Don Kîşot, berhemek ji nivîskarê Îspanyol Mîguel de Cervantes e (1547-1616) ku beşa
ewil di sala 1605an, beşa duyem di sala 1615an de nivîsîye. Don Kîşot romana modern a
yekem ya wêjeya Dunyayê ye.
Weşanxaneya DOZ, karek gelek baş û serketî kirîye, ev pirtûka hêja, bi wergera Serdar
Roşan ve di sala 2004an de wergerandîye Kurdî. Em bi saya Weşanxaneya DOZê idî
dikarên serborî û macerayên Don Kîşot bi zimanê xwe bixwînin. Di vê nivîsê de em bi
kurtasî romanê didin nasîn. Ger em bikaribin bala we bikşînin, em bawerin hûnê bizxwazin ku
tevahîya romanê bixsînin.
Kurtahîya Kurt
Don Kîşot, esilzadeyek ji Manchalî ye. Bi tesîra romanên şovalyeyan ji bo ku li hember
neheqîyan şer bike, bi hespê xwe ye jarik Rossînante ji mala xwe dertê, li rêyan
dikeve. Macera wî ya ewil bi bi aşên bayê re şer dike, birîndar dikeve, ji alîyê cînarek
ve tê dîtin. Ça pak dibe, ji bo ku heman maceraya xwe dubare bike, Sancho Panza yê
xulamê xwe hildide û dîsa li rêyan dikeve. Don Kîşot û Sancho dîsa diçin cîhê bazarê
ku li wir kutan xaribûn. Don Kîşot bi birek pez re dikeve şer ku ji wî wetrî artêşa
dijmun e. Kûpê şereba wekî dêw dihesibîne û pê re şer dike. Yekitîya Biratîya Pîroz,
Don Kîşot dide sekinandin û dişîne mala wî.
Kesayetên Romanê
Don Kîşot: “Don Kîşot” wek nasnav bikartîne. Navê xwe yê esas Alonso ye. Lehenê
bingeh ya berhemê ye. Mêrekî jar û kal e. Heyalperest û saf e. Xwe wek şovalye
dihesibîne.
Duk ve Duşes: Xweyîyên mala Don Kîşot in. Tinazker û keysperest in.
Sancho Panza: Gundîyek di halê xwe de ne. Don Kîşot ewî dixe xulamê xwe. Saf, di heman
demê de realîst, cambaz û hêsan e.
Juana Panza: Jina Sancho ye. Jinek gundîyê hêsan e.
Pcro Perez: Papazê gund e.
Master Nicholas: Berberê gund e.
Sanson Carrasco: Xortek ji Zanîngeha Salamanca yê, bêkarek henekên horsî dike ye.
Dulcinea del Toboso: Don Kîşot, ji ber ku xwe wek şovalye dihesibîne, difikire ku divê
dilketîyek wî jî hebe. Nasnava Dulcînea del Toboso li Aldonzo dike ku keçek gundîyê
xurt û hêsane. Ewê wek qîza malbatek arîstokrat dibîne.
Kurtahî
Rûdanên Beşa Yekem
Don Kîşot, xelqê gundek piçûk ya deşta Mancha ya Îtalyayê ye. Her daîm çîrokên şovalyeya
dixwîne û her wiha dikeve bin tesîra wan çîrokan û Dunyayê wek wan zemanan dibine.
Bawer dike ku divê şovalyeyên serdemên berê vejîne.
Rojek, hingî diçe hişê xwe winda dike û xwe wek şovalyeya seyar a dawî dihesibîne. Zirx û
şûrên kevn û bizeng yên malê lixwe dike. Ji bo xelqê sitembar rizgar bike, li hespê xwe yê
jarok ku jê wetrî bêhempa ye siwar dibe û li rêyan dikeve. Divê ji xwe re dilketîyek aristokrat
jî bibîne. Di rêyan de rastî qîzek nerind tê, wê wekî dilketîya xwe yê arîstokrat dijbêre. İdî
daxwazîyek wî yê tenê dimîne, ew jî hilandina navnîşana fermî ya şovaltîyê ye. Ji bo yê divê
serketinan bidestbixe.
Rê de rastî xanek tê. Jê wetrî şato ye. Xweyîyê xanê wek lord dibine, dixwaze navnîşana
şovalyetîyê bidê. Xweyîyê xanê têdigîhê ku ew dînek bêzirar e, wekî ku lord e rol dike. Don
Kîşot, bawer dike ku navnîşanîya şovalyetîyê hildaye, diçe gundê xwe. Rê de rastî Sancho tê.
Serwetek mezin weedê wî dike, dixe xulamê xwe.
Tevahî bi rê dikevin rastî tucaran tên. Dixwaze bi wan bide bawer kirin ku dilketîya wê
Dulcinea keçek zehf bedew e. Ew jî radibin, Don Kîşot dikutin.
Don Kîşot îcar jî rê de rastî aşên bayê tê, wan wek dêwên xirabger fem dike û erîşê wan dike.
Birîndar dibe lê dîsa jî aqilê wî nayê sere wî. Sancho, dike nake rastîyê pê nade gîhandin. Ew
bawerîya xwe tene bi xeyalên qafê xwe tîne.
Piştî wê, rastî birên pez tên. Jê wetrî ew du artêşin ku wê pevbikevin. Biryar dide ku wê alîyên
yên jar bike. Şivan dibine ku erîşê pezên wî dikin, xwe digihîne Don Kîşot dikute.
Carek jî Don Kîşot, şeraba xana ku tê de dimîn de wek xwîn fem dike û erîşê şûşan dike.
Gava rastî nîşan didinê jî qebûl nake. Dibê efsûnbaz wisa nîşanê wan dide û wan dixapîne.
Xwe li hember jana rastîyê bernade.
Piştî ku gelek bûyarên wiha di sere wan de diqewime û derbas dibe, Papaz û berbere gund
dixwazin Don Kîşot biparêzin. Ewî dixine qefesek û tînin mala wî. Hewl didin ku pak bikin.
Rûdanên Beşa Duyem
Piştî waxta, Don Kîşot dîsa bi Sancho re dikeve rêyan. Dixwaze ku Dulcinea’yê dilketîya xwe
bibîne. Sancho wî dixapîne, keçek gundî ku ewil dîtîye re dibê ew Dulcinea ye.
Piştî gelek macera û serborîyan diçin mala Duk û Duşesê. Duk û Duşes, bi Don Kîşot
dileyzin. Wekî ku Don Kîşot şovalye ye radidin, ji bo yên ku hewceyî ne alîkarî jê dixwazin.
Lîstik vediguhize komedîyê. Duk, giravek dide Sancho. Girav, gundek ji derdor e. Dibêjine
gundîyan ku Sancho walî ye.
Pişti danzdeh rojan Sancho dev ji kar berdide. Paşê Don Kîşot, bi Sanson Carrasco re dikeve
duelloyê. Yê ku serkeve, wê daxwaza yê din bîne cîh. Sanson serdikeve. Emir dike ku Don
Kîşot here mala xwe û çekên xwe dayne.
Don Kîşot jî ji her tiştî vedikişe û li gundê xwe dest bi jîyanek xwezayî dike. Lê nexweş
dikeve. Hişê wî tê sere wî. Carek din dibe Alonso ya berê. Nahêle ku Sancho dîsa ewî
bixapîne. İdî dev ji tim xeyalên xwe berdaye. Hemûyên malên xwe ji feqîran re mîrad dihêle û
wefat dike.

















