Miss Germany Keçikek Kurd e

Keça Kurd Dua Farisa ku bi eslê xwe ji Qamişloya Rojavayê ye, wekî Şaciwana

Almanyayê (Miss Germany) ya sala 2026an hat hilbijartin.
Ev cara yekem e di dîrokê de ku keçeke Kurd a ji Rojavayê dibe Şaciwana
Almanyayê.
Dua Faris bi nasnava "Roz Mundî" jî tê naskirin û li ser medyaya civakî gelekî çalak
e.
Ew doh ji nav zêdetirî 2 hezar keçan hat hilbijartin û nasnava "Miss Germany 2026"
bi dest xist.
Şaciwana Almanyayê Dua Faris bû mêhvana bultena Rûdawê û li ser qala pêvajoya
hilbijartina xwe pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

“Ez Kurd im û ji Qamişloyê me”

Li ser medyaya Erebî hatibû îdiakirin ku Dua Faris Ereb e.
Dilbixwîn Dara ev îdia jê pirsî û Dua Farisê bi awayekî eşkere bersiv da û got,
“Nexêr, ez Kurd im. Ez ji Qamişloyê me.”
Dua Farisê diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe ve li Almanyayê dijî û niha li bajarê
Herneyê ye.
Wê anî zimên ku dema çûye Almanyayê ew 3-4 salî bûye û ji ber vê yekê Kurdiya wê
hinekî lawaz e. Lê dîsa jî wê hevpeyvîna xwe bi Kurdî kir.

“Min qet texmîn nedikir ez bibim yekem”

Dua Farisê li ser hestên xwe yên piştî serkeftinê got ku ew gelekî kêfxweş e û ev ji
dilê wê derdikeve.
Wê eşkere kir ku wê qet texmîn nedikir ku bibe yekem û pê de çû:

“Hemû kesan ji min re digot 'ew ne Alman e, nikare bibe Mss Germanyê, ne xweşik
e. Vêca ez bûm Mss Germany û êdi kes nikare tiştekî bibêje.”

“Armanca wê piştgiriya keç û jinan e”

Dua Farisê diyar kir ku armanca wê ya beşdarbûna vê pêşbirkê ne tenê bedewî ye.
Wê daxuyand ku ew dixwaze ji bo civakê, bi taybetî ji bo zarok û jinan tiştekî bike.

Dua Farisê got, "Min xwest ez tiştekî ji bo zarokan, keçan û jinan bikim.
Min pirsgirêkên mezin dîtin, loma ez çûm pêşbirka Şaciwana Almanyayê.
Ez dixwazim qala keç û jinan bikim û ji wan re bibim mînak."

Şertên Şaciwaniyê: Qencî û dilpaqijî

Li ser pirsa “Ji bo mirov bibe Şaciwana Almanyayê çi hewce ye?” Dua Farisê
bersiveke balkêş da.
Şaciwana Almanyayê ya 2026an da zanîn ku ji bo vê sernavê tenê bedewiya rûyî ne
bes e û got:
“Divê mirov însanekî qenc û baş be. Divê dilê mirov paqij be û divê mirov hez ji
derdora xwe û mirovan bike. Her wiha xwebawerî jî gelekî girîng e.”

Wê her wiha destnîşan kir ku dayîk û bavê wê di vê pêvajoyê de gelek piştgirî daye
wê û got, “Dêya min ji min re got tu xweşik î, ev besî min e.”

Êdî tac nîne

Dua Farisê xelata xwe ya “Miss Germany 2026” nîşanî ekranên Rûdawê da.
Dema Dilbixwîn Dara pirsa taca serê şaciwanan kir, wê bersiv da ku êdî di pêşbirkê
de pergala dayîna tacê nemaye.
Dua Farisê got, “Êdî tac nîne, tac nemaye” û şerîda sor a fermî ya pêşbirkê ku li serê
“Miss Germany” dinivîse nîşan da.

Çavkanî: Rudaw

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dilê Sînemaya Cîhanê de “Jinwar” 

    Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê ku wekî “Dilê Sînemaya Cîhanê” tê naskirin, îsal bû şahidê beşdariyeke berçav a sînemaya Kurdî. Di nav qerebalixa stêrkên Hollywoodê û derhênerên herî navdar ên cîhanê de, derhênera Kurd a ji Hewlêrê Beyan Selahê bi projeya xwe ya nû “Jinwar” bala sînemaya cîhanê kişand ser xwe. Ev berhema ku hîn di qonaxa amadekirinê de ye, di beşeke taybet û girîng a festîvalê de hat qebûlkirin. Belgefîlm bû cihê balkêşiya pisporên sînemayê. Di nav 11 projeyên herî serkeftî yên cîhanê de ye Yek ji destkeftiyên herî mezin ên Beyan Selahê di gera îsal de, hilbijartina belgefîlmê wê   “Jinwar” bû ku di bernameya “Spotlight Projects”ê de cih girt. Ev beşa ku taybet e ji bo piştgirîkirina fîlmên di asta bilind de, ji seranserê cîhanê tenê 11 projeyan hildibijêre. Ev hilbijartin bûye sedem ku şirketên mezin ên produksiyonê yên ji Brîtanya, Fransa,        Holenda û Amerîkayê bikevin pêşbaziyê da ku bibin hevparê vê projeya Kurdî. Spotlight Projects ew beş e ku ji bo fîlmên di qonaxa post-prodaksiyonê de ye. Ev beş derfetên mezin ên hevkarî û naskirina navneteweyî pêşkêş dike. Selah vê yekê wekî “destkefteke gelekî mezin” bi nav dike. Ew dibêje ku ev serkeftin ne tenê ji bo wê ye, ji bo hemû jinên Kurd e. Tişta ku sînemakarên biyanî li Cannesê herî zêde pê matmayî man, rûyê rastîn û azad ê jinên Kurd bû ku di dîmenên Beyan Selahê de xûya dikir. Derhêner Beyan Selah behsa serpêhatiyeke balkêş dike û dibêje: “Gelek derhênerên Ewropî ji min dipirsî ka min lîstikvan bi kar anîne an na. Ji ber ku li cem wan nêrînek heye ku jinên li Rojhilata Navîn her tim girtî ne û çîroka xwe    vedişêrin. Dema wan dît ku jinên gundê Jinwarê li ber kamerayê çi qas azad, xwebawer û bi vîn in,  wan bawer nedikir ku ev jiyaneke rastîn e.” Bi vî rengî, “Jinwar”ê karîbû nêrîna klasîk a cîhanê ya li ser civaka Kurda biguhere. Kurd bi şandeyeke berfireh li Cannesê bûn Beşdariya Beyan Selahê beşek bû ji amadebûneke berfireh a Kurdan a di gera îsal de. Cara yekem bû ku Kurd bi şandeyeke zêdetirî 50 kesî (şanoger, derhêner û rojnamegeran) û bi standeke taybet a bi navê “Kurdistan” di bazara fîlman a Cannesê de amade bûn. Ev amadebûn bûye platformek ku sînemakarên Kurd tora têkiliyên xwe bi cîhanê re  …

    Zêdetir
    Li Cannesê Tîrêja Rojê

    Dîzaynera navdar a Kurd Lara Dizeyî,  bi yekê ji dîzaynên xwe yên bi navê “Tîrêja Rojê” beşdarî Festîvala 79emîn a Fîlman a Cannesê bû. Dîzaynera Kurd Lara Dizeyiyê ji Rûdawê re daye zanîn ku ku ew  15ê Gulana îsal saet 17:00an li Festîvala 79emîn a Fîlman a Cannesê li ser xalîçeya sor meşîyaye.  “Îlhama xwe ji rojê wergirtiye” Lara Dizeyiyê da zanîn ku ew dê yek ji dîzaynên xwe yên taybet a bi navê “Tîrêja Rojê” li     xwe bike. “Tîrêja Rojê” navê dîzaynek taybet e ku Lara Dizeyî ji bo Festîvala Cannesê amade kiriye. Ew dîzayn ji ronahî û hêza…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext