Dikarim helbestên herî xemgîn binvîsim îşev
Dikarim wiha bêjim: “Şeva stêrka bû
Û stêrk şîn bûn, li dûrahîyan dicemidîn.”
Kilamên ku bayê şevê digotin li ezmanan
Dikarim helbestên herî xemgîn binvîsim îşev
Min him hezkir, him hatme hezkirin, yan jî her wiha
Wek îşev bû gelo yê ku min hildabû milên xwe
Ramûsand min wê, ramûsand, li ser min ezmanên bêsînor
Min him hezkir, him hatme hezkirin, yan jî ezê wiha bejim:
Çevên gir û aram yên ku jê hez nebin, nabe
Dikarim helbestên herî xemgîn binvîsim îşev
Pêhisîna windayîyê, ax hê tiştên din
Bihîstiîna şevê, bê wê, şevên hê berz
Xunavên ser çêrê ne ev gotinên ez dinvîsim
Çi dibe ku têrê nekiribe hezkirina min ji bo mayîna wê
Û ew bi min re nîne, bi stêrk in şev
Dil zor teyax dike windakirina wê
Ji dûr ve kilamên ku hinek dibêjin
Nêrînê min li pey wê ne li her derî
Dibê wê ji min re bînin
Di şeve wiha de dar spî dibin
İdî ne ez wisa me ne jî şevên berê
Dengê min li bayê digere bo bigihîje wê
Niha heznakim idî, berê bû hezkirin
Niha kê zane yên kê ne, mîna ku yên min bûn
Denge wê, çermê wê yê ronî, çevên ku dirêjî bêdawîyê dibin
Heznakim rast e, lê dil e ev hê hezdike
Hezkirin kin bidome, bîrkirin dirêj dibe
Wek îşev bû gelo waxta min hildabû mile xwe
Di dile min de gilêyek, ax windakirina wê
Eve jana herî dawî ye, ya ku daye min
Ev rêzên dawî ne, yên ji boyê dinvîsim
Pablo NERÛDA
Werger Ji Tirkî: Zerduştxale

















