Mîtolojîy Kurda hevparê mîtolojîyên gelê dine ku li ernîgara Kurda de jîyane ye. Ji ber ku Kurd
ji xelqek Îranî ne, bi xelqên Îranî yên din re xwedîyê destan û çîrokên hevşêwe ne. Sîmûrg yek
ji wan e û di mîtolojîya Persîyan û hin mîtolojîyên Îranî yên din de wek Zumrûdê Anka binav
dibe. Di mîtolojîya Misirîyan de wek Fenîks tê zanîn. Çanda Tirka jî ketîye bin tesîra mîtolojîya
Îranîyan. Jixwe di mîtolojîya Tirka de Sîmûrg wek Teyrê Hûma tê naskrin.
Sîmûrg, teyrekî efsanewî û başîyê ya mîtolojî û edebîyata xelqên Îranîya ne. Tê gotin ku
waxta ev teyr wê bimire dibe agir dişewite û paşê ji xwe ji nû ve diafire, vedije.
Di hunera Kurdî de Sîmûrg wek teyrek bibask û qasî dêwekî mezin tê nexşandin. Gorî
efsaneyê ev teyr ew çend salmezine ku sê cara bûye şahidê tunebûna dinyayê…
Dîsa bi gorî efsaneyê Sîmûrg, hikumdarê teyra bûye, li ser çiqilên Dara Zanîstîyê jîyaye û her
titî zanibûye.
Teyr, bawerîya xwe bi Sîmûrg anîne û bawerkirine ku wê wan rizgar bike. Lê kesek ji wan
Sîmûrg nedîtîye. Hingî ku Sîmûrg bi wan nexûyaye ketine şikê û di dawîyê de hêvîya xwe
birîne.
Hêlûna Sîmûrg li ser girê Çîyayê Qaf yê ku pêşa wê digihîje ewran de bûye.
Rojek ji welatek dûr birek teyr ji baskê Sîmûrg pûrtek dibînin. Her wiha têdigîhin ku Sîmûrg
heye. Tim teyrên Dinyayê kom dibin û biryar didin ku herne hizûre Sîmûrg û ji bo tiştên
serrast nînin alîkarî bixwazin.
Lê ji bo ku bigihîjine Çîyayê Qafê divê ji heft newalên bêbinî derbasbin. Ev newalan, her yek ji
wan ji yên din dijwartir bûye. Newala yekemîn Xwestin, ya duyemîn Evîn, ya sêyemîn
Merîfet, ya çaremîn Îstîsna, ya pêncemîn Tevhîd, ya şeşemîn Şaşmayî û ya heftemîn jî
Tunebûn bûye.
Hingî ku li ser van newalan firîne hejmera wan hingî çûye kêm bûye.
Teyr tev bi hev re ber bi ezman hilpas bûne. Yên ku xwestin û sebatên wan kêm bûne, yên ku
mêla wan li ser tiştên dunyewî bûne di rê de yeko yeko rijyane. Yên ku westîyane û ketine
hebûne. Berê ji Behra Evînê borîne paşê ber bi Newala Cihêbûnê firîne. Ji Newala Azwerîyê
derbas bûne çûne Gola Dexesîyê. Hinek teyr noqî Behra Evînê bûne, hinek ji wan li Newala
Cihêbûnê qetîyane ji birê. Hinek azwer bûne ketine newala, hinek dexesî kirine noqî golan
bûne.
Hinek jî paş ve zivirîne. Pişîyê Bilbil, eşqa gulê anîye bîra xwe para zivirîye. Paşê Papaxan
pûrtê xwe yê bedew dixe menî dizvire. Halbûkî ji ber pûrtê wê, dixistine qefesa. Balinde
qraltîya xwe yê jorahîya bernedaye, destê Pepûk ji kelefeyan nebûye, Teyrê Mesîxwer bîrîya
avîyên xwe kirîye û zivirîne.
Lê yên mayî domandine û di axirîyê de ji pênc newalan derbas bûne, hatine ji Newala
Şaşmayîyê jî borîne xwe gîhandine Newala heftemîn ya Tunebûnê. Gava hatine Newala
Tunebûnê, tevahîyê teyra hêvîyên xwe birîne. Ji ber vê gava hatine Çîyayê Qafê ji bira teyra
tenê sî heb mane.
Lê ewên ku gihîştine serê çîyê hêlûna Sîmûrg dîtine. Teyrên ku hêlûnê dîtine gihîştine
hikmeta rastîyê. Têgîhane ku wateya Sîmûrg sî teyr bûye. Sî teyr fem kirine ku tiştê ku lê
digerin ew bi xwe ne û rêwîtîya rastemîn, rêwîtîya ku berbixwe kirine ye.
Di dawîyê de sir bi kelîmeyan zelal dibe: Rêwîtîya rastemîn û mayende ya ji xwe re ne. Wek sî
teyrên ku gihîştine rastîyên xwe û bi xwe hisîyane.

















