Taxên Min

Piçûktîya min li gund derbas bû. Gundé me di navenda rasta İntabé ye. Wek gelek herémin li welaté me, li gundé me jî tené du demsal hene. Havîn hénik û ziha, zivistan sar û zor derbas dibe. Her çiqas payîz û bihar jî hebin, emré wan gelek kinin. Ji wé, ev herd demsal, yanî bihar û zivistan giranîya xwe di nav salé de didin xuyan.

Zivistan diréj e. En hindik şeş meh dewam dike. Di çirîya paşîn de despé dike, heta meha nîsané didome.  Di wan meha de li bin gundé me dirûnge saz dibûn. Dirûnge, cîhé alifxwarina pez e. Her gundîyek ku xwedîyé pez bû, dirûngek wî hebû. Gîha li ser berfé radixistin, pezé xwe dianîn bi wan didan xwarin. Bi sazkirina dirûnga, li ser berfé gerén gilover yén zer çédibûn. Zerîya li ser berfé ji hûrén gîhé û kayé çédibûn. Gundî royé sé dana pez ji goma derdixistin, dianîn ser dirûngé, alif didan wan, paşé dîsa dibirin dixistin goma.

Piştî ku pez ji dirûngé dikişîya, em diçûn ser, me hin lîstok dileyîst. Lîstokén wek “nané şivan”, “daré gogé” lîstokén me yén zivistanî bûn. Ger ku hewa pir sar nebûya em li ser qeşayé û kurşé jî dişqitîn. Me parçek laylon hildida, em diçûn  ser berfa kurşe girtî. Me layloné xwe li ser berfé radixist. Paşé em li ser rûdiniştin me xwe ji berjérek berdida. Me péşbazî dikir. Ké ji me herî dûr bişqitîya wî qezenç dikir. Xéncî wan, ji bo néçîra kewa, me defik jî datanî  ser dirûnga. Me parçén piçûk yén nané hişk dixist nav téla, datanî quncikén dirûngé. Gava ku kew bihatana nan, tél li lingé wan dialîya. Nikaribûn bifirîyana. Wî çaxî, ji nav me ké xwedîyé defik bû, diçû kewa xwe digirt.

Her wiha di zivistana da rojén me, bi van lîstokan derbas dibû. Lé évar û şevén me jî xweş derbas dibûn. Ji ber ku çîrokbéj û dengbéjén gundé me hebûn. Dengbéj jinek bû. Navé wé Cemé bû. Jé re digotin “Cema jina Hecî Mihé.” Méré wé hecî bû û xwedîyé dikanek yekane ya gund bû. Bavé wé ewî bi zoré dabû Hecî. Ji ber ku Hecî bi dilé wé nebû, dilé wé gelek bi şewat bû. Cemé mezin bû. Jinek wek méra bû. Ji kesî, bitaybet ji méra venedikişîya. Kilam digot. Kilamén wé xweş bûn. Di kilamén xwe de her daîm qala derdé evînîyé dikir. Ji feleké re gazin û loma dikir. Ji “mirazén bédil qayîl nedibû,” ji wan re dil dişewitand, bi awazén xemginîyé “axx li min” dikişand, ber bi dilén nazenîn û ji hîsîyetén tenik re dişand. “Kula dila gerînek e / biherin cem Cemîl Begé bra derî veke / derdé dila li xwedî be / bra li kesî loma neke.” 

Té bîra min li gund, bitaybet dengbéja jina bû. Gava béhna jina teng bûya, bérîya malén bavé xwe yan jî zarén xwe yén ku li eskerîyé yan jî li xebaté bûna, bikirana, diçûn cem Cemé, xwe diavîtin ber dilovanîya dengé wé. Cemé bi dengé xwe ve dibû şirîké derd û kulen wan, sedema héstîr rétina wan, sebir û aramîya wan. Piştî 67 salan çû ser dilovanîya xwe. Li pey xwe du qîz, şeş kur, gelek kilamén diltenikîyé û navek xweş hîşt.

Lé em bi zédeyé bi çîrokbéj ve eleqeder dibûn. Ji ber ku em hé zarok bûn û wek mezina tu derd û kulén me tune bûn. Me ne bérîya kesî dikir, ne jî em bi éşén ku ji halé diné derdiket, dihat  pésîra mezina vedida, nedihîsîyan. Çîrokbéjé me Ahmedé Elîxan bû. Em évara diçûn mala wî, heta derengé şevé li cem rûdiniştin. Wî ji me re çîroka “Mîrze Mihemed, Dewé Sor” û yén din digot. Em bi çîrokén wî carna dibûn Xelîl Axa deketin pey Perîşané, Carna em dibûm Xezal, me axayén wek Dewréş, pey xwe digerand li péşén Çîyayé Şengalé. Hine çîrokén wî wisa diréj bûn, dûmahîya wan çend şev didomandin. Gava çîrokek ku di şevek de xilas nedibû, sibetirî em heta évaré di meraqé de diman. Me digot ka gelo wé çawa be. Dibû évar em dîsa diçûn cem Ahmedé Elîxan, bi meraq û eleqeyek mezin me guhé xwe dida dûmahîya çîroka. Derengé şevé, gava emé édî ji hev belav bûna, Ahmedé rihmetî bi me re derdiket, ber deré xwe disekinî ku em netirsin. Gava em jé dûr diketin hey deng dida. Digo “ez li virim, netirsin, tiştek tune.” Em bi ewlekarîya dengé wî, bétirs diçûne malén xwe.   

Her wiha derbas dibû zivistanén zaroktîya min. Paşé hecî leylek xuya dibûn li ezmanan. Hecî leylek nîşana dawîya zivistané bûn. Gundî, ji bo ku hecî leylek werin li ser xanîyén wan daynén, hélûn çédikirin ji bo wan.  Edî cemre diket. Beré hewa germ dibû, paşé erd nerm dibûn. Kurşe dehelîyan, dibûn lehî dikişîyan. Paşé demajoyek kin ya navbera zivistan û havîné dihat. Berf dihelin, qarxûn dikişîyan. Her der dibû herî. Serdestîya herîyé li nava gund, li çolé, li ser réya û li her derî derdiket péş. Hineka, ji vé demajoya kin re digotin bihar. Pişt re gulan dihat. Bi xwe re havîn dianî. Em pé şa dibûn.   

Bi hatina havîn re kar û barén gundîyan jî destpé dikir. Piştî ziwabûna herîyé, zevîyé xwe diajotin, genimé bihare û ceh diavîtin. Paşé gîhadirûn dihat. Hineka bi tirpana, hinekan jî bi troktoran mérgén xwe didrûtin. Gîha didan ser hev, kom dikirin. Dikişandin ber deré xwe dixistin lod. Ji bo di zivistana péş de heywanén xwe pé xwedî bikin. Jixwe rojén péş yén havîné jî wexta nandirûné bû. Berîya nandirûné, gava ku genim édî gihîşti bû, em dizîka ve diketine zevîya, me firîk diçinî. Me li çolé agir védixist, firîka dişewitand. Hebé genim yén di nav simbélén firîkan de diqelîyan, sor dibûn. Paşé me wan ji erdé kom dikir, dixwar. Hetanî me hinek qeynek dixwar dest lévén me bi tenîya agir reş û peş dibûn.

Piştî nandirûné béder çédibûn li dora gund. Her gundîyek xwedî béderek bû. Li wé deré genimé xwe didan bayé, paqiş dikirin. Paşé genimé xwe dixistin telîsa dibérin li malén xwe vedişartin. Ger ku wé ji bo payîzé toxim bihîştana çal vedidan, genim dixistin çal. Heta payîzé yan jî biharé, édî wé kîngé toxim biavîtana zevîyén xwe, wé demé çal vedikirin, genimé xwe derdixistin. Heta dawîya van karén xwe, ji her malek xortek an jî malxé malé, di şevén havîné de li derva, li ber béderén xwe radizan.  

Havîn ji bo me zarokan jî baş û bişahî debas dibû. Di havîna de lîstokén me jî diguhirîn. Me édî tewréz, niftik, gog, çavgirtonek û her wekî din dileyîst. Di çemé jéra gund de gol hene. Ev golana celeb bi celeb bin. Yek ji wan Gola Méra ne. Mér, havîna di Gola Méra de diketin avé.  Sobanîya dikirin, didan pey hev derbasî walî dibûn. Em zar bûn, me nikaribû em wek wan derbasî walî golé bin. Lé em, ji yén derbas dibûn re heyran diman. Di çavén me de ewan mérxasén jéhatî bûn. Me ancax dikaribû di delavé tenik ya golé de bisenin. Lé her sal kîjan zar ku édî hinek mezin bibû û bi çavén xortén gund, édî di destpéka xortanîyé de bû, hédî hédî tevdîra wî didîtin, amade dikirin ku bikaribe bi sobanîya ji golé derbas be. Havîn bi van tevdîra derbas dibû. Paşé ber bi dawîya havîné çend xortén jéhatî û bi tecrûbe, yén ku wé teze derbas bin hildidan nav xwe, dihîştin ku golé bikeve, bi tena seré xwe, bé alîkarî derbasî aliyé din bibe. Ké ku bi serkeftî derbasbûya édî ne bi çavén zaroktîyé, lé bi çavén xortanîyé lé dihate nérîn. Havînek, yek ji wan jî ez bûm. Hostadén min Koçoyé Mihé Rihané û Ahoyé Heso bûn. Ewan sobanî ferî min kirin û gava ez  cara yekem derbasî walî golé bûm, ewlekarîya min pékanîn. Piştî havîna ku ez ji golé derbas bibûn, édî ez jî bibûn xort.

Lé wek zaroktîya herkesî ya min jî zû derbas bibû. Êdî waxté dibistané hatibû. Ez heft salî bûn, divé biçûma dibistané. Lé li gundé me dibistan tune bû. Xéncî min zarén din jî hebûn ku divé dest bi xwendiné bikarana. Berîya me ji gund yén ji me mezintir çûbûn. Ji wan keké min Mûrad, kurapé min Zîya, Fesîh û Kazimé gundîyé me û apek min é piçûk Cesîm jî hebûn. Zivistana winda dibûn, havîna dihatin. Me nizanibû ka çûne cîhek çawa jî. Tené me dizanibû ku çûne dibistané.

Di dawîya havînek bedew de, rojek payîzé édî dora me bû jî. Me kom kirin, tevdîra me dîtin, beré me dane dibistané. Di koma min de ji kurapén min Rojhat û Reşît jî hebûn. Xéncî wan du heb  jî keç hebûn ji gundé me. Yek ji wan Aynûr, yek jî Saadet bû. Herda jî dawîya xwedina xwe neanîn.

Zarok tev di ré de digirîyan. Kesî nedixwast ku ji gund derkevin herin dibistané. Me birin Dutaxé. Li sûké peya kirin. Pere dan me. Ji me re kinc, xwerin, vexwerin, şekleme, loqim û piskivét sitandin. Ber béhna me gerîyan. Paşé me carek din li otombîlé kirin, beré me dan dibistané. Me birin cîhek ku li dervayé bajér bû. Li ber xanîyén mezin, bilind û diréj danîn. Erdén baxçe kevir, yen hundur béton bûn. Ev dibistan bû. Jé re dihotin “yatılı bölge okulu”. Bi kurtasî navé wé YİBO  bû. Bi zédeyî bi vî navé kurt dihat binavkirin.

Li wir gelek zarok hebûn. Tev jî ji gunda hatibûn. Di nav me de zarén bajarî tunebûn. Me teva bi Kurdî xeber dida. Yén ku Tirkî bizanibûn gelek kém bûn. Ew jî bi zédeyî xwendevanén sinifén dawîn bûn. Tené memostén me bi me re Tirkî xeber didan. Me ji gotin û xwestinén wan gelek cara fem nedikir. Ji wî, té bîra min, me gelek firçe jî dixwar. Ji me re digotin “ma hûn géj in?” Lé ya me ji géjtîyé nebû. Me ji zimané wan fem nedikir. Di dersan de pirtûk didan me. Té de çîrokén zarokan hebûn. Lé me tu tişt fem nedikir ji wan. Gelek cara memoste bideng ji me re dixwend jî. Lé nafîle. Em ténedigihîştin. Belé me texmîn dikir ka çîye, qala çi dike. Lé ew jî ne ji femkirina ziman bû. Wéne hebûn li ser rûpelan. Me ji wan wéna texmînén xwe diajot. Mesela wéneyén penér, mişk û pişîk hebûn. Xéncî wé yén kulîlka, çivîka û zarokén di nav baxçeyan hebûn. Em di dersa de tené bi wéne ya disenîn, me xwe bi wan dixapand. Lé em gelek teng dibûn, difetisîn di wan dersan de. Gava di sinifé de qelebalix çédibûn, mamostén me nedigotin bédeng bin. Digotin bi Tirkî xeberdin. Yanî ger ku bi Tirkî bûya qelebalix û nesî jî serbest bû. Gelek heval ji vé tengasîyé dibistan berdan, çûn malén xwe. Neheq jî nebûn. Eger tirsa bavé min li ser min nebûya, heye ku min jî berda, biçûma gundé xwe, bibûma guhdarek baş ya çîrokén Ahmedé Elîxan.

Jîyana li wir gelek zor û zehmet bû. Her sibe me seet şeşa de radikirin. Me li derva dixistin rézé. Paşé bi me paqişîya dorhélé didan kirin. Me zibil û qiréjîya dora lojmanén mamosteyan û ya dibistané paqiş dikir. Paşé em dîsa diketin rézé. Îcar jî hereketén sporî bi me didan kirin. Ew ji mejbûrî bû. Me bi destén xwe yén qiréj, bi zikén birçî, desté sibé, di sermaya payîza de, gelek cara zivistana jî, hereketén qaşo sporî dikir. Em diwestîn û dicemidîn. Piştî van hereketan, me li ber deré xwarinxané dîsa dixistin rézé. Li vé deré jî, berîya taşté nesîheta li me dikirin. Gelek hevalén ji nav me, qet nizanibûm ka gelo çi dibéjin jî. Lé li wé deré, di rézek de wek nîzamîya eskerîyé sekin jî mejbûrî bû. Zik pirçî, laş cemidî em di rézé de disenîn. Paşé me yeko yeko hildidan hundur. Di hunduré xwarinxané de, berîya salona xwariné, odeyén lavaboyé hebûn. Li wan oda gelek kanî, li ber wan jî nobedarén dest bi dar hebûn. Di wan odeyan de dest şûştin mejbûrî bû. Ké ku desté xwe neşûşta, nexwesta bişûşta, ji nobedaré dest bi dar kutan dixwar. Him ji ber sermayé, him jî ji paqişîya dorhélé, çermé desté me diqelişîn. Merhem jî tune bû ku em léxin. Ji ber wé qelşén desté me mezin dibû. Ji bo ku qelşé desté me hebûn me nikaribû em desté xwe bi ava sar ya wan kanîyan bişon. Me gelek cara berîya nanxwariné kutan xwaribû li wir. Gelek cara, bi dar li desté me dixistin. Ji bo wan, desté me qelişî ye neqelişîye xem nebû. Piştî wan kutana, gava em diçûn xwarinxané, me nikaribû em kevçî bigrin û şorbeya li ber xwe bixwin. Jixwe her sibe şorbeya nîska didan. Hefté carek çay derdiket. Ji wî me gelek bérîya çay dikir.

Gelek cara, gava em li xwaringehé li ser sifré bûn, révebiré dibistan dihat. Navé wî Remzî bû. Beré ji me re digot, “noşî can be!” Divé me, bi dengek bilind û bi carek bigota, “saxbî!” Wek eskerîyé. Paşé, ger ku ew roj béhna wî teng bûya, diqérîya, digot, “ziqûm be, ma li mala bavé we xwarinén wiha heye? Deng nedin, nexne qelebalix. Ez devé we vekirî nebînim. Tené gava hûn parî hildidin devé xwe vekin. Gava hûn parî dicûn jî bla devé we girtî be.” Her tişté wek wiha digot. Wî çaxî me fem nedikir. Em piştî waxta gihîştiné ku nîjatperestek tûj bû. Em tev gelek jé ditirsîyan. Em li ber wek eskera disekinîn. Lédana wî jî pîs bû. Li ké da ewî géj dikir. Ez li wé deré du sal mam. Piştî min, min bihîst. Dîsa rojek çûye xwarinxané, ji hevalan re daye ser hev. Li ser vî, gelek xwendevan hédî hédî, béyî ku xwarin bixwin ji xwarinxané derdikevin. Révebir hérs dibe. Derté, xwendavana li derva kom dike. Dixe qérîn, dibé “hûn çima wisa derketin, ma qey hûn îsyan dikin?” Her wiha gelek pirsén ne baş li ser hev réz dike. Li ser vî, xwendevanén mezin yén ji sinifén dawî, ber pé diçin, lé dixin. Pozé wî dişkénin. Yek ji wan jî Kazimé hevalé min û Cesîm bû ne. Piştî lédané xwendevan tev kom dibén, ber bi bajér dimeşin. Ji mamosteyan Şefik Xoce hebû, ji Milazgiré bû. Me gelek jé hez dikir. Ew çûye, péşîya xwendevana girtî ye, wan paş ve zivirandî ye. Ji vé bûyaré çend heb heval, yek ji wan jî Kazim û Cesim ji dibistané tén avîtin. Jîyana wané perwerderîyé jî wiha diqede. Her wiha ew jî ji YİBO’yé rizgar dibin.  

Ez bi çavé îro li jîyan û sazûmana wé deré dinhérim, gelek şaş dimînim. Çawa pergalek wek ya eskerîyé li ser zarokén piçûk dihate damezirandin? Ev lazimîya ji kû dihat û çima?

Piştî du salé miné YİBO’yé, ez derbasî dibistanek nû bûm. Ji ber ku mala me ji gund bar kiri bû, hatibû Dutaxé, édî nehewce bû ku li YİBO bimînim. Dutax, navçeyek piçûk ya Agirî’yé ye. Hejmera gelhé, îro heye ku nézî deh hezara bûbe. Ji navendé Çemé Mûrad dikişe, diçe digîhîje Feraté. Pirek diréj, herd pésîrén ku çem ji hev qetandîye, digîhîne hev. Li alîyek navçé pozé Çîyayé Eledaxé, li alîyek din Qertewîn û li navendé deşta Seregolé hene. Navé Dutaxé a yekemîn İntab e. Piştî şeré Rûsan û Osmanîyan ku di navbera salén 1877-1878 pék hatîye de, hin esker û sereskerén Osmanî té de bi cîh bûna. Gava ku té de bicîh bûne neketine nav Kurda, ji xwe re taxek nû avakirine. Ji wî du tax peyda bûye; taxa Tirka û ya Kurda. Jixwe îro jî gelheya navçé bi Trika û Kurda pékhatî ye. Navé îro, yanî “Dutax” ji wir té. Lé ji alîyén dorhélén xwe hé bi navé beré té naskirin. Mesela xelqén Erzerom, Qers û Wané, jé re dibén İntap.

Min li Dibistana Gazî bicîh kirin. Dibistana miné nû, li navenda navçé bû. Li vir, bi zédeyî zarokén navçeyî hebûn. Wan salan di navenda navçé de hejmera Kurda zéde nebûn. Ji wî, ji xwendevanan geleké wan Tirk bûn. Ez jî hé bi Tirkî hîn nebibûm. Ji bo wé min di rojén xwe yé serî de pir tengasî kişand. Ji ber ku min hin peyvén Tirkitî şaş dianî ziman, zarokan bi min tirane dikirin. Mesela min ji “üç” re digot “uç” û her wiha. Ji vî, zarokan ji min re digotén “Kurdo Kurdo uç..” Li ser van tinazan min gelek şer dikir. Rojén me tev bi lédan û kutané derbas dibûn. Jxwe navé min jî li wan ecép dihat. Kesî nizanibû ku “Zerdûşt” çîye, ké ye. Li ser zimané wan jî nedisekinî. Memostén min jî gava navé min hildidan diketin zoré. Bi rastî, wan dema ez jî ji navé xwe aciz dibûm. Gelo çima navek normal li min nekirbûn? Li YiBO jîyan zehmet bû lé hésanîyén wé jî hebûn. Mesela hevalén miné li wir tev wek min bûn. Ji wî kes bi kesî re tinaz derbas nedibû. Lé li Gazî’yé ez tené mabûm. Paşé min di nav dibistané de hevalén wek xwe dît. Em gihîştin hev. Me xwe li hember wan diparast. Jixwe gava ez hatime Gazî’yé di sinifa séyemîn de bûm. Herkes édî férî xwendin û nivîsé bibû. Lé ez hé teze hîné Tirkîtîyé dibûm. Ji wî, ez di sala xwe yé çaran de férî xwendiné bibûm.

Sala ku miné dest bi dibistana navîn bikira, derbeya 12 Îlon çé bibû. Desté hesin ya desthilatîya eskerîyé bi hemû giranîya xwe ve li her derî bû. Gelek xort û mér hatibûne girtin. Di nav wan de kekén min û apanén min jî hebûn. Girtî wisa zehf bûn, di hepsa piçûk ya Dutaxé de cîh nemabû. Ji wî, Apé Cemîl û panzdeh bîst hevalén wî, demek li lîseya navçé de hatine girtin. Min jî carna ji wan re xwarin û cixare dibir. Lé eskera nedihîştin ez wan bibînim. Tişté ku min dibir li ber derî ji min distandin, bixwe dibirin didan wan. Carek min xwest ez apé xwe bibînim. Ji bo bîstek destûr dan min. Ez çûm oda ku girtî léne. Nehîştin ez bikevim hundur. Li ber derî min li wan nihérî. Apé Cemîl seré joré rûniştibû. Cimeeta wî qelebalix bû. Di nav wan de Ahoyé Hecî Misto, Mehemedé Apê Îshan, Yusuf Beyazitlî, Abdûrahman Demîrel, Maşellah Tan û kesén din hebû. Silav dan min. Bi min silav şandin ji derva re. Paşé wan şandin girtîgeha Agirî’yé.

Piştî salan min li wé lîseyé de mamostatî kir. Ew cîhé ku apé min û hevalén wî té de girtî bûn, kiribûne barxana dibistané. Ez kîngé ber bi wé barxané biçûme ew sahneya wan sala dihat ber çavén min.

Di demajoya 12 Îloné de min serî li dibistana navîn da. Ji bo navé min qeyda min çé nedikirin, min hilnedidan. Ji bo ku bikaribin min qeyd bikin, rewşa min gîhandin dozgerîyé. Dozger, ji bo navé min li ser min doza giştî vekir. Li ser dozé, dadgeh biryar da ku Zerdûşt, navek bi qaydé edet û tore ya Tirka nîne û di çanda û zimané Tirka de jî navek wiha cîh negirtî ye. Ji bo vé divé bihata guhertin. Ji bavé min xwestine ku navek din li min bike. Bavé min jî gotî ye “min carek nav li kuré xwe kirî ye, ez navek din lé nakim.” Ji ber ku bavé min nav li min nekirî ye, dozger navé xwe li min kirî ye. Navé dozger Zafer bû ye. Gedek hebû di sinifa min de. Min qet jé hez nedikir. Miné ji ku bizanibîya, wé piştî danzdeh salîya min,  navé wî li min be. Navé miné duyem, hé niha jî tené di kar û tékilîyén min é fermî de té birkaranîn. Di nav malbat û tékilîyén miné taybet de, her navé miné yekem bikarté.  

Her wiha min bi navek nû dest bi dibistana navîn kir.

Ji pirtûka “Kendalên Kevanên Mim” Weianên Perî – 2010

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dema Bextê Jan Valjean

    Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

    Zêdetir
    Milyaketê Muzîka Kurdî

    Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext