Dîmenên Payîzê

Ez bêjim sar e, tu bêje germ e, lê hênik e, hênkayîyek tenik, zirav û sivik e. Dengê penbûna pelên
weşîyayî, xemgînîyîya (xemgînîya) darên tezîmayî, hesreta dilên tenêmayî û giranîya bêrîya dûrîya,
serûbinîya ba û bagerên hêvîyan e.
Payîz bixwehisîn e, hinek dembûn, arambûn û vegera raya bixwe ye. Heye ku rêwîtîyek be. Lê ne ber
bi asoyan, tenê ber bi windabûyan, mij û dûmanan, carna poşmanîyan.
Yekem
Hova kalek, destê wî de darek. Li ser qenepeyek ji textan çêkirî rûniştîye li dûrîya dinhêre. Qapûtek
reş lêye, pêsîrên wî rabûne sitîyê xweyî pêçane. Destê wî de têlefonek reş heye, pencera wê temirîye.
Pêçîyek wî li ser bişkoka openê ye, dil heye veke, lê nabe, venake. Jixwe ka wê çi bêje, payîze û
dicemide. Bayê payîzê li ser singê wî reqs dike, xeyalên bîranîna û jana dûrî û poşmanîya pişta wî qûz
dike, serî xar dike, tilî û pêçîyan bêhêz dike. Bra be, payîza wî giran e, werin em jê bihewin.
Duyem
Jinek e, ber devê behrek e. Ne pîr e ne xama ye, ne kin e ne dirêj e, lê jar e, jar û zirav e. Kirasek reş
lêye, pêşa xwe heta quzekê (guzekê) ye. Destê wê de reşahîyek heye, dibe ku kulîlk be, lê na, sîdank
e, sîdankek kin û reş e. Ji ber ku hewa giran e, ew jî bi tevdîr e. Faykê sorê li mila qalind e. Naxwaze
bicemide, lê dil bi îsyane, li hember soz, qewl û qirara ne, bextê wî payîz e, dicemide.
Guhê wê li pelan e. Pelên behrê jî bêhizûrên. Dikelin, diwerimin, radibin û xwe li delava dixin. Paşê
dikevin, diwelisin û vedikişin. Lingê wê şil dikin, serê wê gêj dikin. Vedikişin û ji nû ve, bi hêzek nû, bi
quwetek teze û tijî vedigerin, dîsa xwe li delava dixin. Deng didin, dengê xwe tev li bayê payîzê dixin.
Jinika dêre dirêj hêvî dike, ji hêvî jî zêdetir, bi quwetek zexm daxwaz dike. Xwezil, xwazil navê xwe
bibihîsta bi fîka bayê û xuşînîya pelên behrê ve… yekî, ji piştê, ji nêz ve navê wê hilda û gazî wê
bikira…
Bira navê wê çi bû? De navê wî jî hn lêkin…
Sêyem
Em îcar li rawestgehek in. Di destpêka rêwîtîyek xortek in. Bejn û porên wî dirêj, rû û simbêl tenik,
dest û çepil zexm in. Li ser qursîya rawesgehê rûniştîye, hûn dibên li benda çîye? Belê, ez we
dibihîzim, wekî hûn dibên otobus, minîbus, texsî… lê na, li ti erebeya siwar nabe. Erebe tên û diçin,
disenin û radibin, lê ew hêz nade xwe, ranabe, hewl nade, naçe. Çima?
Heye ku nawaze here cîhekî, derekî. Heye ku wê neçe, dibe ku derek, cîhek tunebe jê re. Belkî li
benda yekî ye. Gelo ew kes mêr e yan jin e, heval e, yan yar e, dost e, yan nlne, çîye, kêye? Gelo wê
were?
Kê çi zane, Kurmanc dibên her Xweda zane…
Çarem
Ez bêjim êvarek zû ye, hûn bêjin esrek dereng e, lê tarî ye, tarî li erdê ye. Lambeyek dişixule. Li malek
sê çevî de. Di bin mij û ewrên payîza dereng da. Îşiqek zer dide dora xwe. Sîhên ehlên malê li ser
dîwaran digerîne. Dûyên sobê li ser kuleka ketîye. Dûyek spî û xurt dirêj dibe, diçe xwe digihîne ewra,
tev li wan dibe, di nav wan de winda dibe. Heye ku hundurê malê germ e, îşiqa zer nîşana hêlûnek
şên û biaram e.

Malxê malê li quncikek rûniştîye, piştî şîvê titûn dipêçe. Kevanî çay danîye ser sobê, av dikelîne.
Hulmek germ ji çaynik radibe, li nav odê belav dibe.
Li dîwar wêneyek dardakirî heye. Wêneya xortek çê û çeleng, tîtal û civan, biken, bihêvî û jîndar.
Li hundur dê û bav, sobe, çay û wêne. Bêhna titûna malxê tev li bêhna sergînên şewêtî dibe, îşiqa zer
ronî dike, hêlûn germ dibe, xweş dibe.
Li derva kurek, qapût li pêştê, kom li serî û lepik. Di dilan de xwezî, li kêlekê tifing û payîz.
Çar Demsal Tev Payîz
Ez bêjim sar e, tu bêje germ e, lê hênik e, hênkayîyek tenik, zirav û sivik e. Demsal çar in, rast e, lê ji
hinekan re her payîzin.
Kalê li ser qenepeya bi texte ye, pêçîya wî li ser bişkoka têlefona ku pencera wê temirîye ye. Jinek hê
ber delavê behrê ye, di payîza xwe de tenê ye lê bi hêvî ye, li bendê ye. Rêwî li rawesgehê ye. Esas ne
rêwî ye, ew idî ehlî ye, ehlê rawestên jînê ye. Wêne li dîwar e, xwedî li derva, çevê wî li malê ye. Îşiq,
sobe û titûn li ser hev, di nav hev de nin. Hundur hêlûn e, derva payîz e.
Demsal çar in lê tev payîzin. Kêmayîya vî nivîsê bihar in. Hêvî li ber rihmin.

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext