Evdal li ser şerê wî û Şahê Ecem bi navê „Ez Bi Dîharê Qelenyê Diketim“ kilamek ji
derdixe.

Rastî di kilaman de xûya ye, lê Mehmed Uzun, wekî gelek mijara, evî rastîyê jî li ser
xwe de tewandîye. Di kilama Evdal de tê gotin, „Bi dizgîna Gogerçîn girtine, berê wê
dane Kela Makûyê .“ Lê Mehmed Uzun ku haya wî ji vî kilamê tune ye, Tahir Xan li
Stenbolê dîl dide girtin û dîsa li Stenbolê dişîne ber rihma Xwedê.  (rûpel 76)
Wek mînaka jorê, em dizanin ku Tahir Xan bi Şahê Ecem re şer dike, têk diçe, dîl
dikeve û li Kela Makû ya Îranê du sal girtî dimîne, paşé tê berdanê.

Lê nivîskarê me tîne Tahir Xan bi paşayên Osmanîyan re dixe şer û dişîne Stenbolê.
Gelo mîrek Kurda ku mîregtîya wî di nav sînorê Ecem de be, wê çima were bi
Osmanîyan re şer bike?
Xwezî Mehmed Uzun di heyatê de bûya û bersîva van pirsên me bida.

Evdal û Gulê

Li welatê Serhedê tê zanîn, salêxê mêrê qenc e, rojek li Xamûrê dewat e. Siwarê
dewatê herî giran Surmelî Mehmed Paşa ye. Hatîye Xamûrê, li mala dewatê dîwan
danî ye, meclîsa dewatvan û siwaran li dorê kom bûne. Gula File jî ku dengbêja Paşê
ye, li dîwan û dewatê  ye.

Gula File, dengbêja Surmelî Mehmed Paşa ye, li Serhedê bi nav û deng e, ne xercê ti
dengbêj û şaîra bûye ku li hemberê wê deng bidin.

Evdal gava ku bi dewatê û Gula File dihise, ji Cemalvêrdî hespê xwe siwar dibe heta
êvarê xwe digihîne Xamûrê. Ew  û Gulê li dîwana Paşê sê roj û sê şev dikevin lecê.
Em beşek jê bidin.  Kilam, „Evdal û Gulê“ ye, gelek dirêj e. Di dawîyê de,  gava Gulê
li hember Evdal serî datîne wiha dibêje:
„Evdal tu were destê min bigre, emê herin mala me ye
Ezê ji te re daynim orxan û dolegên qedîfe ye
Ezê ji te re çêkim birincê Qerejdaxê bi suzme ye
Ezê ji te re çêkim çotek gorê Kurmancîyê dîzleme ye
Tu ku vegerîyayî, ji te pirs kirin gotin îkrama Gulê çî ye
Bêje îkrama Gulê ji serê heftê û heft bavê min zêde ye …“
Evdal lê vedigerîne, dibê;
„Wey can Gulê wey can Gulê
Bejin ziravê wek qamûşên devê golê
Çavê reş in bi rengê hubrê
Poz bîvîlnê ji nikulê kewê
Lêdixe sura Qertewînê
Bayê Sîpanê, hewa Bilêcanê
Awaz bi awaz dihejîne
Wey can Gulê wey can Gulê
Heyla xeber xweşê min bi heyranê
Şememoka li nav bostanê
Suravêlka li nav mêrhan ê
Gulê te ez kuştime
Bi zarê şirîn û bi xeberdanê
Wey can Gulê wey can Gulê …“
Tê gotin ku sondek Gulê hebû ye, her kê ku wê, bi deng û dengbêjîya xwe têk bibe,
wê pê re bizewice. Piştî lecê, Mehmed Uzun, Evdal û Gulê  bi hev re dizewicîne. Ev
şaşîyek bingehîn e.

