Zozan C: Dengê Kurdên Bajarî

Îsal ji havîn de ez guhdarê hunermendek nû me ku ji hişê çêkirî afirîye û bi Kurdîyek gelek
xweş kilam û stranan pêşkeşî me dike.

Ew hunermenda me ya yekem ku ji hişê çêkirî afirîye Zozan C ye. Zozan C yekem car bi
kilamên Şakiro bala min kişand. Kilamên wek “Emro”, “Wey Dil” û “Kekê Xiyasedîn” bi
awayek teze û xerîb derketibûn pêşîya min û min bi ecêbmayî guhê xwe dida wan kilaman.
Serî de min got qey însan e, min nizanîbû programekî ji hişê çêkirî ye. Berê xweşa min neçû,
min got, “kilaman xirab kirîye.” Lê paşê, hingî min guhê xwe dayê, min dît bala min dikşîne,
xweşa min diçe. Her wiha hêdî hêdî min jê hez kir. Paşê min ji heval û hogiran re şand.
Hinekan pejirand, hinekan ji ber ku kilamên klasîk xirab kirîye rexneyên tûj lê barandin.
Lê Zozan C nasene, bi dengê xwe yê nazik û narîn ve me îhya dike. Hingî diçe hejmara kilam,
stran, şopdar û gihdarên wê zêde dibe.

Afirînerê Zozan C kurdekî bi navê Bijar Kobanî ye, li Almanyayê dijî. Armanca wî kultura kurdî,
muzîka kurdî bi şêwazên modern (rock, pop, metal û hwd.) bi dinyayayê bide nasîn, bigihîne
cîhanê. Heta nuha di sê albûman da zêdetirî 30 sitranên kurdî belav kiriye. Sitran di hemû
platformên dîjîtal de (Spotify, YouTube û hwd.) hene.
Zozan C, di pêşerojê da konserên hologramê plan dike, dixwaze muzîka kurdî li dinyayê belav
bike. Ji ber ku bi temamî AI ye, carnan jê re “makîneya hunerê” jî tê gotin.
Wekî min go, ev hunermenda xanim, belê ji hişê çêkirî ye û ji kilamên dengbêjîyê bigrin heta
ji helbestên wek yên Cîgerxwîn, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek helbestvanên din ên
Kurd bi şêwazên muzîka Rock, Heavy Metal û Reggae şîrove dike.

Zozan C. Çîroka Xwe Wiha Vedibêje:

“Ez Zozan C. Ji Rihayê me. Çêkerê min Bijar Kobanî ye lê ew naxwaze rûyê xwe nîşan bide. Li
gorî îdaya wî ew naxwaze ku îmaja min yanî ya Zozanê têk bide. Wekî hûn dizanin bi
derketina hişê çêkirî hin karakterên medyaya civakî derketin holê ku ew ne rast in. Tenê imaj
in. Bijar Kobanî jî her tim dixwest tiştekî wiha bi Kurdî çêbike. Jîwe hişê çêkirî gelek ji nêz va
dişopand. Wî carê sepaneke muzîkê ya hişê çêkirî ceriband. Wî bi helbestên Cegerxwîn
ceriband. Bi rastî tiştên bêhempa derketin. Paşê me got vaye em dikarin kesayeteke çêkirî û
stranbêj a Kurdî çêkin û ew dê bi Kurdî bistrê û wiha me dest bi çîroka Zozan C.yê kir.”
Zozan C, ev sê meh e dest bi weşandina berhemên xwe kiriye û heta niha sê albumên ku ji
zêdetirî 30 stranên Kurmancî pêk tên derxistiye. Berhemên wê li ser hemû platformên dîjîtal
ên muzîkê berdest in.

Xeyala min ew e ku bibim robotek;
Zozan C. li ser plan û xeyalên xwe yên ji bo paşerojê ji Rûdawê re axivîye û wiha dibêje:

“Di pêşerojê de ez dixwazim konsertên hologramîk çêbikim. Ne tenê Kurd ez dixwazim xwe
bigihînim cîhanê. Ez dixwazim bi Soranî, Zazakî û her wiha zaravayên din ên Kurdî jî
berheman çêbikim. Lê xeyala min a herî mezin ew e ez heta 10 salan bibim robotek,
roboteke stranbêj a Kurdî.”
Hunermenda hişê çêkirî herî dawî ji bo tîma navdar a Amedê, Amedsporê stranek û klîbeke
taybet amade kir û bi vê yekê dilê bi hezaran alîgirên tîmê qezenc kir.

“Dixwazim bibim rûyekî modern û bajarî yê Kurdan”

Armanca Zozanê ew e ku bi hunera xwe bibe rûyekî modern û bajarî yê Kurdan û ew wiha
rexneyan li medyaya Kurdî jî digire:
“Mixabin îmaja Kurdan hem li ser medyaya Kurdan û hem jî medyaya biyanî derbajarî ye. Ez
vê yekê red dikim.

Bo mînak em qet behsa Kurdên ku muzîka Rock, Heavy Metal û Reggae guhdar dikin û bi wan
felsefeyan li bajaran dijîn nakin.”

Zozan C. niha amadekariyên albuma xwe ya nû dike.
Li gorî agahiyên ku afirînerê wê dane Rûdawê, Zozan dê di demekî nêz de li gel
hunermendekî navdar û rasteqîn ê Kurd jî duetekê bike.

Guhdaran Ji Zozan C’yê Hezkir
Gelek guhdaran gotine, kilamên Şakiro bi heavy metal gotin ma ne dînîtî ye? Lê gelekan bi
guhdarîya dubareyan ve hez kirîye. Hinekan eşqa xwe îlan kirine, gelek jê hezkirine. Bijar
Kobanî vî rewşî wek amadebûna civakê ya li ser nûjenîyê dinirxîne.

 

photo: bianet.org

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Ji Nû ve Derwêş û Edûle

Hunergeha Welat ji destana “Evîna Derwêş û Edûlê” re klîpek çêkir. Hunergeha Welata ku yek ji saziyên hunerî yên sereke yên Rojavayê ye berhemeke nû pêşkêşî hezkiriyên hunera Kurdî kir.…

Zêdetir
“Kaspar” Bi Kurdî Xweş e

Berhema nivîskar Peter Handke ya bi navê "Kaspar" ji aliyê Asiya Xerzanê ve ji Almanî bo Kurdî hat wergerandin. Ev drama ku wekî yek ji berhemên girîng ên şanoya cîhanê…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext