Di salên 90an de li Stenbolê di lokala Komeleya Mafên Mîrovan de qîre qîra sitrana “Heseno
Lawo” bû.
“Hey lo bira
De divê dijmina dora konê Hesen ê birayê me girtine
Ax lê bira Heseno lawo
………………………………..
Şûrê destê te sincirî
……………………………….
Lora lora borê te ye
Hey lo bira…”
Em çend xortên ji zanîngehê me banda Koma Wetan kifş kiribû û em kûda biçûna me bi xwe
re dibir, digerand. Me di lokala, li cafeterya û restoranta de vedikir, pêşkeş dikir. Gelek
guhdar tênedigihîştin ku bi Kurdîye lê me bi şanazî dida zanîn û me pê xwe qure dikir.
Dîsa sitranên wek Sînê, Çi Digerî, Birîndar, Venagere, Elegez û Filîto Lawo me û herkesên ku
guhê xwe didanê jixwe dibirin, di nav kela kela pelan de dikelandin.
Taybetîya herî balkêş û sedema ku nayê ji bîrkirina Komê, barkirina rûdana cihêrengîyê ye ku
di mûzîka Kurdî de xûya kirine. Bi “Elegez” ve bêrîyek bi coş tê ziman, bi “Filîto Lawo” ve bayê
pînk floyd tîne û bi “Hesen Bira” ve bedewî, hêcayî û bilindahîya awaya rockê li ber çava
radixe û dide der. Jixwe “Birîndar” bala meriv dikşîne ser kesayetîyê û behsa bêhempahîya
eşqê û evînê dike.
Koma Wetan yekem car sitranên Kurdî wek rock biqaîde kirîye û gotîye. Di sala 1973an de li
Tiflîsê, ji alî sê mûzîsyenên Êzdî û yekî Ermenî ve saz dibe. Di destpêka karên xwe de
helbestên Mîkaîl Reşît, Karlînî Çaçan, Eliyê Îsko, Ordixanê Celîl û Latifî Husret bikartînin û
dikin stran.
Kom, ji ber hin sedeman di sala 1991an de ji hev belav dibe û xebatên xwe yên li ser mûzîkê
betal dike.
Kerem Gerdenzerî ku yek ji damezrînerê Koma Wetan e, derbarê wê komê de wiha dibêje:
“Me berî 50 salan di salên heftiyan de ew koma muzîkê ya rock ava kir. Di wan salan de
ciwanan gelek ji wê şêweya muzikê hez dikirin. Em çar kes hatin ba hev û me koma muzîka
rock ava kir û navê jî kir Koma Wetan. Me gelek konsert saz kirin.”
Derbarê sedemên belavbûna komê de jî Gerdenzerî dibêje ku di salên 90î de dema Sovyeta
berê hilweşiya di hemû waran de gelek pirsgirêk derketin û koma wan jî belav bûn û beşek ji
wan derbasî Rûsyayê bûn.
Kerem Gerdenzerî dide zanîn ku wî 4 albûm derxistin û niha jî mûjilê albûmekî dibe û hêvî
dike ku ew albûm dê di demeke nêzîk de derbikeve.
Kerem Gerdenzerî li bajarê Tiblîsê li Gurcistanê hatiye dinê. Gerdenzerî li dibistana mûzîkê
hîn bûye û yek ji dahênerên koma mûzîka nûjen ya bi navê Koma Wetan e.
Xêncî Gerdenzerî endamên komê yên din Rafael Şamil Dasînî û Omer Sebrî Recevî ne.
Çaremîn kesê komê mûzîkjenek Ermenî ye ku navê xwe Levon Grîgorî ye.
Piştî belavbûna Komê, Dasînî, Omer Sebrî û Levon Grîgorî dev ji xebatên xwe yên mûzîkê
berdidin û berê xwe didin kar û berên din.
Mixabin bi belavbûn û betalbûna Koma Wetan ve “şûrê destê Hesen” jî dikeve û tema rocka
Kurdî di nav dilên guhdarên civan de dimîne.


















