Jî ber ku meraqa min li ser felsefê heye, kevala “Dibistana Atînayê” zehf bala min dikşîne. Ez dibêm ev keval şahê berhemên dewra Ronesansê ye. Merîv hingî lê dinhêre di hostatî û serketîya hunera xweyî de bejna xwe li ber Raffaello ditewîne.
Em li jêrê bi hûrgulî li ser disekinin lê divê di despêkê de behsa taybetmendîyê wê yên giştî were kirin. Wekî li jor jî behs dibe, keval ya wênesazê Îtalî yê navdar Raffaello Sanzio ye. Di navbera salên 1509-1511an de, li Vatîkanê, li ser dîwarê Stanza della Segnatura ya Qesra Apostolîyê hatîye çêkirin. Wêne wek şêwaza Ronesansa Bilind, bi teknîka fresk ve li ser dîwar neqş bûye.
Ev fresk beşek ji çar kevalê li odê ne. Yek temsîla teolojî Disputa ye, yê din nîşana helbestê Parnassus û ya çaremîn jî Jurisprudence ku rûdana dadê ye. Jixwe Dibistana Atînayê sembola Felsefê ye. Keval heta îro wekî sembola lêgerîna heqîqetê û aqlê mirovî tê qebûl kirin.
Di kevalê de tiştek balkêş heye ku Raffaello rûyê gelek hunermendên dema xwe li şûna fîlozofan bikar aniye. Mesela Platon dişibe Leonardo da Vinci, Heraklîteos dişibe Michelangelo, Euclid dişibe Bramante, Apelles dişibe Raffaello bi xwe.
Têma û Wateya Wê
Keval, felsefeya klasîk nîşan dide. Raffaello 21 fîlozof û zanyarên Yewnanistana antîk li avahiyek mezin, bi şêwaza Romayê kom kirîye. Di navenda kevalê de du kesên sereke hene:
- Platon: Bi tilîya xwe ber bi jor nîşan dide. Ev sembola cîhana ramanan û metafîzîkê ye. Di destê wî de pirtûka Timaeus heye.
- Arîstoteles: Destê xwe ber bi erdê ve vekirîye. Ev nîşana girîngiya çavdêrî û cîhana madî ye. Di destê wî de pirtûka Ethics heye.
Her wiha keval bi van herd kesên sereke ve diyaloga di navbera îdealîzm û realîzmê de nîşan dide.
Kesayetiyên Din yên Navdar:
Aliyê çepê kevalê;
- Sokrates – Bi kincê kesk, bi koma li dora xwe re diaxive û bi tiliyan dijmêre.
- Xenophon – Li kêleka Sokrates, guhdarî dike.
- Aeschines – Li pişt Sokrates.
- Alkibiades – Xortê çekdar, li pişt Sokrates.
- Zeno ji Kition – Li kêleka Epicurus, bi rih.
- Epicurus – Bi pelên rezê li serê xwe.
- Federico II Gonzaga – Li pişt Epicurus, hîn xort. Wê demê li Vatîkanê bûye.
- Pîsagoras – Li pêş, çepê jêr, li ser pirtûkekê dinivîse.
- Archytas – Li pişt Pîtagoras, li ser milê wî dinihêre.
- Heraklît – Li ser kaxezê dinivîse. Rûyê wî dişibe Michelangelo.
Navîna kevalê;
- Diogenes – Li ser pêlikan razaye, bi kincê şîn.
- Hypatia – Jinek bi kincê spî ye. Ji Îskenderê ye. Profesora felsefê, astronomî û matematîkê ye. Hinek dibêjin ew Francesco Maria della Rovere yê esilzadeyê Îtalî ye.
Aliyê rastê kevalê;
- Euclid – Li erdê çok daye, bi pergarekê xêz dike. Rûyê wî dişibe Bramante.
- Batlamyûs – Li pişt Euclid, bi taca zer, goga dinyayê di dest de ye.
- Zerdûşt – Li kêleka Ptolemy, goga ezmanan di dest de ye.
- Apelles – Li pişt Zerdûşt e. Rûyê wî dişibe Raffaello bi xwe.
- Raffaello Sanzio – Li rastê, bi berika reş, li temaşevanan dinêre.
- Il Sodoma an Perugino – Li kêleka Raffaello, mamosteyê wî.
Kesên din ên tê texmînkirin
- Anaximander – Li pişt Pîsagoras, li ser milê wî xwar dibe.
- Heraklîtîûs: Li ser pêlingan rûniştîye, qelem di destan de dinvîse.
- Parmenides – Pîremêrê li pişt Zerdûşt.
- Anaxagoras: Ber Pîsagoras e, lê dinhêre.
- Strabo – Li pişt Batlamyûs
- Îbn Rûşt: Li pişt Pîsagoras e, bi balkêşî li têbinîyên wî dinhêre.
Raffaello navan li ser kevalê nenivîsîye. Ev nasnameyên ku li jorên ji aliyê lêkolînerên paşê ve, li gor kinc, sembol û rûyên hunermendên wê demê hatine diyarkirin. Ji ber wê hinek nav ne teqez in.
Raffaello Sanzio Kêye
Di sala 1483an de li Urbinoyê ji dayîk dibe. Meriv dikare bi kurtasî jîyana wî wiha bide ser hev: Bavê wî Giovanni Santi jî wênesazê qesra Urbino bûye. Raffaello ji piçûkatiyê ve hîmê hunerê bûye. Di navbera salên1504 û 1508an de li Floransayê dimîne. Li wir berhemên Leonardo û Michelangelo dibîne, vedigihîje şêwaza xwe.
Di navbera salên 1508-1520an de li Romayê ye. Papa Julius II ew vedixwîne Vatîkanê. Li wir Stanza della Segnatura dixemilîne û Dibistana Atînayê çêdike. Piştî waxtekî dibe mîmarê sereke yê Bazîlîkaya St. Peter. Tê gotin di salan 1520an de, di rojbûna xwe de li Romayê wefat kirîye û dema cinazeyê wî de hemû Romayî giriyane.
Berhemên wî yên herî navdar;
- Dibistana Atînayê 1509-1511: Freskoya felsefeyê di Vatîkanê de ye.
- Sistine Madonna 1512: Tabloya ku du milyaketên biçûk li jêrê wê gelek navdar in.
- Veguherîna Îsa 1516-1520: Berhema wî ya dawî. Dema dimire berhem nîvcî li ser tabloyê bûye.

















