Sîng û berê kew-gozelê Elegez e,
Vê biharê wê xemilye rez bi rez e:
Memikê yarê ser bedenê cot kanîne,
Xalêd sûret mîna konê Kurmancîne.
Guliyê yarê mîna cewê der biharê
Hev girtine, fitil-fitil têne xarê.
Ezê li ser kaw-kubarê bengiyê xefur,
Min da desta û lîlandin sîmê tembûr,
Min go:-Yarê, tembûr destê min de helîya,
Were lawikê xwe keremke cotê gulîya. . .
Go:- Beytûyo, porr û gulîyê min qumaşin,
Yêngê mîna te bêsewda û bêhişin.
Sîng û berê min zozan e, ez çevreşi im,
Ne ya te me, para lawikê xwe keleşim. . .
Got berzeqê û bi avir min nihêrî,
Avirê wê min bûn mîna kêr û dirî. . .
Cotê gulîya bûn cote mer û min venîn,
Sazê min ket, tilî-pêçiyê min lerizîn…
Mêrg û geliyê Elegezê girtin dûman,
Nizam çira gelo bihar bû zivistan. . .
Zeriyê zenda zer hildaye ta enîşkê,
Raser hatye, dibişêve serê keşkê…
Ew keşk nîne, reben dilê mine, yazix,
Ji dest huba wê dihele, usa dişkê…
Xwezil, xwezil, ya min biyayî,
Xwezila bûka diya min bûyayî,
Te çok veda ber pîngê wê,
Serî bida ser sîngê wê,
Porr û gulîyê xwe reş berda,
Diya min porê te vegirta,
û min destê wê yê çira
Li ser porê te paç kira…
Ez bûm kanî, jorda hatim,
Ber bi baxçê te xulxulîm,
Sura dilê te da ser min,
Ax nîvê rê ez cemidîm.
Lawikê min çû, bû xwendekar,
Ber bi gundê me nayê,
Yara xwe hîşt, çara xwe hîşt,
Bîrkir sozê dinyayê.
Şeherlûke tîtik-mîtik
Qey muhbeta wî kirî,
Dilê lawikê min bû kevir,
Çerxa min çep zivirî.
Ez çi bikim bejina bilind,
Xirxê xweyî reng-rengî,
Gava lawikê minê ezîz
Ser şeherlûyê bû bengî…
Hergê bêjim: “Were, lawik,
Ez xezala serê çîya”,
Ax wê bêje: “şeherlûya min
Kew-gozela nav baxça”.
Hergê bêjim: “Were, lawik,
Ez sosinim, gula reng”,
Ax wê bêje: “Barişna min
Hewirmişa al-fireng”…
Wekî bêjim: “Ezê te re
çêkim berr û xalîça”,
Wê bê: “Dosta min dizane
Nexş-nîgarê şah, padişa”.
Min rebenê, hergê bêjim:
” Ez xanimeke cindî”,
Heqî-heqiyê wê bê:
“Dostê prafesor û xwendî…”
Na gidîno, qesem-qirar,
Xwendikarî bûye dem,
Ezê hildim qey xatira
Defter, kaxwez û qelem…
Fêrîkê Ûsiv
Çavkanî: Asoya Helbesta Kurdî

















