Romana Hêz û Hêvîyê: Selîmo

“Selîmo” Romana yekem ya Seyda Barnas e. Di sala 2022an de bi Almanî weşîyaye. Her çiqas bi zimanek xerîb weşîyabe jî meriv dikare bêje romanek ji jîyana cumaeta Kurmanca ne. Ji ber ku  rewş û halên wan, jîyan û serpêjatîyên wan, derd û kulên wan û bi giştî hal û hewalên wan dide ber çevê xwendavanên xwe.

“Selîmo” me dibe li deşt û zozanên Intabê digerîne, bayê Sîpanê li sura Qertewînê dialîne, li ser kurşeyên berfa zivistanê dicemidîne, ber delava, ser pişta hespa û di taldè kendalan de, kulavên şivana li me dike û di bin şilîyên biharan de hêşînahîyên dilên me vedijîne…

“Selîmo” zarek gundî ye ku di rêyên tevlihev yên siêda xwe de dimeşe ye. Li hember zor û zehmetîyên halê Dunyayê li pey armanc û gumanên xwe dikeve. Roman bi taybetî hêza kesên bawermend û hêvîdaran nîşan dide. Selîmo di zemanên xwe yên teng de disitire riha dayîka xwe û bi rêbertîya wê ve rê hildide.

Di vê berhemê de em dibînin ku qeder carna bi alozeyan carna jî bi hêsanîyan me diceribîne. Serpêhatîyên Selîmo dibe mînakên serketî û pêkhatîyên kesên tekoşer û gumanbaran.

“Selîmo” romanek bandorker e. Xwendekarên xwe hildide dibe derdixe kewşên hundurîn de digerîne. Geh xemgîn dike, diqehirîne, geh şa dike, dikenîne. Lê bi her awayî û di her serpêhatîyên  xwe de meriva dixe nav reman û gumanan. Şîretên xurt li merifa dike, mînakên qenc li ber çevan radixe. Gava meriv dixwûne di heman demê de bi dengek sivik û tenik dihêse di guhê xwe de û dengek wiha dibihîse;  “dev jê bernede.”

“Selîmo” romana yekemcar ya Seyda Barnas e. Di 8ê Tîrmeha 2022an de bi Almanî weşîyaye.

Wekî me li jor jî got: “Selîmo” me dibe li deşt û zozanên Intabê digerîne, bayê Sîpanê li sura Qertewînê dialîne, li ser kurşeyên berfa zivistanê dicemidîne, ber delava, ser pişta hespa û di taldè kendalan de, kulavên şivana li me dike û di bin şilîyên biharan de hêşînahîyên dilên me vedijîne…

Siheta te xweş be Kekê…

 

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dîroka Navdarên Kurd

Baba Merdox, dîroka arif, alim, edîb, şair, nivîskar, mîrek, siyasetmedar û hwd. ên Kurd ên li her devera dinyayê bi awayekî birêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr pêşkêşî nezera xwendevanan kiriye.…

Zêdetir
Kendal, Însan û Ziman

“Kendalên Kevanên Min” pirtûka yekem ya Zerdo ÖZTÜRK e. Di sala 2010’an de ji nav Weşanên Pêrî çap bûye. Pirtûk bi giştî 96 pûpel e û bi 19 kurteçîroka ve…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext