Selikên Mezopotamyayê

Kesên li gundan dijiyan, zanin ku berê ji qamûşan selik dihatin çêkirin. Ev selik ji bo
parastina nan, ji bo kişandin a tirî, behîv, freng, pîvaz, xiyar û çûna bazarê dihatin
bikaranîn.
Hineka jî ji bo hembaltîyê bikar dianîn. Ev selik li herêma Mezopotamyayê ku di
dîrokê de herî zêde cihêrengê xwe hene lê têne dîtin. Em dikarin bibêjin ku pêwîstiya
wan bi îcadkirina tiştekî wiha hebû ji ber ku ev herêm bi rez û bexçeyên xwe navdar
e. Ev ji bo mebestên rakirin û veguhastinê hatine bikar anîn. Ev selik, ji aliyê
hosteyên Kurd û Ermen ve dihatin çêkirin. Ew di encama xebata xweşik, nazik û tenik
bi destan dihatine afirandin. Li qeraxa çem, atolye dihatin vekirin ku darên bîhê (tiloyê
xwe nermin) qamûş û birîk li wir zêde bûn. Hemû alavên kargehê, kêreke tûj, qamûş
û çiloyên darayî tenik, darên bîhêyî teze têra wan çebûna selikan dikir. Ji bo mezinan
selikên mezin û ji bo zarokên biçûk selikên cûr be cûr, şîrîn ên piçûk dihatin
hilberandin. Ji ber ku li gundê me gelek rez û bexçe hene hewce bi va selika pir
hebû.
Hilberîna wê ji aliyê sofiyê Şêx Îzzeddînê bi navê Weliyê Elîyê Necar ve dihate
çêkirin. Qesîdê olî digotin. Carinan di mizgefta gund de muezîntî dikir. Li ber kaniyê li
jêr mala me de parzûnek veşartî çêkiribû û bi giya ser girtibû ji ber ku kes nebîne.
Nuximandîbû ji ber ku ewlehiya wê bi veşartina hemî materyalên li vir piştrast be.
Apê Welî kesekî pir bi hêrs û ters bû. Ew bi hêsanî hêrs dibû û bi zûturî aşt nedibû.
Birayekî minî mezin apê Welî pir hêrs dikir û bi bende wî diket. Apê Welî her tim
gazinên birayê min ji bavê min re dikir. Rojekê birayê min diçe ser kaniyê û li cihekî
dûr disekine ban Apê Welî dike,
“ Apê Welî, tu li ku yî Apê Welî?”
“ Çi heye û tu bang dikî law çi bûye?”
“ Erebeyeke reş hat ber mala we, tê de zilamên bi krawêt hene, pirsa te dikin,
hewceye divê tu zûtirî herî malê.”
Dema Apê Welî van gotinan dibihîze, her tiştî dihêle û direve diçe malê. Difikire ku
ew memûr, polîs yan jî leşkerin. Gava ku xwe digihîne malê, ji hevjîna xwe Ferîdê
dipirse,
“Keçê ew esker bi erebeyê çûne ku derê?”
Ferîde dibêje “law tu dîn bûye erebeya çi, zabitê çi?”
Welî hêrs dibe û li jina xwe dixe,
“Ez te li mal dihêlim ku tu li malê xwedî derkevî lê waye xûya ye tu li hişê xwe
nikaribûyî xwedî derkevî.”

Bi tirseke mezin dibêje, dibe ku ev leşker ji bo ku min bigirin, diçin ber çêm hinda
atolyeyê.
Demekê difikire û di cih disekine û mijarê fêm dike û vedigere atolyeyê. Tişta ku jê
ditirsîya tê serê wî, yek ji selikên ku wî tomar kiribûn li ber çavan tune bûn û kêra wî
ya giranbuha jî li tu derê nedihat dîtin. 
Paşê me dît ku ew li hewşa me bang bavê min dike. Bavê min got
“Welî te xêre were hundir hele pirsgirêk çîye …
“Kurê te bi vî emrê minî mezin li min fedî nekir û ez xapandim di ser de jî hemû
alavên minê atolyê birin e.”
Bavê min got, “were niha rûnê, dema ku were malê ezê ceza bidimê.”
Apê Welî zivirî û çû malê. Dema birayê min êvarî hat mal, bavê min bi guhê wî girt û
got: “Bibêje te çima ev tiş kir? Tu dikî bi selika çi bikî?”
Birê mi got, “bavo min hefteya çûyî ji wî selikek xwest û wî ez tehzîr kirim, loma min
serî li rêbazeke wiha da.”
Bavê min çend sîle lê xist û got:
“Zû here û selikên Welî dîsa dayne cihê wan.”
Di tariya şevê de çû û selik danîn cîhê wan û vegerîya hat. Ji min re selikek piçûk jê
veqetandibû. Ez qet ji bîr nakim, belkî min di jîyana xwe de dîyarîyek wek wê xweşik
nedîtibû. Qasî kîloyek tirî belkî radikir, lê pir şîrîn bû. Diviyabû ew jî vegerîya. Ez ji ber
wê pir xemgîn bûm. Min bi salan dixwest ku selikek min bi vî rengî hebe, lê min ew
yekser ji dest dabû. Birayê min dema ev bûyera hanî serê Apê Welî emrê wî 8 sal bû.
MamosteH / https://candname.com/

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext