Li Stenbolê Hat Bîranîn

Derhênerê Kurd Yılmaz Guney, di 86emîn salvegera rojbûna xwe de li Stenbolê bi
bernameyeke hate bibîranîn. Kovara çand û hunerê Guney, di 2yê Nîsanê de li navçeya Şişli
ya Stenbolê, li Navenda Çandê ya Cemil Candaşê, bernameya bi navê,” Yilmaz Guney ê
Hunermendê Gel, Şervanê Gel di 86emîn salvegera xwe de bi me re ye” saz kir.
1êNîsanê 86an salvegera rojbûna derhênerê Kurd Yilmaz Guney bû. Kovara çand û hunerê ya
bi navê Guney, bi navê “Hunermendê Gel, Şervanê Gel” bernameyeke bîranînê rêk xist.
Gelek heval û hezkiriyên Yilmaz Guney û derhêner û ekterên sînemayê têde beşdar bûn.
Di destpêka bernameyê de kurtebelgefîlmeke derbarê jiyana sînema, huner û fikrên siyasî
yên Yilmaz Guney de hatin nişandan. Her wiha hevjîn, dost û hevalên Yilmaz Guney di
bernameyê de amade bûn.
Hevalê wî Temel Demirer dibêje: “Ew şervanê çîna karker bû, ku di her wext û şertan de bi
dengê bilind doza neteweya Kurd dianî ziman.”
Hevjîna wî Fatoş Guney jî dibêje, gelek hewil dan ku wî bidin jibîrkirin û tine bikin, lê biser
neketin.
Hevjîna Yilmaz Güney Fatoş Guney ji Rûdawê re axivî û got, “39 sal di ser mirina Yilmaz
Guney re derbas bûn. Eger ew sax bûya wê niha 86 salî bûya. Lê Yilmaz Guney hêj nehatiye
jibîrkirin, ew tim di dil û bîra xelkê de zindî ye. Ev yek jî min pir bextewar dike. Mixabin fîlmên
Yilmaz Guney hê jî li Tirkiyê qedexe ne. Mesela hûn qet fîlmên wî yên Rê, Kerî, Dîwar di
televîzyonan de dibînin? Nîşan nadin. Lewra mijara fîlmên wî hê jî aktuel û di rojeva Tirkiyê
de ne. Xwestin navê wî ji sînemaya Tirkiyê tine bikin, lê hêza wan têr nekir.”
Guneyê ku bi nasnavê “Qralê Kirêt” dihat naskirin di 114 fîlman de wek lîstikvan lîst,
derhêneriya 26 fîlman kir û çêkerê 15 fîlman bû û herwiha senaryoya 64 fîlman nivîsand û
sala 1982an li Festîvala Fîlman a Cannesê Palmiyeya Zêrîn wergirtibû.
Derhênerê Kurd Gani Ruzgar Şavata jî got: “Yilmaz Guney Kurd bû. Demekê Tirkan digotin
sinemaya Yilmaz Guney, sinemaya Tirkan e, lê di eslê xwe de sinemaya wî sinemaya Tirkiyê
bû. Ew di sinemayê de stêrk û ekol bû.”
Yilmaz Guney di 1ê Nîsana 1937an de li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê ji dayik bû lê ew bi eslê
xwe ji navçeya Siwêregê a Rihaya Bakurê Kurdistanê bû û 9ê Îlona 1984an di 47 saliya xwe de
li Parîsa paytexta Fransayê koça dawî kir.
Rudaw

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Ji Nû ve Derwêş û Edûle

Hunergeha Welat ji destana “Evîna Derwêş û Edûlê” re klîpek çêkir. Hunergeha Welata ku yek ji saziyên hunerî yên sereke yên Rojavayê ye berhemeke nû pêşkêşî hezkiriyên hunera Kurdî kir.…

Zêdetir
“Kaspar” Bi Kurdî Xweş e

Berhema nivîskar Peter Handke ya bi navê "Kaspar" ji aliyê Asiya Xerzanê ve ji Almanî bo Kurdî hat wergerandin. Ev drama ku wekî yek ji berhemên girîng ên şanoya cîhanê…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext