Serencama 90 Salên RİYA TEZE

Hejmara ewlîn ya rojnama RİYA TEZE, di sala 1930î, bîstûpêncê meha Adarê, li
bajarê Yêrêvanê, bi elfabeya girafîka Latînî, ku Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo çê
kiribûn, hate weşandin. Rojname organa Wezareta Ronkayê ya RSS Ermenistanê
bû. Armancên weşandina rojnamê di nav silavnama Komîtêya Navendî ya Partiya
Komunîst û hukumeta rêspûblîka Ermenistanê da hatibûn destnîşankirin. Armanca
rojnamê ya sereke ji bo çêkirina qeydê nû (sosyalîstiyê) organîzekirina wê para xelkê
kurd bû û di nav kurdan da propagandakirina siyasî ya wî welêtî.
Di roja ewlîn da rewşenbîrên kurd yên wek Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal
û yên din di dora rojnamê da civiyan, kar û barê wê hildan ser milên xwe. Ji bo bi rêk
û pêk weşandina rojnamê, nivîskarê ermeniya yê bi nav û deng, dostê gelê kurd
Hiraçya Koçar, edebiyatzan Herûtiyûn Mikirtçiyan, Gevork Parîs alîkariya mezin dan
karên weşana rojnamê. Ew tev jî di nav kurdan da mezin bûbûn, kurmancî rind
zanibûn û dilsozê gelê kurd bûn. Heta sala 1934an wan wek berpirsiyar rojnamê
diweşandin. Berpirsiyarê rojnamê yê ewlîn yê bi eslê xwe kurd Cerdoyê Gênco bû
(1934-1937).
Sê Êtapên Weşandina Rojnameyê
Weşandina rojnamê meriv dikare belayî sê êtapan bike:
Êtapa yekê: Ji sala 1930 heta 1938an, yanê heta dema rawestandina weşana
rojnamê. Di vê êtapê da çiqas jî kadrên netewî yên xwendî kêm bûn, di nav kurdan
da evdên di karên rojnamevaniyê û weşangeriyê da têgihîştî bawer bikî tune bûn, lê
guhdariya dewletê, xêrxwazî û alîkariya rewşenbîrên ermenî zêde bû. Her tişt ciyê
vala ava dibû.
Di hejmarên rojnamê yên wan salan da biryarên Komîteya Navendî ya Partiya
Komûnîst, hukumeta welatê Sovêtê û Ermenistanê hatine weşandin. Guhdariya
mezin hatiye danîn li ser pirsgirêkên li ser bingeha sosyalîstiyê veguhestina civakê, di
gundan da çêkirina kolxozan, perwerdekirina civakê bi ruhê Marksîzm-Lênînîzmê,
dostanî û biratiya gelan, karê hildana nexwendîtiyê, mafê jinan, ciwanan, şerkariya
dijî edetên ziyandar, serokeşîr, zengîn, milkedar û olperestiyê. Şerkariya dijî erf-
edetên bêkêr, pêşdabirina gundên kurdan, çêkirina dibistanan, hazirkirina kadrên
netewî û gelek pirsên dinê tim di guhdariya rojnamê da bûne.

Tîraja rojnamê sala ewlîn 600 heb bû, sala 1932 gihîşte 1300î. Rojname li nav
gundên kurdên Ermenistanê, avtonom rêspûblîka Naxîciyêvanê û li bajarê Tilbîsê
(Gurcistan) belav dibû.
RİYA TEZE bi rastî jî wê demê roleke mezin di jiyana kurdên Sovêtê da lîst.
Xwendevanên kurd rojnama xwe dîtibûn, di her malê da ew bû mêvana hizkirî.
Lê paşê, rojên nexweş bûn para kurdan jî. Dezgehên kurdan yên çandiyê, perwerdê,
weşanê hatine rawestandin. Bi sebebê goya ji bo guhestina elfabê (elfaba kurdî ya
latînî bi elfaba herfên kirîlî), weşana rojnama RİYA TEZE jî “wedelû“ hate sekinandin.
Wê “wedelûyê“ bawer bikî 17-18 salan kişand. Di sala 1955an da, careke din dest bi
weşana RİYA TEZE bû.
Êtapa duda: Ev dema ji sala 1955an dest pê dibe, dikşîne heta sala 1989an. Vê carê
rojname bi tîpên kirîlî hate weşandin, kîjan Heciyê Cindî li ser girafîka rûsî çê kiribû.
Ev dema weşana rojnamê ya here gumrih, bi hêz û geş e. RİYA TEZE dikeve nava
cêrga rojnamên komarê yên here hukumdar. Dibe organa Komîtêya Navendî ya PKE,
Sovêta Bilind (parlamênt) û Sovêta Wezîrên RSS Ermenîstanê. Rojname dibe
berdevka partiya desthilatdar û hukumeta wê komarê. Eva nîşan dide ku mecalên
rojnamê beranberî mecalên rojnamên komarê yên here navendî dibin û fînansekirina
wê ji alîyê dewletê va tê kirin. Berpirsiyarê rojnamê tim dihat hilbijartin parlamêntarê
komarê û endamê Komîtêya Navendî ya PK ya Ermenistanê. Xebatkarên rojnamê jî
diketin nava sîstêma xebatkarên Komîtêya Navendî ya PK û hukumetê. Di welatê
Sovêtê da xizmetguzariyên xebatkarên wê sîstêma hukumdar li ser asta here bilind
dihatin mîaserkirin. Nexweşxane, dukan û xizmetguzariyên din ji bo wan cuda bûn, di
bajêr da zû avayî didane wan.
Di nav wan salan da (34 sal) berpirsiyarê rojnamê yê herdem Mîroyê Esed Mistoyan
bû. Wan salan cîgirê berpirsiyar Qaçaxê Mirad, pey ra Emerîkê Serdar xebitîn, wek

katibên cawdar salên cuda cuda Şekroyê Xudo, Qaçaxê Mirad, Emerîkê Serdar û
Babayê Keleş xebitîne. Di nav wan sala da timî 12-14 karmendên rojnamê hebûne.
Rojname di heftiyê da du caran, bi çar pelên biçûk dihate weşandin. Tîraja wê
digihîşte 5 hezarî. Navê wê kiribûn kataloga navnetewî ya rojname û kovarên welatê
Sovêtê.
Ew rojnama dewletê bû û berê ewlîn siyasiya welêt dimeşand û belge û biryarên
dewletê bi wergera kurmancî têda dihatin weşandin. Xêncî wan gelek gotar û nivîs ji
navenda jorê dihatin standin: Gotarên siyasî, ji emrê Partiya Komûnîstiyê, şirovên
civakî, siyasî, deng û bahsên cîhanê û welêt. Ew hemû bi mecbûrî, bi kurmancî
dihatin wergerandin û di rojnamê da weşandin.
Berpirsiyariyê guhdarî datanî li ser pêşdaçûyina emrê kolxoz, sovxoz, fabrîkan,
dibistan û îdarên xwendinê, obiyêktên çêkirinê, destanînên xebatkaran û pirsên din.
Naveroka gelek nivîsaran qet bi kurdîtiyê va girêdayî jî nebû. Evê yekê di nav
xwendevanan da gazin pêşda tanîn. Ji bo ew nivîsarên ku min behsa wan kir, payê
pirê bi zimanên din rojnamên rojane da dihatin weşandin, bi radyoyê dihatin dayîn,
paşê heta di RİYA TEZE da derdiketin êdî kevn dibûn û pêwîstiya wan nedima.
Pelek tim ji bo kurdîtiyê dima. Di wê pelê da ser pirsgirêkên dîrok, çand, huner,
edebiyat, ziman, zargotin, perwerde, werger û pirsên civakî dihatin rawestandin.
Wê demê serokê para edebiyatê Egîtê Xwedo, yê para kûltûrayê jî Emerîkê Serdar
bû. Herdu jî di warê zanyariya edebiyatê da zane bûn. Para ziman û edebiyata
zanîngehê xilaz kiribûn û wek mamostayê ziman û edebiyata ermeniya di mekteban
da xebitîbûn. Wana bi hizkirin guh didane efrandinên me yên nû, berhemên here baş
dibijartin bo di rojnamê da weşandinê.

Matêriyalên vê parê timê pirr bûn û bi mehan li benda weşana xwe diman. Hinek
wusa jî nedihatin weşandin. Nivîskar û rewşenbîrên kurd sal bi sal pirr dibûn, mecalê
weşanê jî kêm dibûn… Xêncî wî perrên rojnamê, mecaleke weşandinê ya din ji bo
efrandarên kurd tune bû.
Ji her tiştî berbiçav bû ku ev rojnama biçûk nikaribû xwestekên rewşenbîriya kurdî
pêk baniya, rojname wek navekî mezin hebû lê mecal tunebûn.
Heta niha jî ji me gelekan ra tarî ye (wek şedên bûyeran); gelo çima RİYA TEZE wek
rojnamên merkezî yên din nekirin ya rojane? Hema hevekî nehat mezinkirin? Gelo
berpirsiyar nedixwest karê wî û cawdariya wî zêde bibe, yan pêşdakişandina pirsên
wusa li serokatiya Ermenistanê xweş nedihat? Bi texmîna min herdu menî jî hebûn.
Çi jî hebûya RİYA TEZE rojnama me kurdan bû, her tiştê wê kurdewarî bû. Heta
axaftina civînên xebatkarê wê, civînên tevî miqaledaran, protokol, her nivîsên wan
yên biçûk û mezin, gişk bi kurmancî bûn. Min nedît careke di rêdaksiyayê da xêncî
kurmancî bi zimanekî din bihata axaftin, nenihêrî xwendina teva ermenî yan rûsî bû û
weke wan netewan, carna ji wana jî rindtir, paqijtir zimanê wan yê edebî zanibûn. Di
nav rewşenbîriya kurdên Ermenistanê da şerm bû ku bi hev ra bi zimanekî din
biaxivin. Loma jî nêzikaya salên heştêyî di nav kurdên Ermenistanê da bawer bikî
bingeha zimanê kurmancî yê edebiyatê yê standart hatibû avîtin. Pêşengiya paqijayî
û pêşdabirina rastnivîsê RİYA TEZE dikir. Di wê derecê da rola wergerê pir bû. Rojê
bi dehan nivîsên pirrcure û pirrserecen ji zimanê rûsî û ermenî ji bo axaftina radyoyê
û rojnamê dihatin wergerandin. Wergervan, dicedandin wan nivîsan bikine

kurmancîke wusa ku ji bo xwendevan û guhdarvanên radyoyê pirr têgihîştî bin. Di
RİYA TEZE da guhdarîke mezin datanîn li ser pirsên ziman û rastnivîsê.

Êtapa Sisiya: Ji sala 1989an heta niha. Di vê demê da êdî bingeha rojnamê hejiya.
Bi pêrêstroyka Gorbaçov di welatê Sovêtê da dest bi tevliheviyê bû. Nijadperestî,
pirsgirêk û dijîtî di nav gelan da serî hildan. Di Ermenistanê da jî bayekî nebixêr li
civaka kurd rabû. Bi alîkariya şovûnîstên ermenî, li nav wê para kurdan jî dutîretî
çêbû, bere bere mecalên rojnamê kêm bûn û di dawiya salên nodî da RİYA TEZE
kete halê bûyîn-nebûnê. Fînansekirina wê ji aliyê dewletê va bere bere kêm bû û pey
hilweşîna welatê Sovêtê ra jî lap hate birîn. Rojname bi alîkariya welatparêzên kurd
heyîtiya xwe bi teherekê heta niha xweyî dike.
Li pey Mîroyê Esed, ji sala 1989 heta 1991 berpirsiyarê rojnamê sal nîvekê Tîtalê Efo
kir. Paşê heta vê paşwextiyê nivîskar Emerîkê Serdar bû, van salên dawiyê jî
Girîşayê Memê yê rehmetî bû, niha Tîtalê Kerem e. Xebatkarê wê jî bere bere kêm
bûn. Weşan hîmlî ketiye ser milê Mirazê Cemal.
Weşana rojnamê derbazî elfaba latînî bû. Rîtma weşana rojnamê jî xirab bû. Eger
berê heftê du cara dihate weşandin, paşê bû heftê carekê, mehê carekê, çend
mehan carekê…
Piştî Hilweşîna Sovyetê
Wê demê weşana rojnameyeke kurdî, ew jî ya dewletê, bûyereke pir mezin bû ne ku
tenê di jiyana kurdên welatê Sovêtê, lê temamiya gelê kurd da.

Di demeke kin da, ew guhertinên sosyal-çandî ku li welatê Sovêtê di jiyana vê para
gelê kurd da çêbûbûn him bala xêrxwazan, him jî ya dagirkeran kişande ser xwe.
Eger qewl û qanûnên welatê Sovêtê yên berk nebûna, di navbera rewşenbîriya kurd
ya wê demê û ocaxên kurdên Ermenistanê da pêwendî çêbibûna, ez bawer im riya
çand, ziman, perwerde û tiştên mayîn li bal kurdên Ermenistanê wê bêtir li ser
bingeha kurdewarî û bi asteke bilind pêşda biçûya, afirandinên hê bi nirx û giranbiha
çêbibûna.
Di sala 1932an da çend hejmarên RİYA TEZE û pirtûkên kurmancî, ku li Yêrêvanê
hatibûn weşandin digihîjin berpirsê kovara HAWARê Mîr Celadêt Bedirxan. Di
hejmara HAWARê ya 8an da bi navê Herekol Azîzan nivîsareke kêfxweşiyê di wê
derheqê da tê weşandin.
Nivîsara HAWARê weha hatiye weşandin:
“Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmanciyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî
spehî û çeleng de derdikeve.
Vê paşiyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me
şa û geş bû. Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-
çar rûj mijûlahiya xwe bi wan kirin. Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên
çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şalû-şapikê
kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin. Rêya Teze wek navê
xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a
paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke
dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye”.
Paşê ew du helbestên biçûk ji kitêbeke ji wan ra şandî di nivîsê da tîne û nivîsa xwe
weha bi dawî dike: “Ji bona îro me hevqas got, pêşdatir em dîsan ji Rêya-Teze behs
bikin. Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dewiyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav
me hay ji hev hebit û gerek ê ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin“. Herekol
Azîzan
Di wê nivîsarê da nayê behskirin gelo çawa, bi destê kê, yan kê ew rojname û kitêb ji
wan ra şandine.
Eyan e ku di navbera Heciyê Cindî û Celalêt Bedirxan da pêwendî hebûne. Lê tê
texmînkirin, ew pêwendî zûtirekê hatine birîn û HAWAR di hejmarên xwe yên dû ra
behsa RİYA TEZE nake. Xuya ye organên dewletê pê hesîyane û kerr dawî bi
pêwendiyan anîne.
Nuxteke sûcdarkirina Heciyê Cindî ya salên 1937-1938an, pêwendiyên wî bûn tev
Celadet Bedirxan ra.
Heciyê Cindî di bîranîna xwe ya derheqa hebskirina xwe ya sala 1938an da dinivîse:
“… Min wusa jî name ji Celadet Bedirxan ra şandine û bersivên min hatine. Di name
û gotaran da min daye kivşê, wekî li welatê Sovêtê, hukumeta Ermenistanê her

mecal çêkirine bona pêşdaçûyina çanda me: Rojnama me RİYA TEZE dertê, kitêbêd
me çap dibin, radyoya me, mektebên (dibistanên) me hene…“
Ji vê bîranînê tê xanê, ku bi rastî jî rojname û kitêb Heciyê Cindî ji Celadet Bedirxan
ra şandine.
Heciyê Cindî dihate gunekarkirin ku pêwendiyê wî tev serokê partiya kurdan ya
“nijadperest“ XOYBÛNÊ heye û ew partiya wek heval û hevkarê partiya ermeniya,
Daşnaka dihate dîtin…
Kedkarên Rojnameyê
Dema derheqa nivîskarên me Qaçaxê Mirad, Eliyê Evdilrehman, Mîroyê Esed,
Emerîkê Serdar, Egîtê Xudo axaftin dibe, mirov nikare RİYA TEZE ji bîr neyne. Wan
temamiya jiyana xwe ya afirandariyê di xebata vê rojnamê da derbaz kir. Dewsa
qelema wan, bawer bikî li ser her pel, her gotar û nivîsên rojnamê heye. Vê fikrê bi
gîştî derheqa rojnamevanê navdar Tîtal Mûradov da dikare bê gotin, ewî jî bawer bikî
sî-sîûpênc salên emrê xwe bi karê rojnamê va girê da.
Di karê pêşxistina RİYA TEZE da emekê katibê wê yê cawdar, nivîskar Babayê
Keleş, nivîskar û rojnamevan Têmûrê Xelîl, nivîskar Pirîskê Mihoyî, Hesenê Qeşeng,
Girîşayê Memê, Rizganê Cango mezin e. Her yekî ji van, 15-20 salên jiyana xwe ya
afirandar dane karê RİYA TEZE.
Karên xwe yên rewşenbîrî û zaniyariyê ji rêdaksiya vê rojnamê dest pê kirine:
Kurdzanên bi nav û deng, akadêmîkê akadêmiya Ermenistanê Şekroyê Xudo, Prof.
Şerefê Eşîr, Prof. Karlênê Çaçanî, serokê para axaftinên kurdî ya radyoya Yêrêvanê,
nivîskar Xelîlê Çaçan Mûradov, nivîskarê kurd yê navdar Ahmedê Hepo, xebatkarê
partiyê Tîtalê Efo.
Bawer bikin temamiya rewşenbîriya kurdên Ermenistanê, ji Erebê Şemo girtî heta
min û yên li pey min jî rojnamê ya xwe hesab kirine û ji bo pêşxistina vê dezgeha
kurdewarî çi ji destê wan hatiye kirine. Û bi qewata tomerî, rojnama me bi bilindayî û
başbûna xebata rojnamegeriyê, profêsyonalîzmê ji rojnamên komarê danedixist…
Jê ra hesav rûdiniştin, xebata wê ne ku tenê li Ermenistanê, lê li welatê Sovêtê bilind
dihate qîmetkirin. Sala 1980î ji bo 50 saliyê ji aliyê hukumeta Sovêtê hêjayî xelata
“Nîşana Hurmetê“ bû. Gelek xebatkarên wê bi hurmetnaman hatibûn xelatkirin, hêjayî
navên emekdariyê bûbûn, endamên Yekîtiya Nivîskar û Rojnamevanên Welatê
Sovêtê bûn.
Di dîroka rojnamegeriya kurdî da, rojnama RİYA TEZE, di warê pêşxistina ziman,
edebiyat û rojnamevaniyê da xwediyê rol û cîkî xisûsî ye. Rojnama RİYA TEZE bû
ênsêklopêdiya jiyana kurdên Sovêtê, îlahî yên Ermenistanê. Ew dîroka zindî ya
pêşdaçûyîna çand-kûltûra wê para gelê kurd e.

Eskerê BOYÎK

Ji malpera Kovara Dilop

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext