Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye. her sal sê heb sêv didaye. Rojwk bavê wan ji wan re gotîye,
“Vê darê biparêzin, ewê her sal yek sêv bide we.”
Dem û dewran tên diborin, waxt diherike, roj tê bavê wan ji vê dunya ya derewîn koç dike diçe alema din.
Dara wan sê sêv dide. Di demajoya gihîştina sêvan de, ji bo parastina darê her sê bira, ketine dorê. Berê birayê mezin nobet girtîye.
Hinek sekinîye xewa wî hatîye, razaye. Gava hişyar dibe, dibîne ku sêvek çûye, du heb maye. Paşê birayê din tê, ew jî eynî wisa, di nobetê de xew re diçe. Her wiha sêvek din jî tê dizînê, yek dimîne.
Îja dora Mîrze Mihemed tê. Mîrze Mihemed dertê nobetê. Di nobetê de gava xewa wî tê piçîya xwe dibire, ji bo ku xewa wî neyê xoy lê dike.
Gava dibe nivê şevê, dibîne ku wa yek tê ku sêva mayî jî bidize. Mîrze Mihemed ewî dibîne, berî didê. Ew jî direve diçe dikeve şikeftekî.
Destê sibê Mîrze Mihemed radibe diçe malê. Ji birayên xwe re behsa rûdanê dike. Her sê bira radibin diçin devê şikeftê. Bi xwe re şirît jî dibin. Dixwazin ku bikevne hundurê şikeftê ka gelo tê de çi heye, kê heye.
Berê birayê mezin dikevê. Şirît lê dialnin, berjêrî şikeftê dikin. Birayê mezin hê hinek dadikeve danakeve jêre, hankava gazî dike dibê “min derxin.’’
Birayê mezin derdixin. Pişt re yê din dadiliqînin. Ew jî wek yê din zûtirî gazî dike dibê “min derxin.’’
Piştî wan dor tê Mîrze Mihemed. Mîrze Mihemed ji birayên xwe re dibêje,
“Gava ez ketime hundur, ez her şiqas gazî jî bikimî hûn min dernexin.’’
Kap li Mîrze Mihemed dilînin, berjêrî jêrê dikin. Mîrze Mihemed heta binî diçe. Mîrze Mihemed gazî dike, qêrîn dike, çi dike, çi nake lê birayên wî ewî dernaxin. Her wiha digîhîje binê şikeftê.
Di binê şikeftê de sê heb ode hebûne. Li derîyê odeya yekem dixe, dinhêre keçikek bedew tê da ye. Di destê wê de ta û derzî hebûye, gava çev bi Mîrze Mihemed dikeve dibê,
“Mîrze Mihemed tu çima hatî? Wê a niha dêw hişyar be, wê serê te jêke.’’
Mîrze Mihemed jê didpirse,
“Dêw li kêderê razaye?”
Keçîk, Cîhê dêw nîşanê Mîrze Mihemed dike. Mîrze Mihemed diçe dînhêre ku dêw hê di xewa giran da ye. Şûrê wî hildide serê dêw jêdike.
Di wan odeyan de sê heb keç hebûne. diçe ji wan re dibêje,
“Êdî ji dêw netirsin, min serê wî jêkir.’’
Paşê wan her sê qîza hildide, diçe serê bend digre, gazî birayên xwe dike, dibê,
“Bikşînin.’’
Berê qîza dişîne, paşê bixwe diçe. Herd qîzên mezîn dide birayên xwe yên mezin. Ya piçûk jî ji xwe re hildide. Her wiha, her sê bira bi hev re dewat û dîlana dikin, govenda digerînin. Ew digihîjin mirazê xwe.
Çîroka me çû dîyaran, rihme li dê û bavên guhdaran.

















