Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn. Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên qazyaxîyê û lokiz hebûn.
Gava ro ji ezmanên Serhedê hêdî hêdî dadikete pişta Qertewînê, gava ezman ji pûrteqalîyê weldigerîya binevşîyê, gava gundîyên westîyayî ji zevî û mêrgan dihatin diketin nav esrên dereng û gava garan di nav gund de belav dibû, li hinek mala çira, di hinekan de lambe, di hinek din de jî lokiz vêdiketin.
Her wiha di kulekên malên “qeretaxim” de îşiqên zer û zirav xûya dikirin. Di ber îşiqên lambe û lokizan de sîhên ehlên malan di ser dîwarên kirêçkirî de dileyîstin û dilerizîn.
ÇIRA
Ji pîneyan fitîl çê dibin. Fitîla li rûnên qurbanan, yan jî li rûnên ji dûvê pezan didan û dixistine nav mûmdankê. Serê fitîl ji mûmdankê derdixistin û her wiha agir pê dixistin. Ji fitîla mûmdanka şirayê îşiqek zer, zirav, tenik û lerzok xûya dikir.
Çira bi giştî li tewla, li qube û tendûran de dihate bikaranîn. Xêncî wan gava ku di malan da qazyaxî xilas bûya dîsa çira dihate bikaranîn.
LAMBE
Ji makîneya ku jê re brûlur tê gotîn ku li ser xezneyek bicam de hatîye rûniştandin ve çêbûye. Di hundur de fitîlek bi pembû heye ku rûn dimêje. Ew rûnê ku ji xezneyê dimije hildide tîne jî brûlurê derbas dike digihîne agir. Fitîl bi sazîya masûleyê ve lihevtê, zêdekirin û kêmkirina işiqê bi vî awayê pêktê.
Li ser brûlurê şûşeya lambê, ku binê wê fireh serê wê teng e, pevdikeve. Her wiha agir di hundurê wê şûşeyê de dimîne.
Di odeyên malan de textê wê yan jî bizmarê wê hebûn. Textek glover û pen di dîwar de dihate kutan, lambe jî ddidane ser wî textê. Texte tune bûya jî bi bizmar ve dihate dardakirin.
Gava ku wê vêxistana, şûşê ji ser xeznê hildidan, serê fitilî bi masûleyê hinek derdixistin, agir pêdixistin û dîsa şûşê lî ser xeznê pevdixistin. Her wiha îşiqek zer û mat li nav odeyan de belav dikirin.
LOKIZ
Lambeya malên dewlemenda bû. Bi zexta tûpê vêdiket. Saya fitîla xweya bi manto, îşiqek zexm û bihêz dida. Waxtê ku vêdiket hema bêje biqasî işiqa ceryanê dorhêlê ronî dikir. Gava ku dixebitî dengekî weke “tiss” derdixidt. Ev deng nîşana xebata wê ya dirûst bû. Tê bîra min di gundê me de di dewatên êvaran de lokiza vêdixistin. Di hewşeyên qeretaximan de gava ku govendên mezin digerîyan, îşiqên lokiza sîhên gir û dirêj direşandine nava gund. Lokiz di waxtê xwe de nîşana têr û tijîbûnê, nîşana dewlemendîyê bû. Lê nîha êdî alavek nostaljîk e.
Belê, wekî me li jor jî got, waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn. Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên qazyaxîyê û lokiz hebûn.
Gava ro ji ezmanên Serhedê hêdî hêdî dadikete pişta Qertewînê, gava ezman ji pûrteqalîyê weldigerîya binevşîyê, gava gundîyên westîyayî ji zevî û mêrgan dihatin diketin nav esrên dereng û gava garan di nav gund de belav dibû, li hinek mala çira, di hinekan de lambe, di hinek din de jî lokiz vêdiketin.
Her wiha di kulekên malên “qeretaxim” de îşiqên zer û zirav xûya dikirin. Di ber îşiqên lambe û lokizan de sîhên ehlên malan di ser dîwarên kirêçkirî de dileyîstin û dilerizîn.
Hikma van lambe û lokizan piştî salên 80an hêdî hêdî kêm bûn û cîhê xwe ji tesîsatên cereyanê re hiştin.

















