Tedî tarî zû diket,
Şilî hûrik hûrik dibarî,
Gava em ji dibistanê, ji kar dihatin
Îşiq vêdiketin di malan de.
Berê bû, zehf berê…
Gava hîv dikenîya ji herkesî re,
Gava demsal guh nedidan kesî,
Gava wek zarokan me nizanibû dem çîye,
Berê bû, zehf berê…
Gava em tev hevalbûn,
Gava lîstik neqedîyabûn,
Hê kesî bêbextî li me nekiribû,
Me hê kesî nexapandibû,
Berê bû, zehf berê…
Gava stranan hê me neêdişandin,
Gava em serxweş û sermest dibûn civantîya xwe de,
Em hê ji kesî nexeyîdibûn,
Hê kes nemiribû,
Berê bû, zehf berê…
Niha hîv asûde, stêrk kevnin,
Bîranîn wek ezmanan naçin ji ser me,
Yên borîn, çûn
Şevê bitemirîne dilê min,
Şev jî wek civanîya berê bûn,
Niha dema bêxewbûnê ye…
Murahthan Mungan
Werger ji Tirkî: Zerduştxale.com

















