Wexta min dîroka Xaltî-Ûrartûyan vekoland, yek caran ez bextewar bûm, yek caran xemgîn bûm, yek
caran kelecanê ez girtim û yek caran jî henase/bîhn li min çikiya.
Li ser rûyê vê dinyalikê, ti şaristaniyeke din weke Ûrartûyan ev çend mutewazî, mirovhez, afirîner û
xwediyên nirxên bilind nehatiye dîtin.
Meriv çiqas wesfê van mirovên henûn, zîrek, kêrhatî û ehlên jiyana xweşguzarî bide jî, dîsa meriv
dibêje qey têra ciwanmerdiya wan nake.
Ûrartûyan, ti carî ji bo desthilatdariyê bi hev re şer nekirine. Qralên Ûrartûyan, wexta qala îcraetên xwe
kirine, ewil navê xwe û paşê jî navê bavê xwe hildane. Çaxa derketine cengê jî, dia ji xwedayê xwe re
kirine. Herdem xwe ji xwedayê xwe re nizm kirine. Peyker û kêlberên (rulyef) xwedayên xwe
çikandine, lê peyker û kêlberên şexsên xwe nedane çêkirin û neçikandin.
Ûrartûyî, xwediyê baweriyeke pirxwedayî bûne. Navê serxwedayê Ûrartûyan, Yezan Xaldî ye. Di
heman demê de Yezdan Xaldî, yezdanê şer e jî û xwedayê wan ê neteweyî bûye. Navê hevjîna
Yezdan Xaldî, Xwedawend Arûbanî ye.
Hemû qralên Ûrartûyan, serkeftinên xwe yên di şer de bi hêza Yezdan Xaldî ve girêdane. Ev yeka
hanê bi me dide selimandin ku Ûrartûyan, di şeran de û di her astengiyên giran de, motîvasyoneke
mezin ji Yezdan Xaldî wergirtine. Yezdan Xaldî, li ser pişta şêrekî hatiye sêwirandin. Ji gewdeyê wî
aleviyên agir vêdikeve û rima wî ya navdar bi aleviyên agir pêxistî ye.
Ûrartûyan ewqas bi xwedayê xwe ve girêdayî bûne, li her bajarên xwe perestegeh û mabedên olî ji
Yezdan Xaldî re nezir kirine.
Em ji vê rewşa hanê serwext dibin ku Yewnanan, çanda nezirkirina perestegehan a ji bo xweda û
xwedawendên xwe, bi temamî ji Ûrartûyan wergirtine. Selimandina vê yekê jî ew e ku mîmariya
perstegehên Yewnan, hema hema ji ber perestgeha Yezdan Xaldî hatibû nezirkirin û qopî kirine.
Yezdan Teîşeba jî, xwedayê ba û bahozê ye. Li ser pişta ganêrekî hatiye sêwirandin û gurzek tîrêjên
birûskan di destê wî de ye.Yezdanê di rêza sêyemîn de jî, Yezdan Şîvînî ye û ev jî yezdanê rojê ye.
Li ser deriyê Mehîr ê Yezdan Xaldî, navê 79 xweda û xwedawendan nivîsandî ne. Ji van xweda û
xwedawendan 63 heb mêr û 16 heb jî jin in. Ji bo van xweda û xwedawendan, her sal dewarên sitûr û
pez ji wan re hatine nezirkirin.
Ji ber navê seryezdanên wan Xaldî bûye, wan jî xwe wekî miletê Xaldî bi nav kiriye. Yek caran jî ji xwe
re gotine Bîanîlî, ango Biyanistan. Lê cîranên wan, nexasim jî Asûran ji wan re gotiye Ûrartû û Naîrî.
Ûrartû tê wateya Qewmê Çiyayî û Naîrî jî tê wateya Qewmê Çeman.
Em Ûrartûyan Nas Bikin
Piştî Mîtanî ji hêla Asûrîyan ve têk diçe, hemû Kurdên deştî xwe li êlatên azad ên li derdora gola Wanê
digirin. Ev êlatên azad, hûrriyên Zagrosî bûne û ew jî pêşiyên Kurdan e. Her êlek, serbixwe bûye û
qralekî wan hebûye.
Di sedsala 13’emîn de, qralên Asûran ji bo huner û xezeba xwe raberî herkesî bike, êrîşî ser van
êlatên li derdora gola Wanê dikin. Qralên Asûran di salnameyên xwe yên şer de dinivîsin dibêjin: “Me
êrîşî ser welatê Ûrartûyan kir. Mîna çûka di ser hêlînê de me dest danî ser wê û hêkên wê. Me ji serê
wan ê jêkirî, pîramîd çêkirin. Newal ji laşên wan tije bû û laşên wan mabû di nav xwîna xwe de. Me 8
welat û 51 bajarên wan şewitandin û wêran kirin.” Ev êrîşên Asûran ên bêeman, derdora 400 salî
diajo. Her cara qralekî Asûr ê nû derdikeve ser text, derdikeve nêçîra xelkên cîranên xwe, nexasim jî
xelkên Xaltî-Ûrartûyî.
Ti miletî bi qasî Asûran, wesfê qetlîamên xwe nedane û bi dilbijandinek ev çend mezin qala
xwînrijandina mirovan nekiriye. Meriv ji xwe re dimîne heyirî, ka çawa însan dikane ewqas bi
herikandina xwîna însanan kêfxweş bibe û bi vê hezê kêfxweşiya xwe bîne ziman.
Asûr, ji qewmê samî ne û ji başûrê Afrîkayê hatine. Xezeba wan bi ser kevir û daran de nebare! Bi
hêsanî meriv dikane bibêje, heke ne ji komkujiyên Asûran bûya, niha serjimara Kurdan ew ê bi sed
milyonan bûya. Ez dixwazim hinekî din vê îdiaya xwe bi pêş ve bibim: Dîsa heke ne ji komkujiyên
dewleta Asûr bûya, niha gelek dewletên dinyayê bi Kurdî diaxivîn!
Pêşiyên Asûran, ango qralên Akadiyan bi xwe gotine, ewqas qewmê Zagrosan pir in, hejmara wan bi
qasî stêrkên ezmanan dibiriqe. Qewmê Zagrosan jî, pêşiyên Kurdan ên hingê ne.
Hêjayî gotinê ye ku ti caran Kurdan rê nedaye ti kesê, heta dijminê wan werin hikum li Zagrosan bikin;
hîn jî hukumdarên Zagrosan, tekane qewmê Kurd in. Her çiqas berdêlên pir giran jî dabin, ev
çarenûseke neguherbar e û hukmê ti kesê nagihêjê heta vê çarenûsê biguherînin. Meriv dibêje qey ev
fermaneke xwedayî ye!
Dewleta Xaltî-Ûrartû
Lûtîprî, merivekî gelekî zana û jêhatî bûye. Lûtîprî, temamên êlatên welatê Xalta dicivîne ser hev û
yekitiyek xurt di navbera wan de ava dike.
Lûtîprî yê zana û wêrek, cara duyemîn temelê dewleta Xaltî-Ûrartûyî B.Z di sedsala 9’emîn de datîne.
Ev yekitiya êlatên Xaltiyan, xwe li hemberî êrîşên dijwar yên artêşa nîzamî ya Asûran xwe li ser piya
digirin û Asûran paş ve dehf didin.
Sardûrî yê kurê Lûtîprî B.Z di sala 832’an de dibe qral û Qral Sardûrî, ji bo xwe ji êrîşên muhtemel ên
Asûran bihefidîne, serbajarê welatê xwe koçî Tûşpayê dike û li ser bilindahiya Tûşpayê, kelateke
niwaze ava dike.
Qral Sardûrî, li ser dîwarê keleha Tûşpayê wiha dinivîse: “Nivîsa Sardûriyê kurê Lûtîprî; qralê mezin,
qralê bihêz, qralê cîhanê, qralê welatê naîriyan, qralê raqîbê wî tine, şivanê gel, qralê ji şer natirse. Ez
Sardûrê kurê Lûtîprî, qralê qralan, qralên ku ji hemû qralan xwîkiyê (xeracê) distîne. Sardûriyê kurê
Lûtîprî wiha diaxive: “Min ev kevir ji bajarê Alnûnûyê (Xelat) anî û ev dîwar ava kir.”
Piştî Sardûrî, kurê wî Îşpûînî dibe qral û Îşpûînî îdarekirina welatê xwe, bi kurê xwe Menûa re parve
dike. Meriv dikane bibêje bav û kur bi hev re dibin qral. Ev yeka hanê, bawerî û ezmûneke mezin dide
qral Menûa yê ciwan. Piştî mirina bavê xwe jî, qral Menûa peywira xwe, bi awayekî bê qusûr tîne cih.
Tûşpaya paytexta welatê Xalta-Ûrartû tam 100 salî malovaniyê ji miletê Xaltayî-Ûrartûyî re dike. Tirba
pênc heb qiralên Xalta di tahtên asê yên Tûşpayê de hatine kolan. Her yek ji wan tirbên bîrdarî, yek ji
ya din niwazetir e. Ew tirbên hanê bi hostahiyek were hatiye çêkirin, meriv fedî dike ji xwe re lê
binihêre.
Ev tirbên bîrdarî yên qral Sardûrî yê 1em, Îşpîûnî-Menûa, Argiştî û Sardûrî yê 2’yemîn, ewqas dêwasa
mezin in, her yek ji wan artêşek dikane xwe tê de veşêre.
Ji ber ku Îşpîûnî û kurê wî Menûa di heman demê de bi hev re welatê xwe îdare kirine, her du qral jî di
yek tirbê de hatine definkirin…
Qral Sardûriyê 2’yemîn
Di serdema qral Sardûrî yê 2’yemîn de, firehiya hikumdariya welatê Xalta, digihêje sînorê xwe yê herî
mezin.
Êdî ji deryaya Xezarê bigre hetanî Deryaya Reş, ji wir hetanî Kapadokya û heta welatê Kilikyayê ango
heta peravên Deryaya Sipî û heta qismekî Mezopotamyaya jêrîn, dikeve bin hikumdarî û bandora qral
Sardûriyê 2’yemîn.
Wexta Sardûrî yê 2’yemîn xwe li çemê Firatê dixîne derbasî rojavayê Firatê dibe, welatê Melîteayê
vedigre û li ser textê rexa Firêt wanî dinivîse: “Yezdan Xaldî bi rima xwe daket cengê. Qralê welatê
Melîteayê Hîlarûadayê kurê Saha têk bir. Ew li pêşberî Sardûrîyê kurê Argiştî li erdê xist. Yezdan Xaldî
bihêz e, rima wî jî hêzdar e. Sardûrîyê kurê Argiştî derket seferê. Sardûrî dibêje: “Çemê Firatê aram
bû. Ti qral nikarîbû li vir xwe li çemê Firatê bixista. Ji ber ku min ji mezinahiya wan a Xwedayî alîkarî
xwest, ez li ber Yezdan Xaldî, Yezdan Teîşeba, yezdan Şivînî û hemû yezdanên welatê Bîanîliya
geriyam û lava kir, wan jî dengê min bihîst û rê şanî min dan. Li ber bajarê Tûmîşkî ez bi şervanên
xwe re derbasî wî aliyê çem bûm. Ez ji başûrê welatê Qalaniya derbas bûm, ez gihaştim çiyayên
Karnîşiyê yên ku dikevin bakûrê Meletiyê. Ez heta welatê Mûşayê bajarê Zapşayê bi pêş de çûm. Di
rojekê de min 14 kelat û 80 bajar (gundê hingê) xistin destê xwe. Min kelat wêran kirin û bajar jî
şewitandin.”
Qral Menûa û Êrîşên Aramiyan (Ermen)
Gelê Aramî ango gelê Ermen, weke begligek piçûçik, li bakûrê Îdirê dijiyan. Di serdema qral Menûa
de, keleş û rêbirên Aramiyên pêşiyên Ermenan, êrîşî ser mal û milkên gundiyên Kaxizmana Qersê
dikirin. Ev êrîşên hanê ji mêj ve pêk dihatin û gelê herêmê ji van êrîşan bêzar bûn. Li ser vê yekê
gundiyên Xaldî, giliyê van destdirêjiyên Aramiyan li cem qral Menûa dike. Qral Menûa pir hêrs dibe û
leşkerên xwe dişîne ser vê begliga Ermen û wan tevdekan dîl digrin û tînin Tûşpayê. Bi vî awayî em
serwext dibin ku xelkê Ermen B.Z di sedsala 8’emîn de ji hêla qral Menûa ve di nav axa welatê Xalta
de, nexasim jî li derdora gola Wanê tê bicihkirin. Di nav demajoyê de xelkê Ermen êdî wê herêmê
wekî welatê xwe bipejirînin.
Ji vê yekê tê famkirin ku, gelê Ermen ji Xaltî-Ûrartûyan hînî hunera dîwarlêkirinê bûne. Lewra gelekî
berî xelkên Ermen, miletê Xaltî-Ûrartûyan kelat û perestegehên niwaze avakirine.
Qral Menûa, xizmeteke pir mezin ji xelkê xwe re dike û asta xweşguzariyê derdixîne asta herî jor.
Coaveke zêdeyî 50 km dikole û tîne berdide nav zevî û bajarê welatê Xalta. Li her derê rezên tirî
datîne û şeraba pir xweş ji wan rezan hildiberîne. Menûa, wan rezan ji jina xwe Tirîlîlayê re nezir dike.
Tê gotin ku wexta gelê Ermen çûne Fransayê, ji rezên Wanê ango ji rezên Menûa, tovên tirî bi xwe re
birine û li wir çandine. Roja îro, şeraba navdar a Nice û Lyon a Fransayê jî ji wan rezan tên
hilberandin.
Dema qral Argiştî
Piştî qral Menûa, Argiştiyê yekem derdikeve li ser text û dibe qralê çarem ê welatê Xalta. Qral Argiştî
di şerê li hemberî dijminê xwe de gelekî dijwar bûye.
Qral Argiştî, berevajî hukumdarên Kurdan çi yên berî xwe û çi jî yên piştî xwe, qet dilê xwe bi dijminê
xwe neşewitandiye. Ji ber vê taybetiya qral Argiştî, navê ku di Kurdiya roja me de tê wateya Arê-geş li
xwe kiriye û ji xwe re gotiye Argiştî!
Çavkanî: Çandname – Egîd YAZAR

















