Jîyana Resoyê Gopala

Bi navê Reso, Resoyê Gopala, Resoyê Qilîwelo dengbêjekî kurd e û yek ji şagirtên Evdalê
Zeynikê ye. A rastî ji dibistana Evdalê Zeynikê ye. Evdalê Zeynikê, Sêwî Silo (Şêx Silo) û
dengbêj Gulê mamostayê hemî dengbêjên Serhedî ne.
Reso li Kelê (Milazgirê) di zaroktiya xwe de ji şagirtê Evdalê Zeynikê Ferzê perwerdeya
dengbêjiyê girtiye û bi destûra Ferzê bûye dengbêj. Gorî hin kesan Reso di salên 1890´î de ji
dayîk bûye û bi eslê xwe ji Elegeza Rewanê bûye û di salên 1960´î de jiyana xwe ji dest daye.
Li ev hesab bi texmînî ye, sedî sed kes nizane. Lewra Reso mîrê şagirtên Evdal bû, kesekî pirr
welatparêz bû û ev yeka han dibû sedem ku îstihbarata dûgela Tirk rika xwe berde wî.
Bi dehan kasêt û plak ên bi gramofon an hatibû tomarkirin ji aliyê dewletê ve tê windakirin.
Carekê li Qamişloyê ji hin peyayên dewleta Tirk ve Reso tê jehrkirin lê ji mirinê difilite. Li ser
vê bûyerê dengê wî yê oktav bilind û zîz xirab dibe. Pirraniya stranên wî yên hatine
tomarkirin bi vê dengê nebaş hatine tomarkirin.
Gorî dengbêj Zahiro dibêje, plak û kasetên wî yên bi dengê berê hatine tomarkirin niha cem
parlamenterê Mûşê yê dewletê Kazim in û ew ji malbata Şêx Marûf e. Ji ber ku ne keseke
welatparêz e wan nade der ku Reso ji aliyê Kurdan ve were jibîrkirin.
Reso ji eşîra Redkî û ji Mala Hozikê ye ji gundê Gopalan a Qereçobanê yê ye lê bi pirranî li
gundên Kop a Mûşê jiyaye. Li gundê Pagê ji hin kesên tarî ve bi keviran tê birindarkirin û li ser
vê bûyerê bi kula şêrpenceyê nexweş dikeve. Bi alîkariya hezkiriyên wî dibin
nexweşxaneyeka Enqereyê, mixabin li wir jiyana xwe ji dest dide. Laşê wî li gundê Pagê tê
veşartin. Reso 3 carî dizewice. Navên jinên wî Gulê, Êmê û Saniye ne. Li ser jinên xwe gelek
stran çêkirine.
Çend Stranên wî
 Metê,
 Quling,
 Êmê,
 Gula Min,
 Ji Tewrêzê heya Tehranê Kurdistan e,
 Mîrê Min,
 Siyabend û Xecê,
 Mem û Zîn,
 Dêrsim e,

 Axçîk pîçûk e,
 Evdalê Zeynikê,
 Gola Xamirpêtê, hwd bi sedan stranên dengbêjiyê afirandiye. Şagirtên wî
wekî Şakiro stranên wî gotine.
Çavkanî

  1. ↑ Antolojiya dengbêjan (2007). Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
    Ji malpera occomahabad wordpress
  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext