Di asta medyaya sosyalî de çend rûpelên min yên aktîf hene. Wek tê zanîn rûpelîn medyaya sosyalî li ser rêça algorîtmeyan ev bi rê diçe. Di bijarên algorîtmayên min de çand û huner, dîrok, felsefe û her wiha hene. Lê rîtîmên ku jê re dibêjin “pop” yan jî “deep house” ne di serê algorîtmayên min de ne jî di binê wan de ti cara peyda nedibûn. Heta ku strana “Kurmancî Here Gulê” derket…
“Kurmancî Here Gulê” stranek hît e ku di Înstagram û TîkTokan de bûye vîral e. Di nava çend seetan de 100 hezar car vebûye û lê hatîye temaşekirin. Niha heye ku hejmera xwe bi rihetî gîhandîye mîlyon caran.
Strana “Kurmancî Here Gulê” bi şêwaza “Kurdish Afro House” û “Deep House” lihevhatîye. Binesazîya elektronîk ya kevneşopî û modernîteyê bi piştgirîya teknîkên dijîtal û hişê çêkirî ve li teknîkên produksîyonê ve kirîye û bûye trend a global. Hin taybetîyên stranê wihanin:
Binesazîya muzîkal ji elementên elektronîk, bi rîtmên dîyar yên afro house û bi motîvên vokal yên Kurdîya kevneşop in. Qeydek orjînal ya studyoyê nîne. Bi teknolojîya hişê çêkirî û bi formatên nûjen yên muzîka elektronîk ve afirîye. Bi versîyona xwe ya mîx ve li ser medyay sosyalî gihîştîye girseyên berfireh û peyva “Kurmancî”yê li zimanê dunyayê alandîye.
Deng, dengê jinek e ku navê wê “Hîva” ye. Lê Hîva di rastîyê de tuneye. Ew stranbêjek dijîtal e ku berhema hişê çêkirî ye.
Di bin vê berhema hunerî de du ciwanen ji dîyasporayê hene.
Luam Mesfin xelqê Erîtrê ye û hevparê projeya “Project 144” e. Luam, di danezanînên xwe de armanca projeyê wek wina tîne ziman: “dengdayîna çandên ku kesek dengê wan nabihîse…”
Qehremanê duyem ya vê çîrokê muzîkjenek profesyonel Barış Korkmaz (Paix) e. Mena nîckname a wî paîx, bi Fransî “aşitî” ye. Ew e ku rih daye vê stranê lê tercîh dike ku pişt perdê bimîne. Rûyê xwe bi maske ve girtî ye. Dibê, “heta miletê min ji zor û zehmetîyan xilas nebe, ji jan û keseran rizgar û azad nebe, ez vê maskeya xwe danaxim.” Ji bo wî wateya maskeyê nîşana êş û birînên miletê wî yeç. Ew dibê, “tenê aşitî dikare maskeya min ji rûyê min hilde.”
Ew û Luam bi hefteyan li ser stranê xebitîne. Gava ku dengê Hîva cara yekem bihîstine bêdeng mane. Dîtine ku ew rihê ku lê digerin ev e. Her tişt bi fikrek destpêkirîye; xwestine hunermendek Kurd biafirînin û rihek li projeya xwe da kin.
Belê, seeta wan xweş be. Îro êdî di qada medyay sosyalî de satranek Kurmancî bûye vîral û li ser zimanê herkesî, ji her miletî ye.
“Kurmancî Here Gulê” dikare were gotin ku nîşana rizgarî, vejîn û lîyana zimanê me ye. Zîmanê me xwe diparêze, şîn û şên dibe, li bayê nûjenîyê dide, radibe, vedibe, aj dide. Wekî ku Cîgerxwîn gotîye: “germ dibe, sar dibe, dikele, dikele, dipişiqîne, brûskê tavê tavan hiltîne, ronahî dike, rojê li welat hiltîne, her wekî Kawa li ser xwe pêk tîne”…

















