Di sazîya Parîs Fashion Week 2023an de dîzaynkar Lara Dîzeyî eleqeyek mezin wergirt. Dîzeyî
da zanîn ku ji bo koleksîyonaê amade bike û modela hilbijêre mehek ranezaye.
Modelîsta navdar ya Kurd Lara Dîzeyî, di sazîya defîleya Paris Fashion Week 2023an de
heyela xwe pêkanîye û cilên jinên Kurd pêşkeş kirîye. Lara Dîzeyî, cilên neteweyî yên jinên
Kurd modernîze kirîye û bi kofî, bandên pora, bazin, gustîl û aksesûarên din yên ku jin
bikartînin ve koleksîyonek dewlemend çêkirîye.

Lara Dîzeyî, ev cara yekem e firseta pêşkeşkirina koleksîyona xwe bidestxistîye û di vê
yekemcara defîleya wê de muzîka defîleyê ji alîyê bavê wê yê muzîkjen amade bûye.
Defîle, bi koleksîyon bi navê “Dream” (Xewn), “Fire” ( Agir) û “Sea” ( Okyanûs) ve bi sê beşa
pêkhatîye û pêşkeş bûye. Di defîleyê de cilên netewî ya jinên Kurda modelîstên Avrûpayî li
xse kirine û nîşan dane.
Lara Dîzetyî gotîye “xewna min gihîşt raztîyê, ji ber ku min çanda me Kurda gîhande qada
Dunê û li Hefteya Modayê ya Parîsê de pêşkeş kirîye ez gelek bextewar im.”


















