Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe

Xelatên Oscarê yên îsal di merasîmek bi coş de gihiştin xwediyên xwe. Fîlma Malezyayî ya bi
navê “Everything Everywhere All At Once” (Her Tişt Li Her Derî Di Heman Demê de) di 7
beşan de xelatê herî baş bi dest xist.
95’emîn Xelatên Oscarê ku ji aliyê Jimmy Kimmel ve hat pêşkeşkirin li Şanoya Dolby Theater
a Los Angelesê hatin belavkirin.
Di merasîma ku ji aliyê komedyenê navdar Jimmy Kimmel ve hat pêşkeşkirin de, fîlma
Malezyayî ya bi navê “Everything Everywhere All At Once” xelata “Fîlma Herî Baş” wergirt û
derhênerên fîlmê Daniel Kwan û Daniel Scheinert jî xelata “Derhênerê Herî Baş” bi dest
xistin.
Lîstikvana sereke ya fîlma ku di Xelatên Oscarê de 7 xelat bi dest xistin “Everything
Everywhere All At Once” Michelle Yeoh bû yekem lîstikvana Asyayî ya ku xelata “Lîstikvana
Herî Baş” wergirtiye.
Lîstikvanê sereke yê fîlma “The Whale” Brendan Fraser jî xelata “Lîstikvanê Herî Baş” bi dest
xist.
Fîlma “All Quiet on the Western Front” berhemeke din a ku bal kişandine ser xwe ya 95’emîn
Xelatên Oscarê bû. Fîlmê xelatên wekî “Fîlma Navnetewî ya Herî Baş” û “Sînematografiya
Herî Baş” wergirt.
Xelatê din ên ku hatine dayîn ev in:
Fîlma Herî Baş: Everything Everywhere All At Once
Derhênerê Herî Baş: Daniel Kwan, Daniel Scheinert – Everything Everywhere At Once
Lîstikvana Herî Baş: Michelle Yeoh – Everything Everywhere All At Once
Lîstikvanê Herî Baş: Brendan Fraser – The Whale
Lîstikvana Herî Baş a Duyem: Jamie Lee Curtis – Everything Everywhere All At Once
Lîstikvanê Herî Baş ê Alîkar: Ke Huy Quan – Everything Everywhere All At Once
Dengê Herî Baş: Top Gun: Maverick
Senaryoya Adaptekirî ya Herî Baş: Women Talking
Strana Orjînal a Herî Baş: “Naatu Naatu” – RRR
Efekta Dîtbarî ya Herî Baş: Avatar: The Way of Water
Dîzayna Produksiyonê ya Herî Baş:  All Quiet on the Western Front

Belgefîlma Kurt a Herî Baş: The Elephant Whisperers
Strana Fîlmê ya Orjînal a Herî Baş: All Quiet on the Western Front
Kurte-fîlma Live-Action a Herî Baş: An Irish Goodbye
Anîmasyon a Kurt a Herî Baş: The Boy, the Mole, the Fox, and the Horse
Fîlma Navneteweyî ya Herî Baş: All Quiet on the Western Front
Sînematografiya Herî Baş: All Quiet on the Western Front
Belgefîlma Herî Baş: Navalny
Anîmasyona Herî Baş: Guillermo del Toro’s Pinocchio
Senaryoya Orjînal a Herî Baş: Everything Everywhere All At Once
Lihevanîna Herî Baş: Everything Everywhere All At Once
Dîzayna Cilûbergan a Herî Baş: Black Panther: Wakanda Forever
Makeup (Makyaj) û Çêkirina Por a Herî Baş: The Whale
Rûdaw

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dilvîn Filîtê Xelatek Giranbiha Stand

    Keça Kurd a 15 salî ya ji Qazaxistanê Dilvîn Filîtê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist. Wergirtina xelatên bi prestîj ên Dilvîn Filîtê yên di pêşbirkên navneteweyî…

    Zêdetir
    Miss Germany Keçikek Kurd e

    Keça Kurd Dua Farisa ku bi eslê xwe ji Qamişloya Rojavayê ye, wekî Şaciwana Almanyayê (Miss Germany) ya sala 2026an hat hilbijartin. Ev cara yekem e di dîrokê de ku…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext