Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê

Şukru Erbaş, di helbestek xwe de dibêje, “Divê ez niha di trenek de bûma. Li stasyonê berf bibarîya.”
Ez jî lê zêde dikim:Divê dengê fîqa kondûktor, biçûya bigihîşta gura, tev li dengê wan bûya, tê de
winda bûya…
Berf, hisîyeta bedewî û bêsînorîya di dil û rihên merivan de ne, hişyar dike. Dilên însana bi erênîyê,
pakî û başîyan ve tijî dike û merivan ji tim dijminî û nebaşîyan dûr dixe. Berf, bi me dide hisîn ku li
hember her cûdahîyan di alemê de însan dişibe hev, di nav zeman û wargeh de însan bi însanetî û bi
başîya di hundurê xwe dihise. Ji ber ku berf paqiş e, paqişî ye, însana bi xwe re rû bi rû dihêle. Rihê
baş ya ku destê Yezdan lê ketîye derdixe der.
Heye ku ji ber vê ye, gava berf dibare meriv nêzîkî hev dibe, hev diparêze, hevkar dike. Tu dibê berf
wekî ku li ser dijmintahîyan, nakokîyan, nebaşî û xirabîyan dibare, hemû hovîtîyên ku di rihên tarî yên
însan de ye vedişêre, belkî diheşibîne.


Zivistan e. Her çiqas berfa berê tunebe jî işqîya berê xwe li ser ehlîyên Serhedê işke işk dide hisandin.
Di van demsalan de rêya gunda tê girtên, çil û çîya qerm digre, derûdor, gund û bajêr bi tevahî bi
spîtahîya berfê ve dorpêç dibe.
Li gunda sobên sergîna, vê axirîyê komir jî vedikevin, dûyê wan wek şerîdek reş ji kulekên malan de
ber bi asûmana hilpas dibe, dirêj dibe diçe. Li ser berfa qerimî yê ku kurşe girtîye dirûngên zer tên
raxistin, pez û berxê malan ji tewle û goma dertên, li ser dirûnga alif dixwin.
Ji ber işkîya bêhempa çem, gol û avên qarxûna diqerimin, bi erdên dora xwe ve dizeliqin. Yek ji wan
golan jî Gola Çildirê ye. Gol, wek hersal îsal jî qerimîye. Hersal ku diqerime xizakên hespa li ser
digerin, zarok li ser dişiqitin, mesîvan tên, bûza li ser bi qasî heleqek dişkênin, weke devê bîrek çevek
vedikin, her wiha tê de mesîyan digrin.
Lê îsal, gorî ku me ji çapemenîyê agahî hildaye, xelqên wê derê, yên Qersê çalakîyek teze li ser saz
kirine. îsal ehlîyên deverê tên li ser bi biskilêtan dajon, bi
bisiklêtan tûrên hûr lê sar, belê bi kelecan diavêjin, li ser digerin, dileyîzin, waxtê xwe di tema
demsalê de dibohirînin.

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dilvîn Filîtê Xelatek Giranbiha Stand

    Keça Kurd a 15 salî ya ji Qazaxistanê Dilvîn Filîtê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist. Wergirtina xelatên bi prestîj ên Dilvîn Filîtê yên di pêşbirkên navneteweyî…

    Zêdetir
    Miss Germany Keçikek Kurd e

    Keça Kurd Dua Farisa ku bi eslê xwe ji Qamişloya Rojavayê ye, wekî Şaciwana Almanyayê (Miss Germany) ya sala 2026an hat hilbijartin. Ev cara yekem e di dîrokê de ku…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext