Dengbêjî Hebûna Ziman e

Li herêma Serhedê ku cihê huner û hunermendan e, dengbêjî cihekî gelek taybet
digire. Li hemû bajar, navçe, bajarok û gundên Serhedê tu dikarî rastî dengbêjan bê
û ev kes çanda dengbêjiyê li ser pêyan dihêlin. Ji 7 salî heta 70 salî dengbêj hene û
hema bibêje li ser hemû mijaran kilam gotin e. Lewma, di civaka Kurdan de ji ber ku
dîroka Kurdan heta îro bi kilaman anîne dengbêjî pîroz tê dîtin.
Yek jî ji van dengbêjan Dengbêj Miraz (Îlhan Ûygar) ku ji gundê Hurkût ê navçeya
Panos a Agiriyê ye. Meraqa Dengbêj Miraz a ji bo kilam gotinê ji zaroktiya wî tê.
Hevjînê meta wî Silhedîn, ew hînî kilam gotinê kiriye û ev nêzî 45 sal in kilaman
dibêje.
Dengbêj Miraz anî ziman ku heke ew bikaribin ciwanên Kurdan ji pop a tirkan
biqetînin, ev yek ji bo wan serkeftineke mezin e. Dengbêj Miraz, bi lêv kir ku gelek
buyer hatine serê Kurdan û dengbêj jî ev bûyer bi kilamên xwe heta îro anîne.
Dengbêj Miraz, bi domdarî wiha got: “Dengbêjiya Serhedê tenê li ser evîniyê nîne.
Qetlîam, şer hwd. jî di kilaman de hatine vegotin. Dengbêjiya Serhedê bi awayekî
serbest tê gotin, bêkontrol e. Her kes li gorî dengê xwe dibêje û dengê Serhedê
qûlingî ye.”
Dengbêj Miraz da zanîn ku dewletê qaset an jî albûmên dengbêjan waxtekî qedexe
dikirin û malbatên dengbêjan ew qaset û albûm binax dikirin û verdişartin. Dengbêj
Miraz anî ziman ku dengbêjek bûyerekê yan jî mijarekê di mêjiyê xwe de teswîr dike
û wiha dirêj kir: “Dengbêjek bi teswîrkirinê kilamên xwe dibêje. Heke guhdarvan jî
xwe di nava vê kilamê de bibîne bandoreke mezin li ser civakê çêdike. Li gor min
bandora dengbêjiyê jî li ser hebûna Kurdan bandoreke mezin kiriye.”
Bi domdarî Dengbêj Miraz destnîşan kir ku niha dengbêjî, kilam gotin weke tiştekî
gelek hêsan tê dîtin û bûye mijara pere qezeckirinê. Dengbêj Miraz diyar kir ku ev
yek hinek jî sûcê civakê ye, lewma zêde ji dengbêjiyê heznakin û ev tişt got: “Çima
heznakin? Tişta ku enstiruman tê de ne be, keyfa wan jê re nayê. Ciwanên niha
mixabin hewesa wan li Tirkî ye, Tirk jî ji Ewropa hewes dikin. Ji ciwanên me nêzî sedî
20 di telefonên xwe de dengbêjan guhdar dikin û ev tiştekî baş e. Her wiha gelek
hozanên me yên nû jî kilaman xirab dikin. Dengbêj dikare sê rojan bibêje û qet kilamê
dubare neke. Ji kesên wiha re dibêjin dengbêj.”
Dengbêj Miraz anî ziman ku gelê Kurd hêj jî ji dengbêjiyê haydar nîne û heke
pêbihese dê gelek baş be. Dengbêj Miraz binê wê xêz kir ku dengbêjî hebûna
zimanê Kurdî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dîroka Kurdan bi dengê dengbêjan
heta îro hatiye. Ez ricayê ji dengbêjên nû dikim, bila reseniya kilamê xirab nekin. Bila
bi devê stranbêjan kilaman nebêjin, bila bi devê dengbêjan bibêjin.”

Çavkanî: Ajansawelat

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Waxtekî Dunya Tarî Bû

Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

Zêdetir
Mîrze Mihemed Dizewice

Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext