Di “Anabasîs – Vegera Dehhezaran” de Kardûkhîyan

Ksenophon, di rêya vegerê ya meşa li ser Persîyan de rastî Kurdan tê û bi artêşa xwe ve ji Kurdistanê
derbas dibe. Girîngîya vê pirtûkê ew e ku di qeydek dîrokî de, di salên BZ 401 de, behsa Kurda dibe û
di derbarê jîyana wan de hin agahî tê dayîn.
Pirtûk, weke romanek ku bi serpêhatîyan ava bûye ye. Kurda wek “Kardûkhî” binav dike û bi taybetî
behsa jêhatîbûna wanê li qada şer dike.
Ksenophon (B.Z. 432 – P.Z. 355): Serleşker, nivîskar û dîrokzanek ji Atînayê ye. Xwendevanê Sokrates
e. Eserê xwe yê yekem, ji ber mirina wî yê neheq li ser parastina mamostayê xwe ye. Xêncî wî
berhemên wî yên wek Derbarê Tîranî û Perwerdeya Kyros, Hellenika û Dewleta Lakedaimanîyan û
çend hebè din hene. Anabasîs- Vegera Dehhezaran berhema herî naskirî ye.
Anabasîs- Vegera Dehhezaran, behsa macerayên eskerên peretî yên Hellenî dike. Eskeren Hellenîyan,
eskerên peretîne û ji bo Prensê Persan Kyros diçin ser Artakserkes a II. Armanca Kyros e ku dixwaze
iktîdarê bi zor û şer ji birayê xwe Artakserkes a II. bistîne. Anabasîs- Vegera Dehhezaran,
serpêhatîyên vê sefera dirêj ya eskerên Hellenî ye. Nivîskarê pirtûkê, Ksenophon e ku bi xwe ji tev li
vê sefera dirêj bûye. Ksenophon, serî de wek dîrokzan tev wan dibe, lê piştî ku di şerê bi Artakserkes
re, him Prens Kyros, him ji generalên wan têne kuştin, ew jî mecbûr dimîne dibe serleşkerek.
Rêwîtî, B.Z. 400’an de, ji Sardesa Lidyayê destpê dike, diçe ji nêzê Laodîkeîa 1 re çemê Menderes
derbas dibe, xwe digihîne Kelaînaî’yê 2 . Ji wir jî diçin Îkonîon’ê 3 . Li wir sê roj dimînin. Pistî sê roja bi rê
dikevin diçin ji ser Kilîkya’yê derbasî Tarsûs û Myrîandrosê dibin. Ji wir derbasî bakûrê Sûrîyeyê dibin.
Rêwîtîya çûyînê, ji ber ku beledên baş li cem wan hebûne, bêproblem derbas dibe.
Li Mezopotamyaya Başûr, li bajarê Kûnaksa’yê ku li devê çemè Firatè ye, rastî artèşa Artakses tên.
Pistî şerek giran, artêşa Hellena têk diçe, Prens Kyros û genaralên Hellen tên kuştin. Ji artêş tenê du
hezar kes dimînin. Pistî têkçûyînê, wê êdî maceraya vegerê destpêbike.
Di rêya vegerê de Ksenephon êdî serleşker e. Êdî xêncî vegera malên xwe ti armancek wan nîne.
Çawa ku Ksenephon salix dide, xelqên wan diwalên ku bi mecbûrî jê derbas dibin, bi çavek dostanî li
wan nenhirîne. Ji ber vî, rêwitîya vegerê gelek trajîk e.
Em bi saya vegera dehhezaran, bi gelek welatan, gelan, çand û toreyên wan çaxan dihisin.
Dehhezarên têkçûyî, bi hevîya ku xwe bigihînin Derya Reş ber bi bakûr bi rê dikevin. Muhremelen ji
jora Bexdayê ve xwe digînin delavê Çemê Tigresê 4 .
Her wiha xwe di welatê Kardûkhîyan 5 de dibînin. Ksenophon wekî qewmek şervan û çîyayî salixê
Kardûkhîyan dide. Beşek ji pirtûkê (WÎB r:99) 6 wiha ye: ” Kardûkîyan, xelqek şervan e ku serê xwe li
ber qral daneynîne. Li çîyan de dijîn. Waxtek ji bo ku evî xelqî hêsîr bigrin, qral, artişek ku hejmera wê
sed bîst hezan bûye şandîye ser wan, lê kes ji wan sax xilas nebûye û nezvirîye mala xwe. Kardûkhî
her daîm li çîyayan de jîyan saz kirine.”
1 Denizlî
2 Afyon
3 Konya
4 Dîcle
5 Kurdistan
6 Weşanên Îş Bankasi

Belê, Kardûkhî, ji Hellenîyan re gelek astengî derdixin, bi wan re gelek şer dikin û rêwîtîyan wan heft
roj dirêj dikin. Ksenophon wiha dinvîse: “Di welatê Kardûkhîyan de, di rêwîtîya heft rojan de her daîm
şer çêdibû, zirara ku me ji qral hilnedabû, hê zêdetir me ji wan hildabû. ” (WÎB r: 109)
Ksenophon salix dide ku Kardûkh, li cîhê ku artêş derbas dibû de agir vêdixistin, bi dûyê agir cab
didan hevalên xwe yên dûr. Kevanên xwe gelek baş bikardianîn û di tîravêtinê de pir pêşta çûbûn. Ew
zehmetîyên ku Hellenîyan li hember Kardûkhîyan kişandine ji pêkanîna teqtîkên eskerî yên bi hêz in.
Her wiha piştî heft roja xwe didin Çemê Kendritesê 7 û ji wir jî dîsa bi zor ú zehmet, bi şer û dew
derbasî Armenîa’yê 8 dibin. Piştî ku bi silametî ji Armenîa’yê derbas dibin, xwe digihînin delavê Derya
Reş. Ji Derya Reş jî bi keştîyan xwe diavêjin Trakyayê.
Ksenophon, her tiştê ku qewimîye di rojnivîska xwe de qeyd kirî ye. Cîhên ku jê derbas bûne,
zehmetên ku kişandine, naqokîyên di nav serleşkeran û her tiştê ku girîng dîtî ye, wek nûçevanek
hildaye rojnivîskê. Meriv dikare bêje karê ku kirîye, wek nûçevanîya şer a yekemcar were qebûlkirin.
Anabasîs-Vegera Dehhezaran, romanek dîrokî ye. Di derbarê xelqên Mezopotamya û Enedolê
agahdarîyan dide, kurtenotên li ser ernîgarî, toreyan û mîtîlojîyan dinvîse.
Bi vî hevokî dawîya xwe tîne: “Bi pêşketin û paşketinê ve rê, dusud panzdeh rêya meşê, hezar sed
pincî pênc fersenk û panzdeh meh e. ”
Ji romanek pêştatir, qeydek giranbiha ji dîrokê ye. Divê were xwendin.

7 Botan
8 Ermenîstan

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext