Dilvîn Filîtê Xelatek Giranbiha Stand

Keça Kurd a 15 salî ya ji Qazaxistanê Dilvîn Filîtê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist.

Wergirtina xelatên bi prestîj ên Dilvîn Filîtê yên di pêşbirkên navneteweyî de didome.

Vê carê behreyên Dilvîn Filîtê yên muzîkê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê hatin nirxandin.

Dilvîn Filîta 15 salî ya ji bajarê Almatayê yê Qazaxistanê beşdarî pêşbirka navneteweyî ya bi navê New York International Competition for Performing Artsê bû.

Ev pêşbirk 22yê Adarê bi beşdariya bi sedan muzîkjenên ji hemû cîhanê hat lidarxistin.

Dilvîn Filîtê di vê pêşbirkê de xelatek wergirt.

Ev xelat di kariyera wê ya hunerî de bû gaveke nû û girîng.

Ji biçûkatiya xwe ve bi muzîkê re ye

Dilvîn Filît li Almatayê di malbateke Kurd a rewşenbîr de ji dayîk bûye.

Wê bi piştgiriya dê û bavê xwe ji zaroktiya xwe ve jêhatîbûna xwe ya muzîkê nîşan daye.

Dilvînê heta niha di pêşbirkên cuda yên navneteweyî de gelek xelat bi dest xistine.

Wê di Grand Music Festivalê de xelata pileya yekem wergirtiye û her wiha wê di beşa kemanê de Xelata Mezin (Grand Prix) standiye.

Dilvînê di pêşbirkên Magic Melodies û Instrumental Artê de jî xelat bi dest xistine.

Dilvîn di nav Kurdên welatên Yekîtiya Sovyetê ya berê de gelekî tê hezkirin.

Çalakiyên çandî yên Kurdan bi piranî bi beşdariya wê tên sazkirin.

Ev serkeftina wê ya nû ya li New Yorkê nîşan dide ku Dilvîn Filît êdî li cîhanê jî tê naskirin.

Ew ne tenê wekî hunermendeke ciwan a Kurd, her wiha wekî xwendekareke jêhatî ya dibistana muzîkê ya Qazaxistanê jî navê xwe li cîhanê belav dike.

 

Çavkanî: Rûdaw

 

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Miss Germany Keçikek Kurd e

    Keça Kurd Dua Farisa ku bi eslê xwe ji Qamişloya Rojavayê ye, wekî Şaciwana Almanyayê (Miss Germany) ya sala 2026an hat hilbijartin. Ev cara yekem e di dîrokê de ku…

    Zêdetir
    Ronahîya Dunyayê

    Dunya piçûk bûye. Lê ev ne wek metafora ku di helbesta Mungan de wekî “em mezin bûn û qirêj girt Dunya” ye. Ev Dunyaya global e ku di qursîyên zanîngehan…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext