Pirtûka “Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê” ji aliyê Weşanxaneya Ceylanê ve hat
weşandin.
Pirtûk ji aliyê Koma Helezonik Kreşendoyê ve hatiye amadekirin.
Gotin û akorên hinek stranên Kurdî yên 13 salên dawî di nava pirtûkê de hatine
tomarkirin.
Koma Helezonik Kreşendoyê diyar kir ku bi xebatên çandî yên bi vî rengî ew hêvî
dikin ku wan hêz dabe têkoşîna li hemberî mêtingerîya çandê û asîmîlasyonê.
Di pirtûkê de 112 stran hene.
Ev stran, ji nav stranên Kurdî yên 13 salên dawiyê hatine bijartin.
Koma Helezonik Kreşendoyê da zanîn ku ji ber ku kesên ji vê pirtûkê sûdê wergirin
zêdetir bi fêrbûna gîtarê re têkildar in an jî lê didin, wan rîtm û tonên ciyawaz li ber
çavan girtine.
Koma Helezonik Kreşendoyê (Helezonikkresendo.com) di pêşgotina pirtûkê de wiha
gotiye:
“Berî niha nêzî 13 salan me wekî komeke muzîkjen û perwerdekarên
muzîkê ‘Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê’ amade kiribû û ev xebata ku nêzî 200
stranan dihundirîne me wekî du cîldên pirtûkê çap kiribûn.
Pêşgotina vê xebata me ya ku hîna jî hûn dikarin bi awayekî bêheq ji malpera me
xwe bigihînine PDFya wê, bi vê hevokê bi dawî dibû:
Bila ji milê we gîtara we; ji dilê we ruhê têkoşînê kêm nebe. Piştî wê demê û heta
niha li erdnîgariya me; mêtingerî şer, koçkirin, talan û pêkutî û helbet li hemberî wan jî
berxwedan û serhildan kêm nebû.
Mirovên ji bo cîhaneke azad û wekhev têdikoşin, hê jî bi amûrên cihêreng li hemberî
pergalê li ber xwe didin.
Di nav vê têkoşînê de, têkoşîna çandê xwedî cihekî girîng e. Ger ku pêkutiya ku
dixwaze têkoşînekê bitepisîne, gelekî bêdeng bike û zimanekî bêpeyv bihêle hebe,
mirovên ku stranên xwe bi vî zimanî hildiberînin, têkoşîneke girîng pêk tînin.
‘Stran dikarin xwe li hemû hestan rapêçin’
Stran dikarin xwe li hemû hestan rapêçin, belkî nikaribin hemû cîhanê biguherin lê
belê bandorê li kesên ku cîhanê biguherînin dikin.
Ji ber vê yekê jî me xwest em van stranên ku hatine afirandin bigihînin gelek mirovên
dîtir.
‘Hûn dikarin stranan bi ûkûlele, gîtar û pîyanoyê lê bidin’
Ev pirtûka di destê we de, gotin û akorên hin stranên Kurdî yên di van 10 salên
dawiyê de dihundirîne. Hûn dikarin van stranan bi enstrumanên wekî ûkûlele, gîtar û
piyanoyê lê bidin.
Di pirtûkê de 112 stran hene. Ev stran, ji nav stranên Kurdî yên 10 salên dawiyê
hatine bijartin.
Di bijartina stranan de rêgezên wekî guncawbûna stranê ji bo lêdana gîtarê û
xwedîtiya hunermend a gotin û muzîkê stranê hat esasgirtin.
‘Me rîtm û tonên ciyawaz li ber çavan girtin’
Lê belê ji aliyekî ve jî ji ber ku kesên ji vê pirtûkê sûdê wergirin zêdetir bi fêrbûna
gîtarê re têkildar in an jî lê didin, me rîtm û tonên ciyawaz li ber çavan girtin.
Herwiha ji ber ku ev pirtûk weki lîsteya pêşniyar a guhdarkirinê ye, heta ji destê me
hat me cih da stranên gelek muzîkjenan.
Ji bo qaliba rîtmê ya her stranê me diyagram amade kir û ji bo her qalibê jî me
vîdeoyeke nimûne jî kişand.
Me vîdeoya her qalibê li rûpelan wekî koda QRê bi cih kir.
‘Keda gelek muzîkjenan tê de heye’
Pirtûk bi ti armancên tîcarî nehat amadekirin û keda gelek muzîkjenan tê de heye.
Herwiha dema em keda kesên ku ev stran çêkirin, tomarkirî û sererastkirî jî lê zêde
bikin, em dê bibînin ku ev pirtûk ne ya tu kesî ye, ya me hemûyan e.”
Çavkanî: Rûpela Nû

















