Di sala 1417an de li Colemêrgê, li gundê Batê hatîye dunê. Ji eşîra Ertoşîya ne. Di
medresa Mîr Hesen Welî de perwerde bûye. Bi salan di bin hîmayeya Mîrê
Mîksê de jîyaye. Di heman demê de ji medreseyên Duhok, Hewlêr û Mûsûlê jî
ders hilda ye. Li Medreseya Meydanê ya Colemêrgê de mamostetî kirîye.
Nivîskarê Mewlûda Kurdî ye.
Tê gotin ji giranîya bacê, gelê heremê Mele dişînin cem Mîr. Mîr dibê, “ezê deynê
bacê ya li ser gel efû bikim, lê tu yê çi bikî ji bo min?”
Mele dibêje “ Mîrê min, tu bacê efû bikî quweta minê hebe ku ezê bikaribim 150
zarokan perwerde bikim.”
Gorî rîwayeta, di zivistana 1491an de gava bi rê dikeve ku here gundê xwe di
zozanên Berçelan de li bagera berfê dikelibe û jîyana xwe ji dest dide.
Gava diqerime helbestek ku bîsta mirina xwe vedibêje dinvîse. Ew helbest, di
mehên biharê de gava ku tê dîtin, ji berîka wî de dertê. Navê helbestê “Ji Çirya
Paşîyê Pê Da”ye.
Qîmeta vê helbestê ne tenê ji vegotina bîsta mirina Mele tê, di heman demê de bi
vajîkirina mazmûnên helbestên dîwanê ve jî balkêş e.
Helbesta Mela ya herî naskirî “Zembîlfroş” e. Ev helbest vegotinek gel bi helbestî
tîne ziman e. Lê di nav Kurdan de gelek versîyonên wê hene. Destanek eşqê ya
wek Mem û Zîn, Ferhat û Şirîn, Leyla û Mecnûn e. Di destan de eşqa hemjîna
mîrê heremê Xatûn ku dilê wê dikeve froşdarê zembîlan tê vegotin. Zembîlfroş
jî prensek heremê ye û li hember ewqas dewlemendîyê ve bi keda xwe pey
debara xwe digere. Jixwe dev ji zewqên dunyayî berdaye xwe ji alema ûhrevî re
hîştîye. Di Zembîlfroş de li ser rewşa civakî û eşqa Xatûnê hûrlêdibin. Bi nîşana
alema ûhrevî ya Zembilfroş ve di navbera herd dunyayan de bendek zexm ya
felsefî tê girêdan.
Sê berhemên Mela heye ku yek ji wan winda ye. Berhema windayî “Dîwan”e û
hê nehatîye dîtin. Berhemên wî yên din “Mewlûda Pêxember” û “Destana
Zembîlfroş” e. Ev herd berhemên hêja îro li St.Petersburgê di Pirtûkxaneya
Saltîkov – Sçedrîn de ye.
“Mewlûda Pêxember” ji alîyê Albert von Lecoq di sala 1903an de li Berlînê hatîye
weşandin.
Sê Berhem:
1-Divanı (Winda ye.)
2- Mewlûda Melayê Batê
3- Destana Zembilfroş
Ji Çirya Paşiyê Pê Da
Ji çirya paşiyê pê da
Melayê Bateyê kanê
Sefer kêşa bi Miksê da
Li ser weqtê zivistanê
Zivistanê evî yolê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derdolê
Xwinavê girtî kêstanê
Xwinavê girtî nesrîne
Cemed çêbû li sewlîne
Girya me tê ji bo asmîne
Zerî nayêne seyranê
Zerî tên û diyar nabin
Coşil tên û sitar nabin
Çi cindî tên siyar nabin
Bûye tarî li kolanê
Bûye tarî û zulmate
Sir û serma ji nû hate
Yeqîn kanûn eda hate
Binêrin dax û kovanê
Binêr daxa me êxsîra
Xezam zer bûn rezê mîra
Reyhan barî di avê da
Reyhan barî di eywanê
Perîşan in li hingorê
Ji Comerza gola jorê
Mecalêd Berçela borî
Zerî nayêne seyranê
Çavkanî:
Wattpad
Vanexpres

















