Dengbêj Huseyno

Dengbêj Huseyno di sala 1936an de li gundê Mabûba yê girêdayî navçeya Motka ji
dayîk bûye. Ji êşîra Sasonî ye. Navê bavê wî Şakir û navê diya wî Huzna ye. Dê û
bavê wî di çarsaliya wî de (1940) li gundê Orginosê yê girêdayê bajarê Mûşê bi cîh
bûne. Şakirê bavê wî sê caran dizewice û sê law û qîzek jê re çêdibe; Xalit, Elî,
Huseyn û Nûrê.

Malbata Dengbêj Huseyno li gundê Orginosê rêncberîyê dike. Bi çandina mêrg û
zevîyan, xwedîkirina pez û dewaran dikoşin û weke malbatên din ên wê herêmê ji
bereketa deşta Mûşê îstîfade dikin. Huseyno, ji çarsaliya xwe û pêve li gundê
Orginosê di navbera deşt û zozanan de bi dê û bavê xwe re mezin dibe. Gul û sosinê
deştê di xewn û xeyalê zaroktiya wî de diperçive û renginîya xwe di hunera wî de
dibişkivîne. Dengê qaz û quling û şalûl û bilbilên deştê, dibe pêkerê teşe û
bilindahîna dengê wî. Xweşîya erdnîgarî, pergala xwezayî a welatê Serhedê di
pêşeroja jiyana wî de dibû nexşê mecaz û metaforên edebî ku di vegotina dengbêjîya
wî da rû dida. Dab û nêrîtên Kurdan dibûn jêderka tûrikê wî ya xeml û melodîya
kilamên dengbêjîyê. Dewlemendîya çand û şaristanîya kevnare ya Serhedê wekî ji
dengbêjên wek Evdalê Zeynikê, Ferzê, Mistefa Xelê Heyran, Resoyê Gopala, Şakiro
û bi dehan dengbêjên din re bûbû perwerdegeh, ji bo Huseyno jî dibû perwerdegeha
şairtî û dengbêjîya wî. Wî jî wekî dengbêjên pêşîvanên xwe ji her beşên jiyana
Kurdan, reng, melodî û fîgûrek dipekand nava kilama xwe û dixemiland.

Ji bo dengbêjekî bextê herî baş ew e ku dê û bavê wî/ê dengxweş bin û kilamê
dengbêjîyê gotibin an jî bibêjin. Ji bo Huseyno bextê wî di wî warî de her tim vekirî
bûye ku di piçûktîya xwe de him bi lorandina dêya xwe û him jî bi dengê bavê xwe bi
çanda dengbêjîyê re hevnas bûye. Lewra dê û bavê Huseyno herdû jî dengxweş
bûne û kilamên dengbêjîyê gotine. Di wan salên xwe de bi hikayetê eşq û evînîyên
civakê re diltenik û bi qehremanî û mêrxasîyê Kurdan re coş dibe û bi deng û hunera
xwe bala mîrovên li derdora xwe dikişîne. Bi salan dûvre girîngîya wê demê ya ku ji
wî re dibû bingeh, ji lawê xwe Cahîd ra weha tîne ziman; Ez di zaroktîya xwe de
gelek kilamên dengbêjîyê ji dêya xwe fêr bûm. Dêya min di mal da gelek caran ji min
ra kilam digot û min jî jê hildida. Bi agahîyên lawê wî Cahîd, kilama "Wî Delal Ez
Şîwar im" “Li mi lo Dîno” “Hay lê Delîl – Navê te Xêrya ye” “Tew Narînê” ji diya xwe
Huzna hîn dibe û distirê. Bêguman tecrûbeyên dê û bavê Huseyno dibe bingeha
pêşîn a dengbêjîya Huseyno.

Herêma Serhedê di warê çanda dengbêjîyê de her tim di qada bilind de cîh girtiye. Bi
afirandina wêjeya dengbêjîyê, bi deng û awazê bilind, meqam û terzê xwe yên
xweser her tim cîhekî taybet dagirtîye. Kevneşopîya dengbêjîyê ya ku bi sedsalên
kevn e di nava Kurdan de berdewam bûye li dû Evdalê Zeynikê li welatê Serhedê
bêguman dewlemendtir bûye. Di şopa Evdalê Zeynikê de li Serhedê bi dehan
dengbêjên şareza, hoste û şair derketine, ji dengbêjên pêşîvanên xwe perwerdeya
dengbêjîyê wergirtine û ragihandine nifşên nû. Dengbêjên hoste li gund û devaran

gerîyane, dîwanê dengbêjîyê li dar xistine û kilam gotine. Bûnin barbirê dîrok û çanda
Kurdan ku ji sadsalên kevin, bûyer û qewimandinên civakî bi edebiyata dengbêjîyê
ragihandine û di bîrdanka civakî de zindî hiştine. Ji bo domdarî û pêşveçûna
dengbêjîyê, perwerdeya vegotin, meqam û terzê kilaman neqlên dengbêjên şagirt
kirine, ew guhdar kirine û di civak û dîwanên dengbêjîyê de kilam pê danin gotin.
Huseyno jî di deh-donzdeh salîya xwe de cara yekem li gundê Orginosê rastî wan
dîwanê dengbêjîyê ku dengbêjên hoste li dar xistine dibe. Wê demê dengbêjê navdar
û şareza Dengbêj Fêrîkê Borîzan li gundê wan dibe mêvan. Li gorî agahîyên lawê
Huseyno Cahîd, wê rojê Dengbêj Fêrîk di gundê Orginosê de li ser banîya xanî ji
gundîyan re kilaman dibêje. Her kesê ku dibîhîsin li Dengbêj Ferîk dicivin û li wî
guhdar dikin. Huseyno cara yekem tevlî dîwanek dengbêjîyê ya ku weha mezin dibe
û ew jî bi kelecanî guhdar dike. Piştî ku Dengbêj Fêrîkê Borîzan kilaman kuta dike,
Huseyno kilamekî lê difetilîne û xwe nîşanî wî dide. Dengbêj Ferîk, hunera Huseyno
û dengê Huseyno gelek diecibîne û ji gundîyan re pesnê dengê Huseyno dide. Meth
û pêşniyazên Dengbêj Fêrîk ji Huseyno re dibe xwebawerîyek mezin ku hunera xwe
ya dengbêjîyê nîşan bide û dengbêjîyê bike.

Dengbêj Huseyno di zarokatîya xwe de li navçeya Dêrxasê çar salan di medreseyê
de feqetîyê dike û perwerdeya Quranê werdigire. Di dema feqetîya xwe de jî kilaman
dibêje û bi deng û meyla xwe a dengbêjîyê her tim bala Şêx Xiyasê Şêx Marûf (Ji
gundê Oxînê a giradayê Motkan e.) dikişîne. Şêx Xiyas jê kilamên dengbêjîyê guhdar
dike, dengê wî û hunera wî ya dengbêjîyê gelek diecibîne. Şêx Xiyas pêşniyaz li
Huseyno dike ku ew dev ji feqetîye berde û dengbêjîyê bike. Piştî vê pêşniyazê
Huseyno dev ji feqetîyê ber dide û dest bi dengbêjîyê dike.

Dengbêj Huseyno dil dikeve keçikek ji gundê Pêrtagê ku navê wê Dîlber e. Di 18
salîya xwe de bi Dîlberê re dizewice û ji wan re sê qîz û şeş law dibe. Zarokên wan di
rêzê de bi temenê xwe ji mezin de ber bi piçûktîyê weha ye; Ekrem, Salih, Nazîme,
Cahîd, Çîçek, Beced, Cewdet, Maşallah (Hozan Rêber), Mukerem.

Huseyno degbêjîya xwe piştî zewaca xwe jî berdewam dike û di şopa dengbêjîyê de
li gund û bajaran digere bi dengbêjên navdar re kilaman dibêje û ji wan kilaman fêr
dibe. Dengbêj Huseyno di cîwanîya xwe de gelek di bin bandora Dengbêj Sidîqoyê
Resûla û Fêrîgê Borîzan de dimîne. Ji ber wê gelek caran serdanîya herdu
dengbêjan dike û ji wan kilaman hîn dibe. Bi herdu dengbêjan re gelek caran dîwanê
dengbêjîye li dar dixe, li ser qaîde û esasên kilaman radiweste, ji wan terz û meqamê
kilaman fêr dibe. Bi ragihandina lawê Sidîqo, Mihemed Dengbêj Sidîqoyê Rêsûla,
Fêrîgê Borîzan û Huseyno di camîya gundê Resûla de dîwana dengbêjîyê li dar dixin
û bi hev re kilaman dibêjin. Dengbêjê Mûşê, Dengbêj Ehmedê Koşkê nas dike û
miqam û terzê wî hîn dibe. Huseyno di qeydê bandê xwe de jî gelek caran dide
xuyakirin ku hin kilamên dibêje ên Ehmedê Koşkê ne. Kilamên Ehmedê Koşkê ên bi
miqamê bilind bi terza xwe ji nû ve dirêse û teşe didê. Wek kilama “Meyrê”, “Eyalsofî”
û “Yeman Lê”.

Huseyno, gelek dengbêjên Serhedê, Amedê, Êlihê û yên herêmên din nas dike û bi
wan re di dîwanê dengbêjÎyê de kilaman dibêje. Di bîst-bîst û pênc salîya xwe de li
gundê Melekorkê a girêdayî navçeya Kopê, di dîwanekî dengbêjîyê de Dengbêj Reso
nas dike û pê re tekilatîyekî dilovanî, rêzgirtî û hezkirî pêk tîne. Hostetîya Reso,
metodê vegotina Reso, honandina peyv û têgehên ku Reso bi kar tîne li ser Huseyno
bandorek mezin dihêle. Bi nasîna Reso re dengbêjîya Huseyno digêhêje astek
bilindtirîn û dibe destpêka kamilîya dengbêjîya wî. Lêzimê Huseyno, Menderes
(Ozupak) bandora Reso ya ku li ser Huseyno çêdibe weha tîne ziman: Apê Huseyn
digot heta ku min Reso nas kir çi kilam biketa ber min min digot. Dema ku min Reso
guhdar kir min ferq kir ku Reso bi vegotinek fesîh kilaman dibêje, min wê çaxê
dizanîbû ji dengbêjîyê re edebek lazim e. Min ji nû ve esas, edeb û terza dengbêjîyê
nas kir û êdî min her kilam nedigot. Ez sê salan li ser edeb û ûsula vegotina kilman
xebitîm, heta ku min kêmasiya kilaman baştir ferq dikirin, ew serast dikirin û digotin.

Dengbêj Huseyno li Varto, Xinûs, Kop, Milazgir, Tekmanê Qereyazîyê, Bilîsê û
Amedê digere û di dîwanan de bi dengbêjên wan herêman re kilaman dibêje û
navdar dibe. Huseyno terzê xwe bi miqamek bilind diafirîne û li Serhedê bi nav û
deng dibe. Ji hunera xwe, lê bi taybetî jî dengê xwe gelek razî ye. Li ser xwe,
Dengbêj Reso û Şakiro weha dibêje: Terz û meqamên Reso, lihevanîna Şakiro û
dengê min. Hostetîya Huseyno bi afirandina kilaman û miqamdayîna kilaman
dikemile. Lorîn û stranên êşq û evînî ên ku di nava lêvên kêç û jinên Serhedê de,
dikişîne form û qalibên kilamê dengbêjîyê. Bi dehan bindarok, stirîn û lorîna bimeqam
dike û dikesibîne kilamê dengbêjîyê. Bi sewta xwe ya qulîngî, hikayetê kilamê qîzan û
bindarokan zindî dike û li ber çavê guhdarvanan difirîne. Hestê evînîya jina xwe
Dîlberê di nava rêzikê kilaman de wek metaforek evînî bi kar tîne. Êdî dawet, şahî û
şevbuherkên ku li deşta Mûşê pêk dihatin bi dengê Huseyno geş û coş dibû. Bi
dengê Huseyno bûk ji malên bavan derdiket û siwar dibûn. Çanda dengbêjîyê li deşta
Mûşê bi dengê Dengbêj Huseyno re dewlemendtir dibû, dixemilî û rengek nû
werdigirt. Li çanda Kurdan dengbêjek bi marifet û ahengekî kamil zêde dibû. Dengbêj
Huseyno di 1973 de koçberî Almayayê dibe û demekê kin li wir dimîne. Bi hesreta
welat, malbat û civaka xwe li wir tebat nagire û dîsa vedigere welatê xwe.

Piştî damezrandina Cumhûriyeta Tirkiyayê, li hember Kurdan li ser esasê tunebûna
çand û zimanê Kurdan politîka asimilasyonê hatiye meşandin. Bi hezaran kilam,
stran, çîrok û hikayetê Kurdî ji bo zimanê Tirkî hatiye wergerandin û wek berhemên
çanda xwe kesibandine çand û arşîven xwe. Piştî ku Dengbêj Huseyno navdar dibe,
Radyoya Erzurumê jî bi vê mebestê jê daxwaz dike ku ew kilamê Kurdî ji bo Tirkî
wergerîne û pêşkêşî wan bike da ku di arşîva wan de tomar bibin. Huseyno daxwaza
wan red dike û wergera kilamê Kurdî qebûl nake. Lewra wî dizanîbû parastina
kilamên Kurdî parastina çand, ziman û dîroka Kurdan e.

Huseyno bi dengê xwe yê serî bi taybetî kilamê eşq û evînî, şerê qeheremanî,
bûyerên navxweyî û kilamên ramanî gotîye. Bi devoka deşta Mûşê cêhêrengîyekî di

edebiyata dengbêjîyê de kolaye. Bi hostetîya dengbêjîya xwe û herwiha rûkenîya
xwe, kêf û henekê xwe di nava civakê de biqedrûqîmet bûye. Her tim di daw û dozê
civakî de li ser rist û esasê çandî ji bo çareserîyê mudaxil bûye. Gelek pêkenok,
hîkayet û meselok zanîbûye. Di civakê de wek rîhspiyek her daim qedirşînas bûye.

Heta dawîya temenê xwe li gundê xwe dimîne û li wir jiyan dike. Ji gundîyan re sî salî
mixtarî û encûmanîye dike. Di sala 1998a de jina wî Dîlber jiyana xwe ji dest dide. Di
dawîya payîza sala 1998a de ji ber tansiyona bilind dikeve nexweşxanê û li wê derê
felc dibe. Du salan wek felcbûyî di nava nivînan de dimîne. Di roja 8ê Nîsanê ya sala
2001 de jiyana xwe ji dest dide û di gundê wî Orginosê de tê definkirin.

Nivîskar: Omer Guneş – Îbrahîm Şahîn
(Ji malpera Ansiklopediya K)
ÇAVKANİ
Roportaja bi Cahîdê lawê Dengbêj Huseyno re (28.08.2017 / Orginos-Mûş)
Roportaja bi Mihemedê lawê Dengbêj Sidîqoyê Resûla re (27.06.2018/ Gundê
Resûla – Mûş).
Antolojiya Dengbêjan -3- Dengbêj Reso, Omer Guneş-Îbrahîm Şahîn, Weşanxaneya
Nûbihar, 2021

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dema Bextê Jan Valjean

    Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

    Zêdetir
    Milyaketê Muzîka Kurdî

    Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext