“Welato tu pir dûrî
Dengê min nagîhîje te
Xerîbîyê mam bê lorî
Derdê min kê bêje te?…”
Keremê Anqosî ektuelek piralî ye. Folklor, dîrok û Kurdnas, zimanzan, nivîskar û
helbestvan e. Me vê axirîyê bi saya communicationa înternetê ewî naskir. Di gelek
portalan de nivîs, helbest û xebatên wî pêşkeşkirî ne. Agahîyên li ser jîyan û xebatên
wî, di gelek platformên dijîtal de parvekirî ne.
Di sala 2014an de bernemeya “Rû bi Rû” ya Dunya TV, Mamoste Keremê Anqosî
dike mijarek xwe. Di bernamê de Keremê Anqosî ruportajek dide Nevzat Keskîn. Di
reportajê de behsa jîyana Kurdên li Gurcistanê û xebatên xwe yên li ser ziman,
folklor, çand û sazîyan dike. Piştî gelek pirs û bersîva, di nav danezanê xwe de
hildide pirsek ji Nevzat Keskîn dipirse. Jê re dibê, “Tu İntabê dizanî? Em ji wir hatine.”
Paşê em li ser hûr bûm û em pê hisîyan ku malbata wî jî wek gelek malbatên din yên
Êzdîya, di dema şerê Osmanî û Ûrisan de ji İntabê koç kirine çûne Gurcistanê.
Keremê Anqosî, di 10ê Cotmeha 1937an de li Tibîlîsê, di malbateke Êzdî de hatîye
dunyayê. Wek ronakbîrekî Kurd û wek xizmetkarekî wêje û çanda Kurdî, herwiha di
pêşketina Kurdeyetîyê de, kedek bêhampe daye. Gava behsa çanda Kurdên Yekîtîya
Sovyeta berê, bi taybet Kurdê Gurcistanê dibe, berî herkesî navê Keremê Anqosî tê
dayîn. Gelek navendên Kurdî yên kûltûrî, çandî, komên stran û reqasê, yên ku dema
Sovyetê hatibûn demezirandin, bi saya ked û xizmeta wî bûye. Keremê Anqosî di
heman demê de alîkarîyek mezin daye ji bo pêşketina têatroya Kurdî ya Tibîlîsî.
Di sala 1978an de, bingehê beşa Kurdî ya Radyoya Gurcistanê ya dewletê avakirîye
û heta dawîya jîyana xwe tê de kar kirîye. Radyoya Ronkahî ku niha li Tibîlîsê
weşangerîya xwe hê didomîne, li ser vê bingehê ava bûye. Ewî fonda sazbendiyê ya
gelekî dewlemend saz kirîye, gelek stranên Kurdên Gurcistanê qeyd kirîye û kirîye
milkê gelê Kurd. Herwiha bi zimanên cûrbecûr gelek nivîsên zanîstî û pirtûkên cûda li
ser ziman, edebîyat, dîrok, êtnografiya, folklor û dînê Êzdîyan de çap kirîye.
Wek “Xelata Şerefê ya Gurcistanê” bi gelek xelat û madelyayên dewletê ve hatiye
pêşkeşkirin. Ew endamê Yekîtiya Rojnamevanên Gurcistanê ye. Kurdên Gurcistanê
keda wî gelek bilind biqîmet kirine û navê “Rêvebirê Kurdên Gurcistanê“ lê kirine.
Keremê Anqosî gelek salan li Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya
Gurcistanê karmendê zanyarî bûye. Sala 1979an de, ew di Komîtêya Navbendî ya
Partîya Komûnîstîyê ya Gurcistanê de derbasî ser kar bûye û heta sala 1991ê li wir
xibitîye.
Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tibilîsê dest bi weşana rojnameya
“Gêlawêj” kirîye. Sala 1992an bingehê rêxistina bi navê “Civaka hemwelatiyên Kurd
yên Gurcistanê“ danîye. Sala 1998an de “Yekîtiya Êzdîyên Gurcistanê“ saz kirîye û
demeke dirêj seroktayî kirîye.
Keremê Anqosî pisporê rojhilatnasiyê û zimanê Kurdî ye. Xwedîyê bi dehan pirtûk,
broşûr û bi sedan maqaleyên li ser dîrok, êtnografya, wêje, ziman, folklora Kurdan û
dînê Ezdîyatiyê ye. Di temamîya jîyana xwe de ew weke nivîskar, rojnameger,
mamoste, rêvebir û serokê civata Kurdan gelek kar kiriye.
Ew ji salên 1970î de serkêşê gelek çalakiyên civakî, polîtîk, çandî û perwerdehî ji bo
hînbûna zimanê Kurdî, parastin û qebûlkirina mafên Kurdan weke netewên kêmjimar
de xebitîye. Di gelek rojname û pirtûkên Kurdî de editorî û weşangerî kiriye.
Mamosta Keremê Anqosî heta dawiya jiyana xwe di gel malbeta xwe li bajarê Tibîlîsê
jîyaye û kar kirîye. Di 1 Cotmeh 2019an de, di 82 salîya xwe de dunya xwe
guhirandîy.

















