Di Pêşbirka Stranan a Eurovisionê ya 69emîn de stranbêja Îsraîlî Yuval Raphael bû
duyem.
Di Pêşbirka Stranan a Eurovisionê ya 69emîn de ku li bajarê Baselê yê Swîsreyê hat
lidarxistin, ji muzîkê zêdetir siyaset, protesto û hestên dijwar derketin pêş.
Stranbêjê Awisturyayî JJ yê bi navê Johannes Pietsch bi strana "Wasted Love" di
pêşbirka Eurovisionê de bû yekem.
Stranbêja Îsraîlî Yuval Raphaela ku di 7ê Kanûna Paşîn a 2023yan de ji êrişa
Hemasê rizgar bûbû jî bi strana "New Day Will Rise" bû duyem.
Yuval Raphaela 24 salî ku li ser navê Îsraîlê beşdarî pêşbirkê bûbû, di dengdana gel
de bû yekem, di rêzbendiya giştî de jî bû duyem û mohra xwe li şevê xist.
Azerbeycanê 12 xalên tem dan Îsraîlê
Yek ji bûyerên herî nîqaşker ên şevê ya ku tansiyona siyasî gihişt asta herî bilind
dayîna 12 xalên tam ên Azerbeycanê ji Îsraîlê re bû.
Ev piştgiriya ku di bin siya protestoyan de pêk hat li medyaya civakî deng veda.
Bi taybetî di nav bikarhênerên Tirk de, biryara Azerbeycanê bû sedema bertekan.
Di hin şiroveyan de tê gotin "Di atmosfereke wisa de ev piştgirî nayê efûkirin" û
biryara Azerbeycanê wekî "peyama stratejîk" jî hat xwendin.
Li hemberî vê Raphaelê li ser dika Eurovisionê nikarîbû hestên xwe bigire û got:
"Xwesteka min a sereke ew bû ku ez kêliyeke kêm be jî serbilindî û aştiyê bibim vî
welatî.
Em dê pîroz bikin lê ji her tiştî zêdetir ez li benda vegera Îsraîlê me, gavan li erdê
deynim û hevalên xwe hembêz bikim."
Raphael di dengdana jûriyê de di rêza 14emîn de cih girt
Raphael bi balada xwe ya bihêz "New Day Will Rise" (Rojeke Nû Dê Derkeve) 297
xal standin û di dilê gel de bû yekem lê di dengdana jûriyê de tenê di rêza 14emîn de
cih girt.
Serkeftiya pêşbirkê JJ ji Awistiryayê bû. Estonya bû sêyem, Swêda ku wekî favorî
dihat nîşandan tenê di rêza çarem de ma.
Raphaelê derbarê reqîbê xwe JJ de got, "Dengê wî pir xweş. Wî heq kir ku bi ser
bikeve" û camêriya xwe parast.
rudaw.net
Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan...
Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me.
Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr