Paletîya Gîhadirûnê

Di destpêka biharê de gund hêdî hêdî ji serma û bêdengiya zivistanê difilitin. Berf dihele, avên çeman zêde dibên û erd ber bi germbûnê xwe diguhizîne.  Li çol û zozanan gîhayên teze dertên, dar pel didin, xweza vedije û bihna axa şil li her derê belav dibe. Ji bo gundiyan wateya biharê ne tenê guherîna demsala ye, ew, di heman demê de destpêka jiyanek nû û demsala kar û hereketê ye.

Gava bihar dest pê dike, gundî ji mal û tewleyan derdikevin û amadekariya karên havînê dikin. Yek ji wan karên girîng jî amadekariya dirûna gîhê ye. Gundî mêrgên xwe dinhirin, dibên ka gelo li kîjan deverê gîha baş şîn bûye û kîjan mêrg di destpêka havînê de dê were dirûn. Di wan deman de heywan jî zêdetir têne berdan û her wiha şivan û gavan  wan li çêrê zozanan dixin. 

Di biharê de xweza bi tevahî diguhere. Gundî gîhayên biharê wek tolîk, sîrim, kereng, gulîlk, rêbês û siping kom dikin. Jin, van berhemên xwezayî bi mast û rûn de dikin, xwurekên kevneşop amade dikin, li nanê loş dipêçin û dixwun.  

Dema ku havîn nêzîk dibe, tav xurt, germ zêde dibe, mêrg amadeyê dirûnê dibin. Ev dem,  destpêka yek ji karên herî girîng yên gundiyan ne; dirûna gîhayan. Berê ku makîne û amûrên nûjen hebin, hemû kar bi dest û bi hêza merivan dihate kirin. Gundî bi zehmet û westanî xwarina heywanên xwe ya zivistanê amade dikin. Ji ber vê yekê dirûna gîhayan tenê karekî rojane nîne; ew beşek ji jiyana civakî, aborî û çandî ya gundîyan e.

Di sibeyên zû yên gîhadirûnan de, berîya ku tav germ bibe, pale dirgan, tirpan û dargêtin xwe hildidin diçin mêrgan. Heta ku hênkahîya sibê bişkê dixebitin. Di wê waxtê de ji wan re ji gund taştê tê. Taştê bi giştî katix û nan e. Nan hûrdibe nav katix û tê xwarin. Bi qasî seetek şûnda jî dîsa ji gund ji wan re çay tê.

Piştî taştê heta nîvro dîsa dest bi xebatê dikin. Dema dirûnê, gundî bi rêz li mêrgan dixebitin. Tirpankêş didrûn, tirmixçî top dikin, darkêt kêt çêdikin. Tev li pey hev in. Gava ku kêt zêde dibin, paşê kêta bi darkêta li hev top dikin, panzdeh, şanzdeh kêta li cîhek didin ser hev li hev dicivînin, dixin erebe. Ji ber ku dibin barê erebeyek, jê re dibên “erebe”.

Piştî dirûnê, berê bi erebeyên ga, lê îro bi motoran gîha tê kişandin. Her wiha gîha dikişe tê ber derê mala, dibe lod. Lê divê were gotin ku barkirina erebeyan jî huner û hostatî dixwaze. Hinek pale tenê li ser erebeyan disenîn, gîhê li ser erebeyan rast dikirin. Ji wan re digotin “erebecî.” Erebecî, erebeyan wisa bar dikirin gava ku tijî dibû, erebe dibûn wek qutîya. Di nav gundîyên Seregolan de her wiha erebecîyên binavûdeng hebûn. Ahoyê Neco, Sebrîyê Heso, Xelîlê Mele , Weloyo Hecî Ahmed hinek ji wan bûn. 

Lod, ji bo debara heywanan gelek muhim e. Divê baş were çêkirin û serê loda dîsa divê baş were girtin. Ew jî her wiha karê erebrecîyan e. Di demsalên zivistanan de, dema ku berf dibare, deşt û zozan bi berfê tijî dibe, heywanên mala bi van gîhayan ve têne xweyî kirin.

Lê divê were gotin ku dirûna gîhayan tenê karekî fizîkî nîne. Ew, di heman demê de çalakîyek hevparîyêye jî. Cînar, bêpere ji hev re dixebitin, alîyê hev dikin. Hevparîyên wiha di gundan de gelek girîng in. Gava karê malbatek biqede, paleyên ehlê wê malê, diçin alîkariya cînarên xwe. Bi vî awayî hem kar zûtir diqede hem jî têkilî û hevnêzîya navbera merivan xurt dibe. Ji ber vê yekê dirûna gîhayan tenê karekî rojane nîne, ew beşek ji jiyana civakî, aborî û çandî ya gundan e.

Di navbera karan wezîfeyên jinan jî bitaybet in. Jin,ji malan nanê tandûrê, mast, to, penêr û ava sar datanîn, dişandin bo paleyan. Ji ber ku di deşta Seregolan de dar û ber tunene, pale bi giştî li ber sîha erebeyan de rûdiniştin, bêhna xwe didan. Nanên xwe yên nîvro di bin sîha erebeyan de dixwarin. Nanê paleyan yên nîvro zêdeyî afsîr û savar e. Carna tenê savar e lê gava ku savar tenê be, divê li ser goştê mirîşkên qelandî jî hebin. Xêncî goşt, tema savar bi zêdeyî rûnê li ser e. Rûnê nivîşk ku li ser savar de dibe, temek bêhempa dide savar. 

Waxtek li Mîrze ehlîyek bi navê Hesoyê Sofî hebû. Tirpançîyek baş, serhonazek zexm bû. Gava ku savara ber xwe dixwar xilas dikir, lengerîya savar hildida, rûnê ku di bin savar de maye li ser xwe da dikir û vedixwar.  

Di mêrgan de ji nav pala gelek caran stran û kilam jî dihatine bihîstin. Dengê kilam û stranan, ken û laqirdîyên gundîyan li nav hev diketin,  di nav mêrgan de belav dibûn. Ji ber vê yekê dirûn ne tenê xebat, lê her weha demeke şahî û civînê bû.

Îro li gelek deveran makîne şûna van karan girtine. Traktor û makînên biçînê karan hêsantir kirine. Lê dîsa gelek kes bi hesret bîra wan rojên kevn dikin. Ji ber ku di wan rojan de, tevî westandinê, gelek germî, hevkarî û sadebûna jiyanê hebû. 

Paletîya gîhadirûnê, wek sembola ked û xebata gundiyan û bîranînek girîng ji çanda gundan re maye.

 

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Serxwebûna Hunermenda û Mafê Telîfê

    Hunermendê Kurd Mem Ararat di van rojên dawî de bi videoyekê li ser medyaya civakî nerazîbûna xwe li dijî hin sazî û dezgehên Kurdî, bi taybetî KOM Muzik, eşkere kir.…

    Zêdetir
    Bihara Seregolan

    Bihar yek ji demsalên herî xweş ên salê ye. Ew piştî zivistanê dest pê dike û xweza dîsa zindî dibe. Di zivistanê de hewa sar dibe, dar bêpel dimînin û…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext