Sebra Derdê Bindestan

Gorî salnameya mîladî, Feqîyê Teyran di sala 1590an de li Mîksa Colemêrgê ji dayîk dibe. Di
sala 1660î de jî li Hîzana Bilîsê diçe ser dilovanîya xwe. (Hîcrî 1000-1070)
Navê xwe yê esas Mihemmed e. Şaîr û nivîskarê destan û çîrokane. Navê wê yên wek Feqîyê
Têra, Feqîyê Gerok, Miksî, Xoce, Mîr Mihê, Mîm û Hê hene. Lê navê herî belav bûyî Feqîyê
Teyran e. Tê gotin ji ber ku zimanê teyra zanibîye û bi wan re axifîye loma jê re wisa gotine.
Ji ber ku bavê wî Evdal Beg ji begên Mîksê bûye loma di heman demê navê wek Mîr Mihê jî lê
bûye.
Şaîrek ji xwezayê hezkirîye. Di dewra xwe de perwerdayîya medresan hildaye. Yek ji
telebeyên Melayê Cizîrî ye. Ji sêlinga Edebîyata Klasîk ya Kurdî ye. Bi Ahmedê Xanî û Melayê
Cizirî ve wêjeya Kurdî bi xîmên zexm avakirine.
Hezîya îlahî, eşqê û rastîyê bi hev re hêvisandîye. Lê belê ji alîyê mijar ve pir dewlemend e. Li
ser Xweda, ol, pêxember, rûdanên civakî û dîrokî, eşq, xweza û tasavvûfê nivîsîye. Zimanê wî
yê edebî ku zehf xurt e, di vegotinê de gelek zelal e.
Metafîzîka sûfîtîyê xwe di berhemên Feqî de him wek vahdetê vicûd (yekitîya hebûnê) him jî
wek vahdetê şûhûd (yekitîya xwîyayî) nîşan dide. Xûyaye di bin tesîra felsefeya Farabî de
maye. Bi wî, hebûn yek e, her daîm yek dimîne û dualîtî bêîmkan e. Hebûna wî him di ewilîyê
de him di axirîyê de ye. Li her derî ye, bi qudret e. Jixwe ev jî xêncî hebûna Xwedê tiştek din
nîne. Ev hebûn ezelî ye, zêdebûn, parîbûn, guhartin û tezebûnê qebûl nake.
Di helbestên xwe de Feqî, herd eşqa, ya dunyayî û îlahî bi şêweyek asan lihevtîne. Ew
bedewîya ku di xweza, jin û di her hebûnê de ye, di bawerî û hezîya Xweda de dibîne ku ew
rastîya teqez e.
Feqî ku di sedsalên 16 û 17.de jîyaye, di berhemên wî de tê dîtin ku di qadên wek kelam,
hedîs, fikih, felsefe, mîtolojî û wêje de xwedîyê hostatî û zanîstîyêye. Di hin helbestên xwe de
pîvanên arûz pêakanîye. Pêkanîna pîvanên arûz nîşana perwerdayîya medreseyane.
Feqîyê Teyran nûnerê yekem ya Edebîyata Tasavvûfî ya Kurdî ye. Hosteyê qasîdeyên Kurdî
ye. Her çiqas bi Erebî û Farsî zanibîye jî berhemên xwe bi temamî bi Kurdî nivîsîye. Her wiha
gelek berhem ji edebîyata Kurd re hîştîye, wêjeya Kurdî dewlemend kirîye.
Feqîyê Teyran, ne şaîrê çîna serdest ya civaka Kurda ye. Ew bûye qelema bihêz û nefspiçûk ya
gundîyên kedkar yên ku wek wî di şertên zor û zehmet de jîyane ye. Ew jî wek tim Şaîrên
Tasavvûfî yên Gel derdê xwe asan, hêsan û herak vegotîye. Berhemên xwe bi zimanê xelqê
nivîsîye. Her wiha kê Kurdî zanîbîye, bi hêsanî têgîhaye.
Feqî xwe wek telebeyê teyrên bêtewan û bêguneh, wek rêhevalê wan dîtîye. Ji pirsgirekên
civakî û sîyasî yên serdemê dûr nemaye, her piştgirîya gelê kedkar û feqîr kirîye.

Feqîyê Teyran, bi jîyana xwe ya navdest û ehlê zanetîyê ve li aramîya hundurîn gerîyaye. Ew,
bawerîya bi Xwedê ve li hember derdên dunê sebir kirin e.

Berhemên Wî:
 Qewlê Hespê Reş
 Şêxê Senan
 Qiseya Bersiyayî
 Ey Avê Av
 Xan Dimdim
 Bersîsê ‘Abid
 Sîseban
 Ay Dilberê
Çavkanî:
Wîkîpedîa: Feqîyê Teyran
O.Mahabad: Ezilenlerin Sesi Feqîyê Teyran
M.Agirî: Feqîyê Teyran Hayatı ve Eserleri – Bernamegeh
Islam Ansiklopedisi: Feki-yi Teyrân

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext