Kela Wanê
Kela Wanê, ji kelehên ûrartûyan ya herî mirês û biîhtîşam e. Ev kele gelek bermahiyên ûrartûyan digihînîne roja me ya îro. Ji bermahiyên ûrartûyan ya herî sereke Kela Wanê ye. Kela Wanê, piştî Arzaşkûnê serbajariya duyem ya ûrartûyan kiriye. Kele, ji aliyê Sardûrê kurê Lûtîprî ve di salên 840- 825’an a berî zayînê de hatiye çêkirin.
Kela Wanê ji alîyê Qralê Ûrartûyan Sardûrê 1. di salên BZ 840-830 de ava bûye. Bi kasî sed salî wekî paytexta Ûrartûyan maye. Di nivîsên kevn yên Asûr û Ûrartûyan de de xûya kirîye ku navê xwe yê berê Tûşba ye.
Kela Wanê îro di 2850 salî ye. Ûrartûyan berîya zayînê di dora salên 855’an de tên heremê û li başûrê Wanê cîhwar dibin, qralîyeta xwe saz dikin. Heta dawîya qralîyetê 13 qral dertê ser text. Sardûrê kurê Lûtîprî, (Sardûrê 1.) qralè yekemin ya Ûrartûya ne.
Kel, ji du beşan pêk tê. Yek ji wan, kela hundirîn e. Ya din jî kela derva ye. Di keleya hundirîn de berhemên herî girîng Birca Sardûr, dîwarên sûrê, gorên qralên Ûrartûyan, pêpelûka hezaryekê ya ku digihîje sarinica sûrê, perestgeha li derve û du nîşên perestgehê cih digire. Berhemeke kelê ya girîng jî gora kevirî ya Qral Manû û Argiştî Yekem e. Li ber vê gorê, nivîska bi navê “Nivîskên Horhor” yên ku herî dirêj ên Ûrartûyan cih digire.
Kela Wanê, 4 km dûrê bajêr e. 1800 m. ber bi Golê dirêj dibe. Berahî 120 m. ye. Ji erdê bilindahîya xwe jî nêzî 100 m. ye.
Li ser Birca Madir ku li alîyê Golê dikeve û îskeleyek kevn e, nivîsk hene. Beşek ji wan wiha deşîfre bûye:
“Qralê mezin û bi hêz, Sardûrê Yekemin ê kurê Lûtîprî, qralê Dunyayê ye. Ew bêemsal e. Ji şer naweste. Ew dibê, ‘ez Sardûrê kurê Lûtîprî me. Min van keviran ji bajarê Alniûnû anî û van dîwara çêkir.’ ”
Piştî Sardûrê Yekem, di dewrên qralê wek Îşpûînî (BZ 830-?), Menûa (BZ 810-786), Argiştî (BZ786-764) û Sardûrê II. (BZ 764-735) de kel girîngî û pêşveçûna xwe domandî ye. Lê piştî erîşên Asûr, Qral Rûsa II. paytextîyê ji Tûşpayê distîne û paş ve vedikişe. Li ser vî Kel girîngîya xwe jî winda dike.
Kela, ji alîyê arkeolog û pîsporê nivîska yê Brîtanî, Austen Henry Layard ve (5 Adar 1817 – 5 Adar1894) hatîye kolandin. Layard bi zêdeyî bi kolanên xwe yën li ser bajarê Nemrûd ve tê nasîn.
Kela Wanê, ji kelên Ûrartûyan ya herî mirês û biîhtîşam e. Her wiha, gelek bermahiyên Ûrartûyan digihîne roja me.

















