Bihara Seregolan

Bihar yek ji demsalên herî xweş ên salê ye. Ew piştî zivistanê dest pê dike û xweza dîsa zindî dibe. Di zivistanê de hewa sar dibe, dar bêpel dimînin û gelek dever bi berfê têne nixumandin. Lê gava bihar tê, germaya rojê zêde dibe û xweza hêdî hêdî diguhere.

Di biharê de dar pelên nû vedikin. Gulîlkên rengîn wek gul, papatya û lale li çol û baxçeyan vedibin. Giyayê kesk li çiyayan û mêrgayan derdikeve. Ev keskayî û rengên xwezayê mirovan kêfxweş dikin. Hewayê paqij û bêhna gulîlkan jî mirov rehet dike.

Di vê demsalê de çivîk ji deverên germ vedigerin û li ser daran stran dibêjin. Perperok, mêş û gelek heywanên biçûk jî di xwezayê de xuya dibin. Çem û kaniyên ku di zivistanê de kêm bûne, di biharê de bi avê tijî dibin ji ber ku berf dihele, qarxxûn çê dibin. Berfa Qertewînê gava ku dihele ber bi deşta Seregolan dikişin tên qarxûnan tijî dikin. 

Jîxwe sê qarxûn hene di deşta Seregolê de. Yek di navbera Mîrze û Cemalverdî, li taxa Kevirê Kilsê ye. Gava qarxûna Cemalvêrdî gurr dibû, tê bîra min jinên gundê me, xalîçeyan û kelmelên her wiha li rumorkên motora dikirin, diçûne ser ava qarxûnê. Heta êvarê li wir xalîçeyan dişûştin. Gava ku yê biçûna wê derê xwarinên xweş çêdikirin. Em jî wek zarok bi wan re diçûn. Xwarina herî xweş ku min jê hez dikir helaw bû. Helaw zehf xweş bû, hê niha jî tema wê di bîra min de ye. 

Xêncî vê çalakîya xweş ya jinan, çalakîyek wanê din jî hebûn. Tê bîra min jinên Şemê, li ser hev kom dibûn, ez bêjim bîst, hûn bêjin çil jin li hev top dibûn, ji Şemê bi rê diketin, dihatin ji jora Mîrze, ji jêra Bedo derbas dibûn, li pêşa Qerekûyê diketin diçûn xwe digîhandine Qertewînê.  Jînên pîr û mezin xwe didan pêşîyê, yên din xwe didan rêzê di yek bendî dikişîyan diçûn. Li çîyê berhemên biharê yên xwezayê top dikirin. Gulîlk, mendik, siping, kereng, rêbês û her wekî din li torbeyên xwe tijî dikirin û dizvirîn. Hetanî esra dereng ancax xwe digîjandine gund. 

Xêncî qarxûna Cemavêrdî, qarxûna duyem binê Bedo ya sêyem jî pêşa Mîrze de çêdibe. Di nav avên qarxûna de pêpelûk hebûn. Me gav diavîte ser pêpelûkan û em derbasî walî avê dibûn. Nayê gotin, yan jî gotin têrê nake ku meriv terîf bike ew bextewarîya ku em li ser pêpelûkan derbasî walî dibûn. Ji me zarokan çi serketinên mezin bûn. 

Bihar ji bo cotkaran gelek girîng e. Cotkar di vê demsalê de zeviyan amade dikin, tov diçînin û baxçeyan ava dikin. Hêvî heye ku di havîn û payîzê de berhem baş be. Ji ber vê yekê bihar demsala kar û hêviyê ye jî.

Bihar ji bo cotkaran demsalek pir girîng e. Gava zivistan diqede û hewa germtir dibe, cotkar dest bi karên xwe dikin. Ew zeviyan amade dikin, axê diçerxînin, şov dikin û ji bo çandinê hazir dikin. Baranên biharê ji bo ax û tovê gelek kêrhatîne.

Di vê demsalê de cotkar gelek tov diçînin. Çandinên sereke li gundên Seregolan bi zêdeyî  genim û ceh e. Cotkar her roj li zeviyan dixebitin da ku berhemek baş bistînin.

Tê bîra min, waxtên şova de, cotkarên gundên Seregolê, çadirên spî li ser erebeyên motoran de datanîn, wisa diçûne serê zevîyan. Ji ber ku zevîyên ku wê şov bikirana zehf bûn, li serê zevîyan bi rojan radizan. Ji bo wê, cîh û nivînên xwe jî bi xwe re dibirin. Her wina di çadiran de cîh û nivînên wan, çay û xwarinên wan, tûp û ocaxên wan jî hebûn. 

Heywanperwer jî di biharê de kêfxweş dibin. Giyayê kesk li mêrgayan derdikeve, pez û dewar, berx û golik, bi giştî garan li çolê dikevin, diçêrin. Her wiha biharan av û xwarin ji bo heywanan zêde dibe.

Ji ber ku di der bihran de şilî zehf dibarî, gavan, şivan û berxvan kulav li xwe dkirin. Kulavê ku li xwe dikirin kulavên şivanan bû. Kulavê şivanan zehf kalind e, ji bo ku zehf kalin de şilîyê derbas nake. Çikas şil dibe bira bibe avê derba nake lê zehf giran dibe. Ji boyê gava ku şilî derbas dibû şivanan kulavê xwe derdixistin li erdê radixistin.

Bihar demsala hêvî û xebatê ye. Cotkar dixebitin, lê hêvî dikin ku di havîn û payîzê de berhemê wan baş be. Ji ber vê yekê bihar di jiyana cotkaran de cihê taybet digre.

Di çanda Kurdan de bihar cihek taybet digre. Gelek stran, helbest û çîrok li ser biharê hene. Newroz ku di destpêka biharê de tê pîrozkirin, nîşana nûbûn, azadî û destpêka jiyaneke nû ye. Ji ber vê yekê gelek kes bihar wekî demsala şahî û hêviyê dibînin.

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Serxwebûna Hunermenda û Mafê Telîfê

    Hunermendê Kurd Mem Ararat di van rojên dawî de bi videoyekê li ser medyaya civakî nerazîbûna xwe li dijî hin sazî û dezgehên Kurdî, bi taybetî KOM Muzik, eşkere kir.…

    Zêdetir
    Paletîya Gîhadirûnê

    Di destpêka biharê de gund hêdî hêdî ji serma û bêdengiya zivistanê difilitin. Berf dihele, avên çeman zêde dibên û erd ber bi germbûnê xwe diguhizîne.  Li çol û zozanan…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext