Charles Spencer Chaplin, (1889 – 25ê Kanûna Pêşîn 1977) aktorê komediyê, derhêner û bestekarê navdar ê li Înglistanê hatiye Dunyayê ye. Karakterê sînemayê yê bi navê Şarlo, kir ku li seranserê cîhanê navê wî belav bibe, ev karakter ji aliyê wî ve li Hollywoodê hate afirand. Di fîlmên xwe de tundî û neheqiyên li ser mirovên ji rêzê bi zimanekî qerfî û dem bi dem jî bi xemgînî raberî mirovan kir. Di fîlmên wî de hezkirina mirovan li pêş bû. Her wisa di fîlmên wî de têgihîştineke bêmînak a rexnekirinê jî hebû. Ev nivîs wê ya wî be. Emê jiyana wî ji devê wî bixwînin, keremkin: “Kurê Chaplinê lîstikvan, ez Charles Spencer Chaplin di 16ê nîsana 1889an de li Londonê hatime dinê. Bavê min lîstikvanekî mîzahî yê hoste bû, diya min stranbêja operetê bû, piştre li şanoyên Vareyteyê xebitî. Min salên xwe yên zaroktiyê li Londonê li taxa xizanan (East Side) derbas kir. Piştî ku bavê min bû muptelayê alkolê, êdî li malê xwarin çênebû. Ji bo qafikeke şorbeya germ, birayê min Sidney gelek caran mecbûr ma ku li deriyê saziyên xêrxwaziyê bide. Min nekarî pê re herim; me her duyan heman solî bi dorveger li pê dikir. Bavê min em di nava xizaniyeke mezin de hişt û mir. Şeş salan ti der nema ku min li deriyê wê neda. Min erebevanî kir, şevan li ciyên cûr bi cûr xew kir. Di dawiyê de dîya min karek dît, lê piştre dîsa em bêpere man. Birayê min Sidney, heta jê dihat alî me dikir. Lê êdî jê re jî giran dihat, ji bo garsoniyê bike çû Afrîkaya Başûr. Piştre ez ketim kûmpanyayeke şanoyê. Ez 14 salî bûm û tiştê ji min dihat min dikir, lewre ev kar êdî ji bo man û nemanê bû. Ez dizanibûm eger çavê wan min negire, dîsa em her du (ez û dîya min) dê birçî bimînin. Lê eger çavê wan min bigire, her roj dê taseke şorbeya germ hebûya bo me. Ez û şano ji hev ne dûr bûn, berê bi koma The Eight Lancashire Ladsê re derketibûm ser dikê. Lê vê carê wan rolek dabû min, diaxivîm, temaşevanan jî guhdariya min dikir. Êdî ez ketibûm nava kadroyê (wekî ji bo hemû lîstikvanan) êdî ji bo min serdema gerokiya li şanoyên jevketî yên li çar aliyên Îngilistanê destpê kiribû. Lê êdî ez û diya min ne bêşîv bûn. Dema ketim nozdehsaliya xwe, Fred Karnoyê ku di cîhana şanoyê de navdar e, ez xistim nava koma xwe. Ez di revuya bi navê A Night in a London Clupê (Şeveke li Klûbeke Londonê) de di rolê serxweşekî de dilîstim. Lîstik gelekî hate hezkirin, bi sedan caran hate nîşandan, em li seranserê Ewropayê geriyan. Piştre Fred Karno biryar girt ku here Amerîkayê. Di sala 1911an de em çûne Amerîkayê û li bi sedan bajaran me leyîst. Êdî heftane sed dolar dikeve destê min. Hosteyê qerfê yê dahatiyê Mack Sennet ku ez li ser dikê dîtim, bi heftane 125 dolarî li Keystone Film Companyê kar da min. Min di gelek kurtefîlmên qerfî ku bala kesî nekişandin de leyîst. Piştre min li New Yorkê kurtefîlm kişandin. Ji ber ku gel ji van hez kir, min yek ji wan bi 2000 dolarî firot. Piştî yazdeh salan, min ji firotina 11 kurtefîlman milyonek dolar qezenc bikira. Ez bi ser ketibûm. Fîlmên min li hemû deverên cîhanê dihatin nîşandan. Ez bûm lîstikvanê yekemîn ku mala fîlmçêkeriyê ji bo xwe ava kir. Min li Hollywoodê studyoyek da çêkirin û êdî li ser navê xwe dixebitîm. Piştî salekê min li gel Mary Pickford, Douglas Fairbanks û derhêner Griffithi United Artist Corporation ava kir. Di sala 1920an de min cara pêşî fîlmekî metrajdirêj çêkir (The Kid / Lawik, Jackie Coogan jî tê de lîstibû). Piştî vî fîlmî, fîlmên The Pilgrim (Hacî, 1922), A Woman of Paris (Jineke Parîsê, 1923), The Gold Rush (Êrîşa bo Zêran, 1925), The Sircus (Sîrk, 1928) hatin. Ez ji bo van fîlman sê salan xebitîm. Cara pêşî zewicîm: jina min a pêşî Mildred Harris, ya duyemîn Lita Grey bû. Hemû ev e.” Ji bilî vê diya Chaplin li nexweşxaneya nexweşiyên derûnî hatiye razandin, Chaplin piştre du zewacên din kirine. (Paulette Goddrad û Oona O'Neil) Heriwha ji City Lightsê (Ronahiyên Bajêr, 1931) heta Limelightê (Ronahiyên Dikê, 1952) gelek berhemên sereke çêkirine. Çend gotinên wî: Piştî temenek feqîrî û belengazî, ez dewlemend û binavûdeng bûm û min têderxist ku; Bi pere, seet tê kirîn, lê dem, na. Meriv dikare pê meqaman bikire, Lê rêz û hurmetê, na. Meriv dikare pê pirtûkan bikire, Lê zanînê, na. Dikarî dermanê pê bikirî, Lê sihet, na. Dikarî pê nivînan bikirî, Lê xewê, na. Erzîşa merivan, bi malhebûna wan nîne, Bi merîfeta wan e. Çavkanî: ku.wikipedia (ensîklopedîya azad)

















