Mêvanperwerî di gundên Seregola de yek ji kevneşopiyên herî hêja û zindî ye ku heta îro jî cihê xwe di jiyana rojane ya gel de parastiye. Merivên vê herêmê mêvan wekî xêr û bereketek ji Xwedê tê malê dibînin. Ji ber vê yekê, pêşwaziya mêvanan bi dilxweşî, rêzdarî û vekirina deriyên malan tê kirin.
Dema mêvanek tê gundekî Seregola, mesela were Mîrze, Melehesen yan jî Qereqûyê pêşî bi silav û xêrhatinê tê pêşwazîkirin. Malxê malê hewl dide ku şertên herî baş ji bo mêvanê xwe amade bike. Çay, qehwe yan jî xwarinên herêmî bi kêfxweşî têne pêşkêşkirin. Di gelek malbatan de hê jî kevneşopiya ku xwarin û vexwarina mêvan pêşî tê berdewam e.
Di gundê Seregolan de, çanda mêvanperweriyê gelek bi hêz e. Hema hema di her malekî de oda mêran an jî oda mêvanan heye. Ev ode cihê pêşwaziya mêvanan e û di jiyana civakî ya gund de roleke girîng dileyîze. Dema mêvanek ji derve tê, malxê malê wî rasterast di vê odê de pêşwazî dike. Li wir çay tê amadekirin, sohbet tên kirin û pirsgirêkên civakî tên nîqaşkirin.
Oda mêra ne tenê ji bo mêvanan e, lê her weha cihê kombûna ehlên gunde jî. Di şevên zivistanê de, li vê odê çîrok, stran, kilam û bîranînên kevnar tên vegotin. Ji ber vê yekê, oda mêra, hema bêje navendeke çandî û civakî ya gund e.
Her wiha hebûna odekyek bi taybet ji bo mêvanan nîşan dide ku gelê Seregolan çiqas girîngî dide rêzgirtina mêvanan. Ev kevneşopî, ku ji bav û kalan hatiye, heta niha jî di bîra malbatên ehlî û gundîyan de wekî yek ji nirxên herî hêja yên çanda Seregolan dijî.
Xizmeta mêvanan wekî deynek exlaqî û civakî tê dîtin. Mêvan heta ku li malê bimîne, xwedîmal xwe berpirsiyar dibîne ku him xwarin, him vexwarin û him jî cihê rûniştin û razanê ji bo wî amade bike. Bi taybetî dema mêvan ji dûr têhat, ji bo şevê jî di oda mêra de cih dihate amadekirin. Lê îro êdî kêm mêvan dimînin. Ji ber ku êdî dinya piçûk bûye, rê xweş bûne û her kes xweyîyê ereban e, êdî di malan de mêvanên şeva namînin.
Belê, xizmeta mêvana ne tenê nîşana mêvanperweriyê ye, lê her weha nîşana rêz, mêraniya civakî û dilfirehiya gelê Seregolan e . Ji ber vê yekê, navê malbatekê ku mêvanên xwe baş pêşwazî dike di nav gund de bi qedir û hurmet tê bîranîn, ji kes û malbatên wisa re “nandar” tê gotin.
Di civaka Seregola de, mêvanperwerî tenê di nav malan de nabe; ew di navbera hemû gundiyan de jî tê dîtin. Ger mêvanek ji derveyî herêmê were, gelek kes dixwazin bi wî bibînin, nas bibin, halê wî bipirsin û alîkariyê pêşkêş bikin. Ev rewş nîşan dide ku hesta hevkariyê û yekîtiyê di nav gel de gelek xurt e.
Di cejn, şahî û civînên civakî de jî çanda mêvanperweriyê bi awayekî berbiçav xwe nîşan dide. Malbatên gundî hewl didin ku mêvanên xwe bi xwarinên kevneşopî û bi dilsoziyeke taybet pêşwazî bikin. Ev adet ne tenê têkiliyên malbatî xurt dike, lê her weha dibe sedema nêzîkbûna merivan û parastina nirxên civakî.
Lêbelê, wekî gelek herêmên din, jiyana nûjen û koçberî bandor li ser hin aliyên vê kevneşopiyê kiriye. Digel vê yekê, gundên Seregola hîn jî di parastina çanda mêvanperweriyê de rolek girîng dileyîzin û gelek malbat van nirxan ji zarok û ciwanan re dihêlin.
Di encamê de, çanda mêvanperweriyê di gundên Seregolan de ne tenê adeteke kevn e, lê beşek girîng ya nasnameya civakî û çandî ya herêmê ye. Ev çand hestên dostanî, rêzdarî û hevkariyê xurt dike û mîraseke hêja ji bo nifşên pêşerojê dihêle.

















