Kurteçîroka Parçejîyanek: ”Xezeba Qertewînê”

Di kovarek wêjeyî de kurteçîrokek Kamil Abê weşîya. Kovara Edebîyatist, ku li ser çand û hunera
nivîskarîyê ya edebîyatê disekine û bala xwe bi zêdeyî dide ser nivîskarê nû, kurteçîrokên destpêkîyê
diweşîne û bi xwendavanên xwe dide nasîn. Her wiha di dema demajoya xwe ya biharê de, di
hejmera xwe ya 47an de bi hin nivîs û kurteçîrokên din ve “Xezeba Qertewînê” jî weşîya.
“Xezeba Qertewînê” me dibe salên 60an û rastî zaroktîya Qasim tîne. Qasim deh salîye. Di dumahîka
çîrokê de em têdigihîn ku dîya xwe winda kirîye, bav jî girtî ye. Li gund, bi apê xwe re dimîne. Apê wî
dixwaze bişîne dibistanê lê li bajêr cîhê ku bimîne tuneye.
Piştî vê danezanîyê îcar em dîsa di çîrokê de rastî profîla duyem tên. Xecê jinek bî ye. Li Panosê
rûdinê, tenê di malek de dimîne. Qîza wê li gundê Qasim li mêra ye. Xecê carna tê cem qîza xwe.
Rojek, dîsa gava li gund bûye, bi Apê Qasim re sohbet dike. Apê Qasim dibê “ez dixwazim Qasim
bişînim dibistanê lê cîhek ku lê bimîne tuneye.” Li ser vî Xecê jî dibêje “ez li mala xwe tenê dimînim,
odeyek minê vala heye, hezdikî bişîne bra li mala min bimîne, ezê lê binhêrim.”
Her wiha Qasim dişînin Panosê. Traktorek ji romorka xwe de çiwalek ar, torbek savar, torak, kartol,
rûn û nivînê Qasim li mala Xecê vala dike. Qasim ew zivistan li wir dimîne. Derbiharê zexîreya wan
xilas dibe. Xecê ji mala xwe diçe, digihîje kurê xwe. Qasim tenê dimîne. Ew jî piştî waxtek teyax nake
radibe, li makîneyek (qamyon) sîwar dibe diçe ku here gund. Li Burnibulaxê peya dibe. Gundê wan 5
km dûrê rê ye. Peyatî bi rê dikeve. Diçe li qarxûna biharê diqelibe. Qederek ro ve diçe. Şil û şo dibe.
Her wiha bi zor zehmet xwe diavêje gund.
Berîya ku here malê, ji ber îhtîmala hebûna spîyan, dibin tewlê kincê wî jê dixin, dişon. Di heman
demê de ser guhê wî jî dişon. Li qubê, ber tendûrê kincê wî ziha dikin û lê dikin. Cî nivînê wî datînin
ber tendûrê, li wir didan razandin. Qete nan, tasek qatix didinê, zikê wî têr dikin. Qasim di şeva
yekemîn ya gund de her bavê xwe yê ku girtîye difikire, zor û zehmetîyên ku tê de ye dinirxîne.
Her wiha li gund digihîje hevalên xwe. Bi wan re her ro diçe çolê, digere û dileyze. Rojek gava ku bi
hevalên xwe re li çolê digerin, zarek ji gund bi lez û bez tê mizginî dide Qasim. Bavê wî berdane û niha
li malêye. Qasim bi vî xeberê ve zehf şa dibe. Îşligê xwe wek mizginî dide gede. Û ber bi gund direve.
Heta diçe gund kê rastî wî tê her carê parçeyek ji kincê xwe dide wan. Heta xwe digihîne malê êdî ti
tişt li ser namîne. Lê xem nîne, “êdî bavê wî jî heye…”
Kurteçîrok bi Tirkî, bi zimanek edebî hatîye nivîsandin. Heye ku çîroka serpêhatîyên nivîskar be. Di
vekotina rûdana de teswîr û terîfên xwezayê balkêşe. Di herkîna çîrokê de nivîskar carna dikeve
hûrgilîya, bi vê awayîyê serdikeve ku di bûyîna rûdana de fotografa dîmenan ber çevê xwendevan
raxîne.
Lê meriv dikare behsa hin valahîyên ku di xwendina çîrok de xwe bi xwendevan dide hisîn jî bike.
Mesela nivîskar dikaribû di destpêkê de gundê xwe, paşê Panos û di zivirê de Qertewîn û deşta
Seregolê bide nasîn. Jixwe navê çîrok jî ji Çîyayê Qertewînê tê. “Xezeba” ku nivîskar behs dike harbûn
û gurrbûna ava biharê ye. Berfa ser Çîyayê Qertewînê ku biharê dihele, dikişe tê rasta Seregolê û
qarxûna tijî dike ye.
Ji bo “Xezeba Qertewînê” dikare bê gotin ku dişibe şêweya Çehov ku bêzêderoyî li ser rûdanên rojane
disene ye. Jixwe ev şêwe nivîskar ji berpirsîyara hûnandina serî û binîya kurteçîrokê rizgar dike.
Em wek Malpera Seregola Intabê Kamil Abê pîroz dikin. Dîmenek bi rûmet bi awayek serketî li ber
çavê me raxistîye. Em hêvîdarin ku berdewema van kurteçîroka were lê xwezil bi Kurdî be. Ji ber ku
“edebîyat bi Kurdî xweş e.”

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext