Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê
gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên civanan, ji pûçan, ji dijmunên hevîyan,
ji hovan dirêjî bextê te dibim. Bi wateya te serbilind im.
Zeman weke ava qarxûnek zexm ji ser merivan diherike diçe. Welat, duwal diçin, rê diqedin, rêwî dûr
dikevin. Mekan û wargeh, heval û hogir, bîranîn, parvenîn û serpêhatî dimînin.
Di salên 90an de li Stenbolê xortek ji Rojavayê hebû. Yekî dilpak, tîtal û qenc bû. Bixeberdan,
entellektûel, heval, welat û milethez bû. Muzîkjen, di heman demê de helbestvan û bi her awayî
hunerhez bû. Zîrek û wêrek bû, hebû, ji me re, bi me re bû. Lê paşê çû. Belê çû, serê loda wî bi peyvek
ku bi du tîpan pêkhatîye ve hate girtin.
Her tişt bi hin kesên ku xwestin wekî dilê xwe bijîn ve destpêkir. Yên dixwastin ku qarxûn bikişin
hebûn. Hinekên ku dizanibûn xweyîyê avê û hewayê tunene, divê tunebin hebûn. Hinek hebûn,
digotin divê zeman li ziman were, qedimîyên me ji me re ne û em bi wan hene. Hinek hebûn qebûl
nedikirin, neditewîyan, neditehisîn. Evdilmelîk Şêxbekir yek ji wan bû.
Di demajoya me yê zanîngehê de hevalek meyê baş bû ku nedihîşt em bêguman bimînin. Lê ne tenê
hevalek xweşbext û birêz bû, wekî li jor jî behs bû, hunermend bû, hunermendek bi dilê we bû. Dengê
wî weke avên zozanan zelal û bihêz bû û li ser rihên me tevdigerîya û her daîm me dikişand govenda
hêvîyan. Degê wî carna li dîwarên xanîyên şûnewarên xwendevanan diket, carna ji sirderên
komelayan dihat bihîstên, carna jî li meydanên zanîngehan. Ew deng niha tenê di stranên kevn de di
dilên me dane.
Evdilmelîk Şêxbekir
Di sala 1968an de li Amûrê ji dayîk dibe. Navê wî yê fermî Evdilmelîk Şêxbekir e. Lê di nav malbat,
heval û hogirên xwe de wekî “Milyaket” binav dibe. Piştî perwerdahîya navendîyê di sala 1988an de
tê Enqerê, di beşa bijîşkîyê de dest bi Zanîngeha Hacettepe dike.
Li wir bi komek civanên Kurd ve desp bi xebatên muzîkê dikin û bingeha Koma Amed ava dikin. Yên di
nav komê de cîh digrin evin: Evdilmelîk Şêxbekir, Gulşen Çetin, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fikri
Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya.
Di sala 1990an de derbasî Zanîngeba Çapa ya Stenbolê dibe û di heman salê de “Koma Amed”
damezirînîn û albûma yekem ya “Kulîlka Azadîyê” derdixin. Di albûma “Kulîlka Azadîyê” de 13 stran
hene û piranîyan wan Evdilmelîk dixwîne.
Taybetmendîyek din ya vê albûmê hebûna sirûda binavûdeng ya Partîzanên Îtalî ku li seranserê
Dunyayê belav bûye “Bella Ciao” ye. Evdilmelîk vê sirûdê werdigerîne Kurdî û di albûmê de dixwune.
Dîsa di heman albûmê de awazek Grekî “Tellî Tellî” jî bi gotinên Murathan Mungan ve xwendîye.
Evdilmelîk di heman demê de tev li xebatên avakirina Navenda Çanda Mezopotamya dibe û di
damezirandina wê de cîh digre.
Piştî mirina Evdilmelîk Koma Amed di salên 1992an de ji nû ve tevdigere û xebatên xwe didomîne.
Serhat Karakaş, Merdan Zirav, Memo Gul, Mehmet Kaya, Birkan Çelik û Serap Sönmez tev li komê
dibin.
Piştî “Kulîlka Azadîyê“ ku zêdeyî bi dengê Evdilmelîk derketîye, di sala 1995an de albûma “Agir û
Mîrov”, di sala 1997an de jî albûma “Dergûş” diweşe.
Sînemager Havîn Saç di sala 2014an de bi navê “Şîna Derengmayî” belgefîlmek çêdike û jîyan û
serpêhatîyên Evdilmelîk pêşkeşî bala guhdaran dike.
Çavkanî:
Îbrahîm Bulak, “Koma Amed’in Meçhul Askerî”-PolîtîkAft
Rojbîn Ekîn: Koma Amed, Kulîlka Azadîyê ve Evdilmelîk Şêxbekir
Vîkîpedî: Koma Amed

