Werim em guhê xwe bidin Ahmet Aras:

„Piştî sê ro û sê şevan Gulê dest li ber Evdal datîne, dibê: ‚Evdal haza ku tu şaîrî û
şaîrekî bê emsalî. Ez xwedîyê sonda xwe me. Te ji min bir, heke ku tu qebûl bikî, ezê
te bistînim, lê belê ezê dîsa li ser dînê xwe bimînim, ez ji dînê xwe venagerim.‘
Evdal dibê: ‚ Gulê tu jî şaîrekî pir mezin î. Heta niha tu kesî li pêşîya min ewqas
berxwe neda ye. Ez mêrkî zewicî me, bi jin û zar im. Dînê te ji te re, dînê min ji min
re, herkes bira di rêya xwe de here. Tu xwûşka min, dîya min î. Here bira Xwedê
mirazê te bike.’“ (Ahmet Aras- Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê rûpel: 48)
Ger ku Mehmed Uzun hinek li ser bixebitîya wê bi rehetî rastî van kilama û rastîya
çîrokê  bihata.
Ahmet Aras di pirtûka xwe yê bi navê „Şaîrê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê“ de
xûya dike ku Evdal gava hê li Cemalvêrdî bûye zewicî bûye û navê jina wî jî Eyşê
bûye.
Ev rastîya zelal di kilaman de jî xûya ye. Mesela yek ji wan kilama „Eyşo Rabe Çirê
Vêxe“ ye. Ev kilam ji Evdirihmanê Milazgirê hatîye bihîstin, beşek ji kilamê wiha ye:
„Evdal go Eyşê ca rabe, li mi de wî wî, de wî wî çirê vêxe
Qîzê min erzahîla te da mîrê mîra û ocaxa mala şêx e
Belkî Xweda mala bavê Eyşo bibe ber tofanê û li topê xe… „
Gelek berîya hevdîtina wî û Gula File, bi navë Hamê, Kewê û Pûlê sê zarên Evdal jî
hebûne. Jixwe dîsa piştî waxta Încî, Dûrê û Mihê jî ji Eyşê têne dunyayê. (Ahmet
Aras- Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê rûpel: 27)
Di roman de jixwe, ti car behsa van zarên Evdal nehatî ye kirin. Şeş zarên Evdal
hebû ne, tev jî ji jina wî Eyşê bûne. Lê Mehmed Uzun him bi Eyşê nehisîya ye û Gulê
xistîye jina Evdal him jî Temo tenê wekî kurê Evdal nîşan daye. Xûya ye ku Mehmed
Uzun xwe li ser van rastîyên bingehîn qet newastandî ye.
Em werin ser Temo…Temo
Xwendevanê heja, mixabin şaşî û xeletîyên Mehmed Uzun xilas nabin. Di romanê de
weki ku me li jor jî behs kir, tiştê ku qet nebûye dike û Evdal û Gulê dizewicîne. Bi
dewat û dîlan wan dike jin û mêrê hev. Bi vî jî nasene tîne Temo dixe kurê wan. Di
roman de Temo ji Gulê dibe. Lê ne rast e. Ka em binhêrin Temo kî ye.

Li ser Tirba Evdalê Zeynikê

Temo dergûşek êtim e. Li herema Serhedê de tên gotin ku waxta şerê di navbera
Osmanî û Ecem de, dê û bavê wî tên kuştin. Ew bê dê û bav, bê xwedî û malbat
dimîne. Bi her çi qaydeyî dibe ku Evdal digihîje ev dergûşa êtîm, zelal nîne.
Jixwe wek ku tê zanîn Temo kurê Evdal bixwe nîne. Çawa ku Ahmet Aras salix dide,
gava gundîyên Wanê, Ebexê, Erdîşê, Eledaxê û Bazîdê ji şerê Rom û Ecem direvin,
Evdal, Temo li çolê dibîne. Aras wiha dibêje:

„Rojekî xeber tê, dibên, ‚Rom û Ecem dîsa bi hev re ketine şer, leşkerê Romê şikîya
ye, leşkerê Ecem ji sînor derbas bûye, pêda pêda tê.‘

Gundîyên Evdal jî terş hewanên xwe didin pêşîya xwe û direvîn. Evdal jî bi wan re
diçe. Ew ku di rê de pir hindik diçin, bala xwe didinê ku şênî têjî wan rê û dirban bûye,
herwekî mehşer e. Ça ku dibêjin ‚dê ewladê xwe diavêje‘, ew rewşa jî wisa bûye, kes
haj ji kesî tune bûye. Evdal, wê demê di rê de rastî qundaxa zarek kurîn tê. Zarokê
hildide dide hemêza xwe, diçe cem jina xwe, dibê,
‚Eyşê, kurên me dudu bûn, bi vî awayî bûne sisê. Emê vêya jî weke ewladê xwe
xweyîkin, mezinkin.Gunê min li stûyê te û bavê te be tu firqê nexe nav wî û zarên me
yên din.“(Ahmet Aras- Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê rûpel: 106)
Navê wî „Temo“ datînin. Her wiha Evdal di gelek kulamên xwe de gazî dike dibê
„Temo lawo…“
Temo, mêrxasek Hesenî, heval û dostê Evdal bû ye. Di sefera Xozanê de ew jî
eskerek Surmelî Mehmed Paşa bû ye. Hevaltîya wan li wir çêbû ye. Pir ji hev hez
kirine. Loma Evdal navê dostê xwe li vî zaroka êtîm kirî ye û pir jî jê hezkirîye.

Pèveçûna Evdal û Gulê bi Şêx Silê re

Mehmed Uzun di romanê de Şex Silê wek dengbêjek gerok, dengbêjek li ser rêya,
wek dengbêjê karwana nîşan dide. Dibê, „Ew ne dengbêjê beg û mîran, dengbêjê
rêvinge û karwana bû.“ (rûpel 65)

Lê rastî ne wisa ne. Jixwe pişta çîrokê jî li vir dişkê. Şêx Silê dengbêjê Tahir Xan
bixwe ye. Evdalê Zeynikê, wekî ku di romanê de hatîye nivîsîn, dengbêjê Tahir Xan
nîne, dinya alem dizane ku Evdal dengbêjê Surmelî Mehmet Paşa ye. Jixwe emê li
ser vî di beşek pêş de hûr bibin.

Ev yek, ya duduya em werin ser  leca Evdal û Şêx Silê. Divê em di serî de kifş bikin
ku Gulê di vê lecê de tune ye. Ya herî girîng em dikarin bêjin ku di ti çavkanî û
kilaman de em rastî pêveçûnek Gulê û Şêx Silê nayên. Her wiha Gulê û Şêx Silê qet
hev nedîtine û di heman meclîsan de xûya nebûne.

Lê  mixabin Mehmed Uzun vî rastîyê jî serobinê hev dike û Gulê bi Şex Silê re dixe
lecê.

Leca Evdal û Şêx Silê li Qelenyê, li dîwana Tahir Xan pêk tê. Yanî wek ku Mehmed
Uzun nivîsî ye,  Şêx Silê dengbêjek bi serê xwe, ya rêwî û xana, ya karwana nîne, li
Qelenyê, dengbêjê dîwan û meclîsa Tahir Xan e.

Evdal li ser daxwaza Surmelî Mehmed Paşa diçe Qelenyê. Surmelî Mehmed Paşa, ji
Tahir Xan re namek dinivîse. Dide Evdal û bi çend rûspîyên xwe ve dişîne. Dixwaze
Evdal û  Şêx Silê bikevin lecê. Tahir Xan jî qebûl dike û dîwana xwe saz dike. Her
wiha dengbêj heft ro û heft şev, bê navber didin ber hev, bi hev re kilaman dibêjin.
Beşek ji wê lecê wiha ye:
„Evdal go Şêx Silê Dîdem e, ji dilê min re xweş Dîdem e

Çemê Dîdemê li ber me re dikişe lem e lem e
Min li Tirkîyeyê sê wîlayet li pişt xwe hîştî ye
Ez ji bona Şêx Silê hatime welatê Ecem e
Şêx Silê go, Evdal, ez ku heme, Şêx Silê me
Dengbêjê Tarxanê Qelenyê me
Ez kela li deştê me, mija li rûyê behrê me
Li dinyayê ez beloqê ber çervê dengbêjê xelqê me
Li vira ez îro qesasê serê Evdalê Zeynikê me „
Kilam wiha destpê dike û dirêj dibe. Wekî me li jor got, heft roj û heft şev didome.
Şeva dawî dengê Şêx Silê dikeve, dibê;
„Ez çi bikim, kal bûme, diranê min ketine, ez ne emsalê te me,
Evdal, haza ku tu şaîrî, tu hostayê min, ez şagirtê te me…“
Li ser vî Evdal lê vedigerîne dibêje;
„Şêx Silê bejna min ne kin e, ne dirêj e
Ev heft roj û heft şev e Şêx Silê bi min re kilama dibêje
Gelî cumeetê hûn bizanibin ku Şêx Silê şaîr û xweş dengbêj e…  „
Li ser vî Tahir Xan radibe Evdal pîroz û bi xelat dike, paş ve dişîne. Evdal û rûspîyên
Surmeli Mehmed Paşa vedigerin tên Kela Elajgirê, cem Paşayê xwe.
Xwendevanê ezîz, Mehmed Uzun di vê mijarê de jî dîsa şaşîtîya dike û bi xeyalî û
nerastîya, romana ku qaşo li ser jîyana Evdal e, pevdixe.
Em mînakek ji roman bidin:
Nivîskar, çavê Evdal di lecê de kor dike. Binhêrin çawa;
„Piştî pêveçûna çar rojan, Evdalê reben û nexweş, bi temamî ji taqet û kuwetê ket.
Dinya li ber çavê wî reş bû, meclîs bû zîndan, Evdal di nav valahîyeke tarî de winda
bû.Ew wexta ku koranî bi ser Evdal de hat, dor, dora wî û gotina stranê bû. Ji nişkê
ve wî dengê xwe birî û hêdîka li dora xwe nihêrî. “ (rûpel 71)
Halbûkî tê zanîn ku Evdal di leca bi Şêx Silê re ser dikeve û bi serbilindî dizvira
qonaxa paşayê xwe. Korbûna wî jî jxwe gelek piştî mirina Surmeli Mehmed Paşa
diqewime. Çawa salix didin, qatarax tè ser çevê wî. Piştî heft sala diçe ser hekîmek
Îranê. Hekîm perde ji ser çavên wî hildide, demek şûnda Evdal êdî dibîne. Li ser vî,
kilama „Eyşo Rabe Çirê Vêxe“ derdixîne.
Di leca Evdal û Şêx Silê de, Mehmed Uzun di beşek de bi Evdal wiha dide gotin:
„Ez Evdalê Zeynikê me

Şaîrê dinê
Şalûrê erdê me
Ez dengbêjê Tahir Xanê Kurdî me
Ez bilbilê ber perê rojê
Mêrekî çê, siwarê hespê Gogerçînê
Aşiqê pelê Gulê me…“
Kilamek wiha tune ye. Ne dengbêjên Serhedê, ne jî yên Rewanê kilamek wiha
negotine. Jixwe kilamek Evdal yê wek jor jî tune ye. Tê xûya ku nivîskar evî ji ber xwe
derxistî ye. Jixwe kilam ji rastîyê jî dûr e.
Tê de du tişt hene ku nerast in: Yek, Evdal, wekî em her dibêjin, dengbêjê Tahir Xan
nîne.
Dudu, navê  hespê Evdal Gogerçîn nîne. Mehmed Uzun bihîstîye ku Gogerçîn navê
hespek bû ye, lê nizane navê hespa kî ye. Gorgerçîn, navê hespê Tahir Xan e. Em
evî ji kilamek Evdal dizanin. Di kilama „Ez Bi Dîharê Qelenyê Diketim“ behsa şerê
Tahir Xan û Şahê Ecem dike. Di şer de Tahir Xan dîl dikeve. Dîlketina Tahir Xan wiha
tê gotin:
„Zezê digot Cemîlê, koranî di çavê min û  te de hatê
Heyfa min nayê bi kuştina bavê min û te tenê
De îca rabe bala xwe bidê pepûkê
Bi dizgîna Gogerçîn girtine, berê wê dane Kela Makûyê
Gogerçîn bi rêza mihîna kirine extirme ye…“
Di kilam de xûya ye ku Tahir Xan dibin Kela Makûyê, li wir dîl digrin, hespê wî jî dikin
barkêş.
Her wiha zelal e ku Gogerçîn navê hespê Evdal nîne. Di kilaman de, ji bo hespê
Evdal du  nav derbas dibin:
Yek, kilama „Evdal Kor e Rê Nabîne“ ku Evdirihmanê Milazgirê gotîye. Di kilam de, ji
bo hespê Evdal beşek wiha heye:
„……………..
Ez par vî çaxî Evdalê Zeynikê, siwarê Cindî bûm
Goşyê ser milê qîza û xorta bûm
Gula govenda bûm, şahê dengbêja bûm
………………..“

Kilama duyem jî, „Qonaxa Bavê Te Kulî Ye“ ku Zahiro gotî ye, tê de dîsa navê hespê
Evdal derbas dibe:
„Evdal digo Temo lawo îro qonaxa bavê te Kulî ye
Komek qîz û bûkê Kulîyê li ser ava Erez kirasşo danî ye
Qîzekî digo hela mêzekin, ev kalê şerpeze li ser pişta hespê kî ye
Malxirabo ku dike qêrîn, meriv dibê qey dîn e, yan cinnû ye
Xwenga wê ya mezin digo hêdî bêje bira dengê te neçe wî ye
Korê, çima tu nizanî, ev Evdalê Zeynikê, bavê Temo, siwarê Kûvî ye
……….“
Wek tê xûyan, Evdalê Zeynikê, mîna gotina Mehmed Uzun siwarê Gogerçîn nîne, lê
siwarê Cindî û Kûvî ye. Kilmaên ku bi saya dengbêjan heta roja me hatine, çi bêjin,
rastî jî ew e.
Esas gihîştina van kilama ewqas jî zor nîne. Mehmed Uzun, berîya nivîsa xwe, kerem
bikira biçûya Serhedê bigerîya, wê rastîyên ku em li ziman dixin,  bixwe bidîta.  Lê
mixabin, hezar mixabin ku Mehmed Uzun rûxalî li ser mijarê sekini ye û bêyî ku li ser
Evdal hûr bibe nivîsî ye.

Şagirtên Evdal

Di romanê de, di rûpela 78’an de nivîskar beşek ji şagirtên Evdal re vediqetîne. Di vî
beşî de Evdal hey bi şagirtên xwe re xeberdide, bi wan re car bi car rûdinê sohbeta
saz dike. Li ser şagirtên Evdal, ji vî beşî heta mirina Evdal roman pevdikeve.

Min ji lêkolîner Fehmî Atmaca pirsî. Bi xwe li Agirî’yê, serokê Mala Dengbêja ne. Li
ser dengbêj û dengbêjîyê hûr dibe, li pey şopa wan dikeve. Cend  nivîs û maqaleyên
wî ku di hinek rojname û kovaran de weşîya ye hene. Yek ji wan jî li ser Evdal e.
Agahîyek wiha da min, got:
„Sazûmanîya şagirtîyê di nav dengbêja de hebûye. Dengbêjê ku di heremê de deng
dane, li pey xwe şagirt û dûajoyan hîştine. Mesela tê zanîn ku Şakiro şagirtê Reso ye
û ji bo ku kilama jê hilde gelek li cem maye û qaîde, isûl û meqama jê hilda ye.
Mimkûn e ku li cem Evdal jî çend şagirtê wiha hebin. Her çiqas di destê me de
çavkanî tunebin jî, tê gotin ku Ferzê û Reso gihîştine  cumeetên Evdal, dengê wî bi
guhê xwe bihîstine. „

Ji bo şagirtîyê em dikarin tenê ewqas bêjin. Lê di dîroka hunermendî û dengbêjîya
Evdal de ti car û ti dem xebat û lebatekî wek perwedayî ya li ser dengbêjîyê nehatîye
dîtin û bihîstin.

Fehmî Atmaca di domahîka agahîya xwe de dide xûyan ku, hinek dengbêj, piştî
dengdayina Evdal,  dengbêjîyê berdan e, hinek ji wan jî ketine bin sîha Evdal, qet
nav û deng nedan e.

Heye ku yek ji wan jî Bedîhê Kor be. Bedîhê Kor, gundîyê Evdal e, xelqê Cemalvêrdî
ye. Ew ji, çawa ku kesên devûdorê û zarên wî dibêjin, di siviktaya xwe de gihîştîye
Evdal. Tê zanîn ku Şakiro jî gelek salan li cem maye û gelek kilam û meqamên Evdal
jê hildaye.

Bi gotina Fehmî Atmaca, ji nav şagirtên Evdal du kes deng dane, ew jî Ferzê û Reso
ne.
Lê di roman de, em rastî navek nayên.

Mirina Evdal

Di rûpela 143’an de ku destpêka beşa dawî ye, nivîskar, Evdal li ser çîyayê Sîpanê
dişîne ber rihma Xwedê. Roman bi can dayîna Evdal ve li wir bi dawî dibe. Lê nade
zanîn ku gora wî lê kêderê ye û çawa bûye.

Lê rastî çî ye? Herkes dizane ku piştî mirina Surmelî Mehmed Paşa, Evdal gelek
perîşanî dikşîne. Her wekî ku di kilamek xwe de dibêje, „kal bûye ketîye feqirîyè.“ Ji
ber vî Evdal, carna  gazî Temo dike, dibê, „Temo lawo, mirin çêtir e ji feqîrîyê.“
Piştî salên zor û zehmet yên feqirîyê Evdal li herema Serhedê ku jê re  dibêjin „gola
dengbêja“ pir digere. Gola dengbêja sêlinga li navnera İntab, Milazgir û Qereyazî ye.
Evdal berê ji Kela Elajgirê bar dike diçe Qancîya, ji wir diçe Goma Milazgirê, ji wir jî
dîsa dizvire tê Qancîya. Li Goma Milazgirê kurê wî yê mezin Hamê dimîne. Li
Qancîya jî zarên wî yên din. Lê koça dawî ya Evdal vegera İntabê ye. Evdal axirîya
emrê xwe de tê Melehesen û li wir jî di sala 1913’an de wefat dike. Evdal 113 sal emir
dike. Mexberê wî niha li Melehesen e.

Komeleya Mala Dengbêja ya Agirîyê, di sala 2013’an de li Melehesen cîhê gora
Evdal kifşkir û çêkir. Lê di vî mijarî de jî, di roman de ti agahî, gotin û vegotin tune ye.
Ev jî kêmasîyek ji kêmasîyen din in.

Dawînk

Welhasil,  „Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê“ bi serdanpê bi xeletîyan pevketî ye.
Îskeleta romanê, bi naverokek şaş û xelet ava bû ye.
Roman, ne li kilaman tê, ne li jîyana Evdal, ne jî li rastîyan. Tenê, berhemê
pevxistinek xeyalî a nivîskar e.
Belê, roman e, lê ne ya Evdal e.

Zerdûşt Öztürk

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext