Bi Şaşî û Nebaşîyan ve Şanoyek

Ez çendek ewil li ser YouTube rastî Şanoya Evdalê Zeynikê hatim. Jîyan û serpêhatîyên Evdal
yên sereke weke kurdeçîrokek mûzîkal pêşkeş bûye. Helbet ji bo berfirehîya çand û hunera
Kurdî xebat û berhemek gelek biqîmet e. Dîyalogên bi Kurdî, helbest û kilamên dengbêjîyê bi
cil û bergên Kurdî yên demê gelek xweş û bi serketî pêşkeş bûne. Gava min temaşe kir min
got “belê ez dibim şahidê lîstikek Kurdî ya mûzîkal.” Jixwe performansa lîstikvana jî gelek
serketî bûn.
Şano berhemek ji berhemên Şanoya Çîya ye. Nivîskarê şanoyê Kurdê Tavya, derhêner Osman
Kurtalan e. Şano ji alîyê Nefel Produksîyon ve li ser tora medyayê belav dibe. Mûzîkên şanoyê
jî gelek serketîne. Derhênerê mûzîkê Seyîd Riza Sîlbus e.
Di şanoyê de Evdalê Zeynikê Ronî Ardil pêşkeş dike. Delal Serhed Gulê, Osman Kurtalan Şêx
Silê, Harun Hêvî jî Tahir Xan pêşkeş dikin. Her wiha bi giştî 30 karekter cîh girtine. Helbet
divê meriv Temo û Eyşê jî ji bîr neke. Temo bi performansa Xelîl Yûsif, Eyşê jî bi performansa
Rûken Omer ve pêşkeş dibin.
Wekî ku min li jor jî got, ji bo dewlemendîya çand û hunera Kurdî û dîsa ji bo pêşketina
şanoya Kurdî xebatek gelek bi qîmet û serketî ye. Lê divê em hin kêmasî, xeletî û şaşîyan jî
bînin ziman. Ez bixwe rexnegirê şanoyan nînim. Ji alîyê teknîka lîstikvanîyê, yan jî teknîk û
hunera şanogerîyê nikarim tiştek bêjim. Min bixwe wek çavek temaşevan sahneyan, kostûm
û lîstikvanan gelek eciband. Ezê bi destûra we di vê nivîsê de li ser naveroka çîroka ku di
şanoyê de pêşkeş bûye bisekinim.
Di dîyaloga Tahir Xan Beg û Evdal de em dibînin ku Evdal weke dengbêjek gerok hatîye
nîşandin. Dîsa di domahîka çîrokê de wekî Evdal bi zêdeyî li cem Tahir Xan Beg sekinîye hatîye
pêşkeşkirin. Lê herkesê ku haya wî/wê ji Evdal hebe dizane ku ne wisane.
Tahir Xan kê ye?
Tahir Xan Beg ji rohilatêye û li hember Dewleta Îranê rabûye lê ji ber îxaneta miletê xwe
têkçûye. Şêx Silê dengbêjê Tahir Xan Beg e. Tahir Xan ne mîrek ji welatê Serhedê ye, ew
mîrek ji Kurdên Îranê ye. Navê gundê wî, Qelenî ye. Ji ber ku Şêx Silê dengbêjê wî ye, loma jê
re dibêjin “Şêx Silêyê Qelenîyê.”
Di wan zemana de walî yan jî qaymeqamê dewlata Îranê bû ye. Piştî waxta li hember Şahê
Ecem serî jî hildaye, bi qasî du sala dîl ketîye, paşê hatîye berdanê. Evdal li ser şerê wî û Şahê
Ecem bi navê “Ez Bi Dîharê Qelenyê Diketim” kilamek ji derxistîye.
Heye ku nivîskarê şanoyê agahîya xwe yê şaş ji Mehmed Uzun hilda be. Jixwe Mehmed Uzun
di rûpela 25’an ya “Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê” de Evdal wiha dide nasîn:
“Ew evîndarê Gulê, bavê Temo, zirbavê Meyro (…) dengbêjê mîrê Kurda Tahir Xan, heval û
dostê giregir, beg, mîr û zanayên Kurda bû.”
Halbûkî Evdal ne evîndarê Gulê ye, ne bavê Temo ye, ne jî dengbëjê Tahir Xan e.
Rastî di kilaman de xûya ye, lê Mehmed Uzun, wekî gelek mijara, evî rastîyê jî li ser xwe de
tewandîye. Di kilama Evdal de tê gotin, “Bi dizgîna Gogerçîn girtine, berê wê dane Kela

Makûyê.” Lê Mehmed Uzun ku haya wî ji vî kilamê tune ye, Tahir Xan li Stenbolê dîl dide
girtin û dîsa li Stenbolê dişîne ber rihma Xwedê. (rûpel 76)
Wek mînaka jorê, em dizanin ku Tahir Xan bi Şahê Ecem re şer dike, têk diçe, dîl dikeve û li
Kela Makû ya Îranê du sal girtî dimîne, paşé tê berdanê.
Lê Mehmed Uzun tîne Tahir Xan bi paşayên Osmanîyan re dixe şer û dişîne Stenbolê. Gelo
mîrek Kurda ku mîregtîya wî di nav sînorê Ecem de be, wê çima were bi Osmanîyan re şer
bike?
Çîroka şanoyê ez dibêm vê ahahîya şaş ya Mehmed Uzun referans hildaye û eskerî
Osmanîyan dişîne qesra Tahir Xan Begê.
Evdal Dengbêjê Kê ye?
Dema ku Evdal û Şêx Silê di leca ku hef roj û heft şev kişandîye de li hember hev rûdinên
Evdal jî dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa ye. Jixwe tiştek ecêb û kêmasîyek mezin e ku di
şanoyê de qet behsa Surmelî Mehmed Paşa nehatîye kirin.
Dîsa em di lîstikê de rastî navê Cemalverdî jî nayên ku gundê Evdal e. Wek tê zanîn
Cemalverdî gundek ji gundên Seregola Intabê ye û îro li ser Dutaxa Agirîyê ye. Evdal li wir
bûye, li wir mezin bûye dîsa li wir gihîştîye dengbêjîyê. Evdalê Zeynikê berîya ku bigihîje
Surmelî Mehmed Paşa li dîwana Hesen Begê Sîpkî û di şevbihurkên heremê de dengbêjî
kirîye. Piştî wexta ku bi Gula File re dikeve lecê û serdikeve bi xwesteka Paşê diçe digihîje
Paşê. Werin em bi kurtasî çarçoveya jîyana Evdal xêz bikin.
Evdal
Di sala 1880’an de li Cemalverdî ji dayîk dibe. Evdal li Cemalverdî heta 30 salîya xwe
rêncberîyê dike. Piştî 30 salîya xwe, tê gotin ku Evdal xewnek dibîne, nexweş dikeve û bi
mehan ji nav nîvîna dernakeve. Evdal di demajoya pakbûnê de dest bi melodîyan dike û kilam
jê tên… 
Her wiha Evdal, dibe dengbêjê Seregol û Serhedê. Navdengê wî diçe digihîje Surmelî
Mehmed Paşa. Paşa, Evdal hildide dewat û dîwanên xwe, Evdal dibe dengbêjê Surmelî
Mehmed Paşa.
Evdal di wan deman de du dengbêjên bin av û deng, di dîwan û dewata de têk dibe. Tê gotin
ku Şêx Silê sê roj, dengbêja File Gulê ancak dikare 7 roj li ber Evdal berxwe bide. Evdal her
wiha dibe “Şahê Dengbêja…”
Her çiqas ku hezkirîyên wî, ewî wek şahê dengbêja bin av dikin jî, ew her tim dibê “ez bavê
Temo me” û di kilamên xwe de her gazî Temo dike …
Gava Surmelî Mehmed Paşa li ser navê Dewleta Osmanî diçe Kozanê, ser Avşara, diçe Edenê 
ser Kozanoğlu Evdal jî pê re ye. Rêya sefera Kozanê ji Dersîm re derbas dibe. Hevnasîya Evdal
ya bi Dersîm re û kilamên li ser Dersîmê ji vî seferê tê.
Surmelî Mehmed Paşa li Kozané wefat dike, Evdal jî dizvire té Serhedé. Evdal 113 sal emir kirî
ye. 1913 de wefat kirî ye. Mexberé wî îro li İntabé, li gundé Melehesen e.

Bi kurtasî jîyana evdal wek li jorê ye. Lê em di şanoyê de pevxistinek gorî vê çarçoveya jîyana
Evdal nabînin.
Evdal û Gulê
Xêncî van hûrgilîyek gelek girîng heye ku dîsa di lîstikê de bi şaşî pêşkeş bûye. Ew jî rasthatin
û hevnasîya Evdal û Gulê ye. Di şanoyê de Evdal û Gulê di dîwana Tahir Xan Beg de rastî hev
tên û parçê kilama lecê de gava Evdal xwe bi Gulê dide nasîn dibê “ez ji rêyek dûr, ji Xamûrê
hatime.” Lê ev şaş e, him naverok şaşe him jî kilam xirab bûye. Rastî wekî din e.
Li welatê Serhedê tê zanîn, salêxê mêrê qenc e, rojek li Xamûrê dewat e. Siwarê dewatê herî
giran Surmelî Mehmed Paşa ye. Hatîye Xamûrê, li mala dewatê dîwan danî ye, meclîsa
dewatvan û siwaran li dorê kom bûne. Gula File jî ku dengbêja Paşê ye li dîwan û dewatê ye.
Gula File, dengbêja Surmelî Mehmed Paşa ye, li Serhedê bi nav û deng e, ne xercê ti dengbêj
û şaîra bûne ku li hember deng bidin.
Evdal gava ku bi dewatê û Gula File dihise, ji Cemalvêrdî hespê xwe siwar dibe heta êvarê
xwe digihîne Xamûrê. Ew û Gulê li dîwana Paşê sê roj û sê şev didin ber hev. Qaîde û isûla
cumaetên Kurmanca ne, gava ku mêvanek tê dîwanê, dîwanbir bi meqam xêrhatin lêdike.
Gulê jî wê qaîdeyê ji bo Evdal bi cîh tîne, lê Evdal nas nake. Di kilama lecê de ev rûdan wiha
tê ziman:
Gulê dibê,
Lo mêvano tu bi xêr hatî
Ji kuda tê, kuda diçî
Ji bo çi ximetî hatî
Tu bi xêr û silamet biçî…
Evdal dibê,
Ez şahê dengbêja Evdalê Zeynikê me
Li Serhedê qesasê serê şaîr û dengbêjê xelkê me
Ez ku biqîrim dengê minê ji vir here erdê Ecem e
Ez ji rêya dûr hatime
Gulê ez îro mêvanê te me…
Gulê dibê,
Evdal tu bi xêr hatî ji wira heya vira
Bejna min dişxule mînanî mûm û çira
Tu were em bi hev re bistêrin
Mînanî xwûşk û bira…
Evdal dibê,
Lê Gulê hatim Xamûrê lo ha li dil e

Bejna Gulê tayek rihane
Li ber avê mîna pelga şil e
Gulê bi şêst awazî dixwîne
Xwedê dizane him şalûr e him bilbil e…
Leca wan wiha destpêdike û bi gorî qasêdên qasidvanan sê roj û sê şev didome. Lê wekî me li
jor jî got, di şanoyê de Evdal ji Gulê re dibe “Ez ji Xamûrê hatime.”
Dawîng
Jenerasyona teze ya ronakbîr û xwendîyên me gelek bi qabîllyet û bi kelecanin. Kelecanî û
qabîlîyeta wan gava ku digihîn hev sebir nakin. Dixwazin zûtirî dest bi kar û bera bikin. Li ser
mijar baş hûr nabin, bi têra mijar û karê hilnadin danaynin, li serî û binî nakolin û bi israr li
pey rastîya çîroka nakevin. Yek jî mixabin, xwe ji tesîra paradîgmaya sîyasetên serdest
naparêzin. Bi vî halên xwe serbixwebûna hunerê jî ji bin sîhên zinarên mezin û kevn dernaxin.
Nivîskarê şanoyê Kurdê Tavya, xwezil, berîya ku vê şanoya ku xwedîyê qadroyek qelebalix û
bi serketî ye, binivîsîya, hinek dîrok, jîyana Evdal û çanda dengbêjîyê bixwanda. Belê, ez
nivîskar di derheqê çanda dengbêjîyê de jî kêm dibînim. Heger ku nivîskar çanda dengbêjîyê
baş bizanibûya dengbêj Gulê û Şêx Silê wek “rûspî” lanse nedikir. Di çend sahneyan de xulam
ji bo ku rûspî derên hizûrê ji Tahir Xan Beg destûr dixwaze, dibê “rûspî hatin.” Rûspîyên ku
tên jî Şêx Silê û Gulê ye. Kîjan dengbêj ji kîjan beg û mîran re rûspîtî kirîye ez nizanim.
Me di serê nivîsê de rengê rexneyên xwe wek kêmasî, şaşî û nebaşî nivîsî. Kêmasî û şaşî wek
yên jorê ku me rêz kirîne dibe ku bêhemdê meriv bin. Lê nebaşî wek kêmasî û şaşîyan
mahsûn nîne. Nebaş, tişta bi zanetî gorî fikir û nêrîna xwe ditewîne, diguhurîne û manîpule
dike. Ji bo nebaşa rastîya mijara girîng nîne, mijar û realîte divê li paradîgmaya wan were, lê
neyê dikara tahrîb bibe.
Bi hêvîya ku hunermend xwe ji sîyasetan bişon û wisa kar bikin…

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext