Bi Girîngî û Xanî’yê Xwe ve Mem û Zîn

Ez mame di hîkmeta Xudê da
Kurmancî di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm
Ahmedê Xanî

Gava hûn bixwazin bibin rêwîyê Bazîdê, divê hûn ji perê rojavaya Agirîyê derên û ji kêleka
çîyayê Mûradê ber bi rojavayê biajon. Rêyek dûr û dirêj, rêyek biçiv, bi berjêr û hevrazan ve
pêkhatî ku bi qasî 100 kîlomêtreyî heye wê we ji Gîhadînê, ji Avkeviran derbas bike bigîhîne
bajêr.
Di dawîya rêwîtîyê de gava dîmena Bazîdê wek panoramîk ber çevê we dikeve, di heman
demê de herd çîyayên Agirîyê jî di dîmen de cîhê xwe digrin. Eger ew roj hûn bi şansê we
hebe, wê hewa vekirî be û çîya wê ji serî heta pêşa xwe li ber çevê we bi zelalî bixwuyê. Wê
demê dîmenek bi efsûn wê ber çevê we rakeve û wê we bigihîne heyranîyek kevneşopî: Li jor
Çîyayê Agirîyê, li jêr bajeroka Bazîdê.
Gava hûn ji jora Bazîdê ber bi pêşa çîyê hilpas bin, hûnê berê ewil Qesra Îshaq Paşa bibînin.
Qesir, wek Manastira Sacra di San Michele pala xwe daye pêşa çîyê, ji jor ve li bajêr dinhêre.
Gava we xwe gîhand derê qesrê, hûnê çi bizanibin ku hûn di heman demê de gihîştine
afmosfera çîroka qedîm ya Mem û Zîn jî. Belê, Ahmedê Xanî, li kêleka Qesra Paşê, li ben de
we ye.
Ehlên heremê yên Serhedî bawer dikin ku gava meriv çû Bazîdê, divê meriv miheqeq here ser
Tirbeya Ahmedê Xanî jî. Ji ber ku meriv zîyaret neke, karê meriv jî rast naçe. Ji boyê her roj
kêmayî bi dehan kes, diçin li ser dia dikin û çîroka wî ya qedîm ya destana evîna Memê Alan ji
bîr tînin.
Kurtayîya Çîrokê
Tajdîn û Mem hevalê hev in. Tajdîn kurê Wezîrê Dîwana Cizîrê ye. Tajdîn jî kurê katibê
dîwanê ye. Rojek, di meha Adarê de, di şahî û çalakîyên kevneşopîya kose de kincê jina li xwe
dikin dikevin nav şênahîyê. Di heman şênehîyê de herd qîzên Mîrê Cizîrê, Zîn û Sitî ji hene û
ewan jî kincê mêra li xwe kirine. Her çar, di qada şênahîyê de rastî hev tên û dilê wan dikevin
hev. Ji bo ku hev winda nekin gustîlên xwe didin hev. Her wiha gustîla Sitî digihîje Tajdîn ya
Zîn jî digihîje Mem.
Piştî waxta lelê wan Xezebûn dikeve dilqê hekîma li wan digere. Gava wan dibîne dewa
gustîla dike. Lê ne Tajdîn ne jî Mem gustîlê xwe nadin û ji wan nahewin.
Evîna ciwanan di demek kurt de mezin dibe û di nav cumaetê de belav dibe. Herkes bi wan
dihise. Mezin û rûspîyên Cizîrê diçin Sitî û Zînê ji Mîr Zeyneddîn dixwazin. Mîr, Sitî dide
Tajdîn. Heft roj û heft şev dewat û dîlan dardixin. Herdik digihîn mirazê xwe.
Mîr, Zîn jî dide Mem, lê ji bo ku du dewat di heman demê de nebin, dewata Mem û Zîn paşve
diavêjin. Lê xulamê Mîr, Bekoyê bêbext û fesat astengî ji evîna Mem û Zîn re derdixe û dike

ku nehêle ew bigihîjin mirazê xwe. Her wiha ji ber tesîra fesadî û xirabîyên Beko Mîr ji qirarê
xwe vedigere û dayîna Zînê betal dike.
Ev hal xemginîyek giran li Mem û Zînê bar dike. Rojek ku Mîr bi cumaeta xwe ve diçe nêçîrê,
Mem û Zîn dizîka ve hev dibînin. Gava Mîr ji nêçîrê dizvira li wan diqelibe. Lê ji bo ku Mîr wan
nebîne, Tajdîn agir berî mala xwe dide, xanîyê xwe dişewitîne. Her wiha dibe alikarê wan.
Rojek Mem bi lîstikên Beko dixape û bi Mîr re dikeve leca kişikê. Sê cara ji Mîr dibe. Cara
çara Beko berê Mem dide pencera Zînê û her wiha bala Mem belav dibe û têk diçe. Neçar
dîmîne evîna xwe ya ji bo Zînê îtîraf dike. Li ser vî Mîr wî diavêje zîndanê. Mem di zîndanê de
ji hesreta Zîn jîyana xwe ji dest dide. Di merasîma cinazeya wî de Tajdîn jî Beko digre dikuje.
Li ser xwestina Zînê herdik nêzê hev defn dibin. Dibên ku zîn qet ji mexberê Mem naqete û
piştî waxtek ew jî li wir wefat dike. Her wiha Zîn jî li cem Mem vedişêrin.
Ev rûdan wek mesnevî wiha tê ziman:
Can çû bi canê mittesil bû,
Ew rihê bi rihê mizmehil bû
Derheqê min Memê nekey ‘ar
Gava dimirî Memê birîndar
Ez dê bi cennazeyê wî ra bim
Hetta vigê meqberan teba bim
Weqtê dimirim bidî tu destûr
Da min bikirin digel wî mestûr
Min j’ alî wî derbider negêrî
Bê perde digel wî min veşêrî

Agahîya Çîrokê
Berhem li ser çîroka Mem û Zînê hatiye nivîsandin û ew bûyera Mem û Zînê di sala
1450/51’an de dema Emîr Zeyneddîn ji fermandarên Cizîra Botanê ye qewimiye. Ahmedê
Xanî bi awayekî menzûm çîroka Mem û Zînê – ku çîrokek rast e- li pênûsê xistiye. Mem û Zîn
di sala 1694-95’an de bi awayê mesnewî hatiye nivîsandin. Her rêza(misra) wê li ser 10
kite(heca) hatiye avakirin û ji aliyê kafiye ve pir saxlem e. Mem û Zîn, ji 195 beytan yanî ji 390
rêzan pêk tê.
Ev berhem ji van kesên eslî pêk tê; Mem, Tacdin, Zîn, Sitî, Dayê, Mîr, Beko. Xanî, di berhema
xwe de taybetiyên xirabî, durûtî, fîtne û fesadî di şexsê “Beko” de kom kiriye. Taybetiyên
qencî, rastî, bêsûcî, zeîfî û naçarî jî di şexsên Mem û Zînê de kom kiriye. Xanî, rewşa jiyan û
civak û çanda wî zemanî bi hostatiyeke mezin bi beytên xwe neqş kiriye.

Giringîya Çîrokê
Girîngîya herî berbiçav ya Mem û Zîn ew e ku Ahmedê Xanî di nava sedsalekê wisa de ketiye
derdê ziman û wêje û milletê xwe û ev berhema hêja û nemir weke wesîyetek ji me re, ji
Kurdan re hiştiye da ku em jê sûd bigrin yekîtî, çand, milet û zîmanê xwe biparêzin. Girîngîya
en mezin ya vê berhemê jixwe ji zimanê xwe tê. Ahmedê Xanî vê girîngîhê wiha tîne ziman:
Da xelq nebêjin ku Kurd bêmerîfet in,
bêesil û binyad in,
enwayê milet xwedankitêb in,
Kurmanc tenê bênesîb in.
Girîngîya Xanî
Ahmedê Xanî di sala 1650 yan jî 1651ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye
dinyayê. Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê
kalikê wî Eyaz e û ji eşîra Xaniyan e. Di derbarê zewaca wî de agahî tuneye lê tê
gotin ku bi xwe qet nezewiciye.
Ahmedê Xanî netewperwerekî Kurd e û xwestiye ku yekitiya kurdan çê
bike. Dubendîyên di nava Kurdan de ji bo wî, pirsgirekeke mezin bûye. Ji ber wê ye
ku wî di helbestên xwe de hertim behsa yekitiya Kurdan kiriye.
Welhasil, di xebat û fikir xwe de Firdewsî ji bo Îraniyan, Platon ji
bo Yewnaniyan, Rûstavelî ji bo Gurciyan çi be Ahmedê Xanî jî ji bo Kurdan ew e.

Çavkanî:
Mem û Zîn – Wîkîpedîa
Nirxandina Wergera Mem û Zîn ê – ÇandName

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext