Helbest Cihê Sitarê ye

Helbest an jî şiîr di edebiyatê de beşek girîng e; ku di edebiyata kurdî de beşa herî girîng e. Gor fikrên ekseriyetê li serê erdê destpêka edebiyatê bi helbestê bûye; ango berhema edebiyatê ya yekem helbest e

Helbestnivîsîn

Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi corekî din helbest şêweyek vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahengdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.

Di helbestê de bibîrxistin, nîgaş sehek, feraset cihên girîng digirin. Vegotin zêdetir porkirî ye, bilêvkirin zêdetir bi muzîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihaniyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyiv û deng de bi awazîye. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêv dike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye.

Di pêșketina ziman de helbest xwedî rolek girîng e. Di helbestê de peyîv dikare bi çend wateyan were fêmkirin. Bi vê șiklê her xwendewan û guhdar gor xwe ji helbestê maneyan hildigire, hestgerm dibe, ango helbestê di xeyala xwe de dineqșîne û ji nû ve watedar dike. Helbestvanê Tirk (eslê xwe ereb e) Ahmet Hașîm helbestê lîsana di navbera peyîv û muzîkê de, zêdetir nêzikî muzîkê ye dihesibîne. Gor wî maneya helbestê ya herî baș, ê ku di xeyalên xwendewan û guhdar de tê neqișandin e.

“Helbest cihê sitarê ye”

Nivisa kek Berken Bereh a di Kovara Nûbihar de bi navê “Helbest cihê sitarê ye”.”hat weșandin di derheqê helbestê de zaf agahîyên balkêș dihewîne. Beșek nivisê erkên helbestê wisa tîne ziman:

“ Her çi qasî jiyana me ji ber metirsiyên ewlehî û aboriyê bi xem û qesewetê hatibe dorpêçkirin jî jiyan bi awayekî didome. Di vê jiyana nîvço de em hewl didin ku xwe biparêzin û jiyana xwe watedartir bikin. Bêguman „gotin“ nikare rê li ber van neçêyiyan bigire. Lê qet nebe bi „gotin“eke ji dil em hem xwe ji neçêyiyan dûr dixin him jî ruh û giyanê xwe ji gemariya her kêlîk dixwaze jiyana li me bike dojeh diparêzin, Ji roja roj ta îro ew hewldan bi avayekî didome.”

Kesên ku helbestan dinivisînin re jî helbestvan an jî şaîr tê gotin.

Cureyên Helbestê

Helbesta Epîk

Helbestên ku mijara wan qehremanî û serborî, dikevin beşa helbesta epîk. Minaka helbesta epîk ya herî pêşî Destana Gilgamêş e. Der birina hesta xwe bi ziman an ku bi nivîs jê re dibêjin helbest. Her neteweyek ji xwe xwediyê helbestan e. Helbestên sê xişte anku sê qadeyên xasmaniu û taybei ye kurdan in.

Helbesta Lîrîk

Helbestên ku hestên gel ên hevpar weke kêf û êşê yan jî hestên takekesî weke evîn, cudahî û bêrîkirinê digirin nava xwe, helbestên lîrîk in. Ji ber ku helbestên bi vî rengî dema Yewnana kevin bi sazamûreke bi navê lîr dihatin xwendin, navê vî cureyê helbestê bûye helbesta lîrîk.

Helbesta Dîdaktîk

Ev cureyê helbestê bi armanca dersdayînekê tên nivîsandin. Herwiha ji hestyariyê dûr in. Di helbesta dîdaktîk de, armanc ew e ku ramanekî, an jî pend, şîret û zanînekê bidin mirov. Helbesta dîdaktîk hînker e.

Helbesta Felsefî

Helbestên bi têgînên felsefî hatine hûnandin ku wateyeke xwe ya kûr hene, bi navê helbestên felsefî tên bi navkirin.

Helbesta Dramatîk

Mijarên ku heyecan û xemgîniyê didin mirov bi şêweya şano ango bi şêweya dram, trajedî û komedî tên nivîsîn, ev jî bi navê helbestên dramatîk tên bi navkirin

Çavkanî: ku.wikipedia (ensîklopediya azad)

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext