Di Olan de Hemanî û Cihêrengîya Levêjeyan
Nimêj, ji bo îbadetê, ji bo nêzîktahî û alîkarîya Yezdan, di waxten kifşkirî de derketina hizûra Yezdan e. Nimêj, di tim olên îlahî de heye lê di her olî de xwedîyê şekil û şemalên cûda ye. Di Qurana Kerîm de tê ragîhandin ku Hz.Îsa û Musa, Hz. Brahîm û Pêxemberên din mêj kirine. Di derbarê destpêk û belavbûna nimêj de dîtinên cûda hene. Gor hin çavkanîyan, nimêj, ji Hz Adem vir de li ser tim Pêxemberan ferz bûye. Gor hin çavkanîyên din jî bi Hz. Brahîm ve belav bûye.
Şeklê kirina mêjê di qaîde û ûsûlên olên cihêreng de cûda ne. Wek mînak, di Cihûyan de sibe, nîvro û êvaran de royê sê cara têkirin. Cihû, mêjên xwe li Sînegoka yan jî li malên xwe, berê xwe didine Tevratên ku di dîwaran de dardakirîne de dikin. Di mêjên xwe de ji Tevratê beşan dixwînin û dia dikin. Mêrên Cihûyî, gava ku mêj dikin serên xwe bi kîppa yan ve digrin.
Di Xaçparêzan de nimêj rojê pênc cara ye. Xaçparêz siba, nîvroyan, esran, êvaran û razanan de mêj dikin. Xaçperez mêjên xwe di dêran û malan de, li hember xaçan dikin. Di mêjan de ji Încîlê beşan dixwînin û dia dikin. Xaçparêz li ser mêjê destê xwe girêdidin û stûyên xwe xar dikin.
Wek tê zanîn di Bisilmanan de jî heqê mêjê rojê penc car e. Bisilman li mizgeftan jî li her cîhek paqiş de, berê xwe didin Kabeyê û mêj dikin. Ewan jî di mêjên xwe de ji Quranê beşan dixwînin û dia dikin. Bisilman li ser mêjê destên xwe hetanî guhên xwe radikin tekbîr hildidin, paşê destên xwe girêdidin, rukû û secde dikin.
Di nav Bisilmana de fikra serdest ewe ku bi wan nimêj, bi hatina Îslamîyetê ve destpêkirîye û jixwe îbadetek Îslamî ye. Lê di serî de di ayetên Quranê û di qeydên ku gihîştine heta roja me de xûyaye ku nimêj tenê şeklekî peristinê ya Îslamîyetê nîne. Sûreyên Alak û Mûdessîr dibin bingeha vê fikrê ku gorî rîvayetan, sûreyên yekem yên dema Mekkê ne û di wan de behsa nimêj têkirin.
Tê zanîn ku di Dema Cahiltîyê de, henîfên wek Zeyd bîn Amr bîn Nûfeyî û Kûs bîn Saîde mêj kirine. Rîvayet dibe ku Ebû Zer, berîya ku bibe Bisilman sê sala sibe û razanan de mêj kirîye.
Dîsa tê zanîn ku civaka Hîndûyan û civakên Rojhilata Navîn ya berîya Îslamîyetê, ji bo pakbûn û paqişbûnê, di demên kifşkirî yên rojan de van levêjan û diayan, wek merasîmên olî bi ritûelên bedenî ve kirine.
Li ser nimêja Îslamî ya ku qebûlkirina belavbûyî ya îroyî û cûdahîya levêjeyên berê de fikr û remanên cihêreng hene. Kesên Sunnî bawer dikin ku ev îbadet nêzê hîcretê di dema Mekke de di mîracê de raspêr bûye. Elewî dibên ev û hedîsên heman di di dema Emewîyan de hatina nivîsandin ku gelek ji wan nerast in.
Di Îslamîyeta kevneşop de her xort û xamayên Bisilman divê mêj bike. Tê gotin ku Mihemmed wiha gotîye: “Zara we ku gihîşte heft salîya xwe mêj bi wan bidin kirin, gava bûn deh (gorî hin rîwayeta sêzde) salî ku mêj nekin liwanxin.”
Gorî mezheba Hanbelîyan terka mêjê kufr e. Gorî her sê mezhebên din jî fasikî.ye. Xêncî van, fikihzanên Îslamê li ser karên cinazeyên yên ku ji ber cezayên mêj, rojî û zikat hatine kuştinê de gengeşîyan dikin. Wekî ku evan wek mûrted tên qebûlkirin mêja wan nayê kirin, di goristanên Bisilmanan de nayên hildan û mîradên wan digihîje xezîneya dewletê.
Gorî Henîfîyan, divê cezayên wek tazîr bidin yên ku emrê Îslamê neanîbe cîh, divê heta ku bedena wan xwîn bide werne kutan yan jî heta ku bimirin werne girtin. Gava ku bimirin cinazên wan wek yên Bisilmana miemele tê kirin.
Gorî Şafî û Malîkîyan jî, yên ku terka mêjê bikin, şeklên cezayên wan di Quran û sinnetan de hatîye kifşkirin û divê “hed” li ser wan tedbîk bibe û werne kuştin. Lê cinazên wan wek yên Bisilman tênhildan û mîradên wan bi mîradvanan par dibin.
Lê gorî mezheba Henbelîyan, yên ku terka mêjê kirine wek mûrted tên qebûlkirin û “cezayê hed” tê dayîn, her wiha bi şûr tên kuştin, mêja wan nayê kirin û li goristana Bisilmana de nayê hildan.
Ayetên ku tê de peyva “salat” û waxtên mêjê hene:
- “Baldarê nimêja bin, bi taybetî yên esrê û ji bo Xwedê stûyê xwe xar bikin, wisa rabine mêjê.” (Sûreya Bakara 238)
- “Di herd alîyên rojê de û di nêzê seetên şevan de mêj bikin.” (Sûreya Hûd 114)
- “Ji şikita royê ya ber bi rojavayê heta tarîya şevê mêj bike, yek jî mêja sibê bike. Ji ber ku di mêja sibê de milyaketên şev û rojê hazir dimînin.”(Sûreya Îsra 78)
Di ayeta Îsra ya 78an de du şeklê xwendinê yên ku xwedîyên du wateyên cûda ne hene. Şeklê ku mêja sibê îfade dike îfadeya “zikê sibê” ye. Îfadeya “Qurana Sibê” tercîha xwendina Sunnîyan e û di wateyan de nayê terchkirin.
Di Quranê de ayetek ku bi wateya “îşa” (êvar) têbikaranîn heye. “Ey ehlên îmanê! Yên ku destên we yên rastê malîkê wan in û yên ku ji we ne lê hê negihîştîne, bira destûra sê waxta bixwazin. Berîya mêja sibê, waxta nîvroyê ku hûn radizên û piştî mêja êvarê. Her sê ji bo we mahrem e. Xêncî van ji we re jî, ji wan re jî zirarek tuneye; ew dikarin bi we re bigerin, hûn dikarin li cem hev bin.” (Sûreya Nûr 58)
Di Quran de ayetek ku behsa şeklê mêjê dike tuneye. Di îfadeyên ku tê qebûl kirin ku behsa mêjêye, bi halê secdeyî(4:102), bi xar bûn (22:77) û li ser pêya (3:113) bîranîna Xwedê heye.
Bi gorî hadîsa mêj dîrega olê ye. Gorî hin ekolên fikih yên Sunnîyan û gorî hadîsek ku di Sahîhê Bûharî yê ku piştî Quranê çavkanîya nivîskî yê herî girîng ya Îslamê tê qebûl kirin de derbas dibe, Xweda bi mêja pênc waxta ve gunehan efû dike.
Di Olên Din de Kiryarên Heman yên Mêjê
Di Sumeran de îbadeta mêjê pênc waxt dihate tatbîkkirin. Di Hîndûyan de bi dubareyên matra (dia, slavlêdan) ve di seetên dîyar de li henber Tavê yoga tê kirin. (Surya Namaskara)
Di Zerdûştîyan de piştî kiryarek mîna abdestê ya paqişîyê royê pênc cara dia tê kirin.
Ji lavlavîyên berîya Îslamîyetê Sebîtî, hatîye qeydkirin ku levêjeya stêrkan bûye. Firka Tavê, Hîvê û gerstêrkên din jî ji stêrkan tuneye û di Sebîtîyê de di rojên van stêrkan de jî îbadet dihate kirin. Gorî Mûsa Îbnê Meymûn di Sebîtîyê de her gerstêrkek wek Yezdan dihate qebûlkirin û Yezdanê herî mezin Tav bûye. Paşê Hîv û gerstêrkên din bûne. Sebî, levêjeyên xwe yên rojane (nimêj) gorî pozîsîyona Tavê yê li ezmanan saz dikirin û berîya wê jî bi avê rîtûelên paqijîyê dikirin. Ev levêjeyan ber bi çerxa Cedî de dihatne kirinê.
Di Dûrzîyan de levêje bi giştî di şevên Pêncşeman de saz dibe. Tê bawerkirin ku Mihemmed bîn Îsmaîl ed Derezî di gava Doza Tevhîdê de ketîye înzîvayê, ew jî şeva Pencşemê bûye. Loma Dûrzî di vê şevê de di Malên Spî ku wek “Halvetû`l Bayada” yan jî “Meclîs” binav dibe de îbadetên xwe îcra dikin. Ji ber ku levêjeyên xwe bi awayek veşartî pêktînin û xêncî kesên ji mezhebên xwe kesî hilnadin nav xwe, bi gotina Mihemmed Ebû Zehra “idî rewşa wan her Xwedê Teala dizane.”
Wekî me li jor jî got, di Cihûyan de wek şaharît (mêja sibê), mûsaf (mêja nîvro), mînha (mêja esrê), neîlat şerarîm (mêja êvarê) û maarîb (mêja razanê) pênc dana mêj diqewême.
Di Dêra Ortodoks ya Suryanîyan de mêj, gorî rêgezên Xaçperezîyê, pêşkeşîya nîyaz û spasdarîya kesê bawermend e. Lavlavî û diayên kesên bawermend e. Di Suryanîyan de mêj rojê heft car e. Mêjên wek sibe, nîvro, êvarê û nîvê şevê mecbûrî, yên berbang, esir û razanê mecbûrî nînin. Mêjên sibe, nîvro û esrê di Dêran de bi komcivînî tê kirin. Mêjên dinê şexsîne û li malan yan jî kargehan de dikare werne kirin. Qible rojhilat e, mêja Yekşema û eyda bi secde ne. Di mêj de serê mêra vekirî yên jina divê girtî bin.
Li ser rûyê Dunyayê de gelek ol û celebên levêjeyan hene. Lê bi giştî şeklên wanê îbadetê gotin, beden, mal û parêz e. Ev hêman di îbadetên her olî de bi cih û rengên cûda ve xwe didin der. Mesela.di hin olan de îbadetên ku bi gotina ve ne, wek dia, zîkîr, îlahî û pirtûkên pîroz ve pêk tên. Di hin olan de jî, wek medîtasyona bêdeng yan jî dubareya mantra ve formûle dibin.
Mêj, secde, rukû, xarbûn, kiyam, dest girêdan, dest vekirin, ser girtin, ser vekirin, zîyaretên cîhên pîroz, hec, ûmre, tavaaf, sa`y, zîkîr, reqs, muzîk, yoga û ta chî formatên ji yên ku bi beden ve çê dibin in.
Zikat, sedeqe, fître, qurban, înfaq, waqif,bexş, dîyarî, alîkarîya sazîyên pîroz, alîkarîya feqîr û fiqareyan jî formatên îbadetê yên bi mal in.
Xêncî van wek me li jor jî got, îbadetên bi parêzî jî hene. Rojî, zehmet, nezîr, jîyana xwerû, goşt nexwarin, alkol venexwarin, cixare nekişandin, dûr mayîn ji têkilîya zayendîyê, xwe ji xirabî û nebaşîyan parastin jî îbadetên parêzî ne.
Her yek ji van şeklên îbadeta, di olên cûda de, bi armancên cihêreng û di şertên cûda de tên kirin. Wek mînak, di Cihûyan de rojî salê çend cara, bi taybetî di rojên pîroz yên Yom Kîppûr (Roja Kefaretê) de, ji bo nêzikbûna Yezdan û paqişbûna ji gunehan û tobekirinê tê girtin.
Di Xaçperestan de rojî salê çend cara, bi taybetî 40 roj berîya Paskalyayê (Left) de, ji bo nêzikbûna Yezdan û paqişbûna ji gunehan û tobekirinê tê girtin.
Di Îslamîyetê de rojî salê mehek, di meha Remezanê de, ji bo îteat kirinê, şikirkirinê, sebirkirinê, merhemetkirinê û alîkarîya feqîr û fiqereyan tê girtin.
Di nav gelek alimên Bisilman de, kelîmeya “salat” ku di Qurana Kerîm de derbas dibe, mijara gengeşîyê ye ku gelo di wateya mêjê da ye yan na…
Gorî etîmolojîya xwe, kelîmeya Farsî, di Farsîya Navîn de tê wateya “rêz girtin, lava kirin, dia” yê ku ji kelîmeya nimêjê zayî ye. Ev kelîme di heman wateyan de, di zimanê Proto Îranî de ji peyva námah û di Proto Hîndû û Îranîyan de jî ji peyva námas hatîye. Her wiha di axirîyê de tê qebûlkirin ku di zimanê Proto Hînt-Avrûpîyan de ji koka nêmos hatîye ku wateya xwe “qurban, lavlavayî” ye.
Di zimanên eqrebayên Hînd-Îranîyan yên wek Helenîk, Îtalîk û Keltîkan de bi koka xwe ve tê wateya qurbanê. Di Grekî (nêmos) û di Latînî (nemûs) de jî tê wateya “qada darstanî”yê.
Salâ yan jî salât di Tirkî ya hemdem de ji bo nimêjê bikaranînek kevn tê qebûlkirin. Çavkanyên Tirkî yên yekem, di sedsala 14an helbestên Yunus Emre û tercmeya Kissayên Yusuf ya Darîrê Erzurumê ne.
Sala ji koka slw ya Erebî tê û wateya “secde, îbadet, nimêj” e. Tê qebûlkirin ku ev peyva Îslamî, di zemanên berîya Îslamîyetê, ji kelîmeya şelûtha yan jî şelawthâ tê ku di nav termonolojîya Xaçperest û Aramîyan Cihûyan de ye. Arent Jan Wensînk dide zanîn ku di koka kelîmeya salât de peyva selûta heye ku ji tesîra Aramî tê û wateya xwe “destberdan” e.
Werger Zerduşt Öztürk
Diyanet Resmi Sitesi
İstanbul Müftülüğü Dergisi yıl 2015 / Sayı 26
“Mezheplere göre namaz kılmayanın hükmü” (Kafkas Üniversitesi , Doç. Dr. Ahmet Ekinci)
(et-Tac, 1/140; el-Mufassal C.1 Babus-Salat, Hukmu Tariki Salat-il Mefrudati)
(ez-Zühayli, el-Fıkhul-İslami ve Edilletuh, 1 / 505)
(İbn Abidîn, Reddül-Muhtâr, Mısır, t.y., I, 326; eş-Şürünbülâlî, Merâkıl-Felâh, Mısır 1315, s. 60; ez-Zühaylî, el-Fıkhul-İslâmî ve Edilletuh, Dimaşk 1985, I, 503).
(Buhari, Kitabud-Diyet, Bab 5/17; Müslüm Kitabud-Diyet Bab 25/1)
(Mehmet Sofuoğlu Sahihi Müslim ve tercemesi, 5/261)
(İbn Rüşd, Bidâyetül-Müctehid, Mısır t.y., I, 87; eş-Şirâzî, el-Muhezzeb, el-Nalebî tab’ı, I, 51; İbn Kudâme, el-Muğnî, 3. baskı, Kahire t.y., II, 442-447; ez-Zühaylî, a.g.e., I.503, 504; Krş. et-Tevbe, 9/5; Buhârî, Diyât, 6; Müslim, Kasâme, 25, 26).
(Ebû Dâvûd, Vitr, 2; Nesâî, Salât, 6; Dârimî, Salât, 208; Mâlik, Muvatta’, Salâtül-Leyl, 14).
(Büyük Şafii fıkhı 1/127-128)
(Kıyamet,31-32)
(Buhârî, , Kitâbu’s- Salât,28/44)
(Tirmizî, Salât, 188; Ebû Dâvûd, Salât, 145; Nesaî, Salât, 9, Tahrîm, 2; İbn Mâce, İkame, 202).
[Muvatta, Tahâret 51, (1,39-40).]
[Muvatta, Mevâkît 6, (1, 6-7).]
[Tirmizî, Îman 9, (2624).]
(Ahmed b. Hanbel, IV, 238, VI, 461).
(Bu Hadis’i Ebu Nuays Hıyle’de 6/265, Ahbar’da 2/213 İbn Mesud’dan Taberani rivayet etmişlerdir)
(ez-Zühayli, el-Fıkhul-İslami ve Edilletuh, 1 / 503)
(ez-Zühayli, el-Fıkhul-İslami ve Edilletuh, 1 / 503)
(Tövbe,5)
(ez-Zühayli, el-Fıkhul-İslami ve Edilletuh, 1 / 504)
[Müslim, Îman 134, (82); Ebû Dâvud, Sünnet 15, (4678); Tirmizî, Îman 9, (2622). Metin Müslim’in metnidir.]
[Tirmizî, Îman 9, (2622); Ebû Dâvud, Sünnet 15, (4678); İbnu Mâce, Salât 77, (1078).]
[Tirmizî, Îman 9, (2623); Nesâî, Salât 8, (1, 231, 232); İbnu Mâce, Salât 77, (1079).]
(ez-Zühayli, el-Fıkhul-İslami ve Edilletuh, 1 / 505)
(Müslim)
(Zehebî, Kitâbu’I-Kebâir 18 vd. )
(Ebû Davûd, Salât,11; İbn Mâce, Salât,10; Nesaî, Mevakît, 53)
(Maun 4-5)
(H. Gönenç, Günümüz meseleleri, 1/67)
(Hayreddin Karaman Günün meseleleri 2/244)
(ömer Nasuhi Bilmen ilmihali 183)
(Tahtavî, 479; M.Zihni, Nimet-i Islâm, 532)
((Tahtavî, 479; M.Zihni, Nimet-i Islâm, 532)
(Ibn Abidin, Dürrü’l-Muhtâr, I/522-23; Fetâvây-i Hindiye, V/319, 348; FetâvâyiBezzâziye, VI/355, 360)
“Putperest İbadetleri”. Agnostisizm. agnostik.org. 11 Ağustos 2013 tarihinde kaynağından arşivlendi.
http://www.ilafdergi.hitit.edu.tr/Makaleler/706693312_6.1.pdf
Kürşat Demirci, Eski Mezopotamya Dinlerine Giriş, İstanbul, 2013, s. 57
The Muslim Creed: Its Genesis and Historical Development. (Cambridge 1932; New York 1965; New Delhi 1979).


















Gotara xweş