Bênav, Bênîşan: Navnîşan
Meseleya sînemayê ew e ku ka çi di nava çerçoveyê de ye û çi li derveyî çerçoveyê ye.”
Martin Scorsese
Li gor Elsaesser û Hagener di sînemayê de “pencere/çerçove”, bergeh û
lênêhirteneke dîtir e ku derhêner dide pêşiya temaşevan. Heke amûra derhêner
kadraj be û kadraj di navbera derhêner û temaşevan de yekane rêya ragihandinê be
nexwe bi riya kadrajên di nava kadrajan de derhêner ber û bergeheke ji kadraja heyî
zêdetir, jê wêdetir û kûrtir dide pêşiya temaşevan.
Ji bo karîgeriya pencere/çerçoveyê ya di fîlmê Navnîşan de baştir bê famkirin divê bi
kurtahî qala fîlm bê kirin.
Edîb (Ahmet Akman) li Enqereyê beşa mamostetiyê qedandiye û wek mamoste li
gundekî Amedê hatiye tayînkirin. Serê sibehê bi erebeyeke sor ji malê derdikeve ku
here gerînendeya perwerdehiyê û tayîna xwe bide destpêkirin. Lê li wir, li saziya
perwerdehiyê bi problemeke bêreng re rû bi rû dimîne û çîroka fîlm jî li ser
çareser(ne)kirina vê problemê hatiye sazkirin. Lewre navê gundê ku Edîb lê hatiye
tayînkirin “Yeşilköy” e lê gundekî bi vî navî ne di qeydên nivîskî (qeydên dewletê) de
heye ne jî niştecihên wê herêmê navê gund pê dizanin. Problema bêreng a li saziya
perwerdehiyê dibe gerînek û geremoleke gewre û serî li Edîb digerîne.
Edîb bi piranî di nava erebeya xwe de derdikeve pêşiya me ku ji destpekê heta
dawiya fîlm li navnîşaneke bêyî nav û bêyî nîşan digere.
Derhêner li hêlekê di çerçoveyeke mezin de ku kadraja fîlm bi xwe ye û bi plana nêz
rûyê Edîb nîşanî me dide, li hêlekê jî di pencere û neynika erebeyê re dike ku em
hawirdorê bibînin. Bi vî hawî ango bi çerçove û pencereyên di nava hev de hatî bi cîh
kirin, dike ku em ji xeynî psîkolojiya serleheng, derdor û erdnigariyê jî bibînin û di
derheq van hokeran de jî bibin xwedi zanîn ku ew jî temamkerên din ên fîlm in. Her
wiha carinan em di pencereyên erebeyê re însanan jî dibînin ku di vir de jî em di
derheq civak û çanda wê derê de dibin xwedî agahî.
Nexwe em dikarin bibêjin di fîlm de du armancên sereke yên “çerçove di nava
çerçoveyan de” hene; Yek jê armanca şêwazî ye û ya din armanca naverokî… Ji hêla
şêwazê ve wek li jor jî hat qalkirin, derhêner bi “çerçove di nava çerçoveyan” de him
lênêhirtineke dîtir saz dike him jî lênêhirtina heyî berfirehtir û kûrtir dike. Ji hêla
naverokê ve jî A. Dildar bi teknîka çerçoveyên di nava çerçoveyan de bi derbekê re
dixwaze bala me bibe ser du tiştan. Yek jê kadraja mezin a fîlm e ku jê re kadraja
derhêner jî tê gotin û bi vê kadrajê aliyê fîlm ê psîkolojik û felsefîk raberî me dide. Çi
ku di wê kadrajê de em tim rûyê Edîb dibînin û hest herî baş û herî zû di rû de xwe
didin der. Ango çima ku ya psîkolojiyê diyar dike hest in û rû nîşaneya hestan e,
derhêner di kadraja mezin de di ser rûyê Edîb re psîkolojiya Edîb û pê re ya fîlm
dinimîne, bi kadrajên biçûk jî ku di nava kadraja mezin de hatine bi cih kirin, aliyê fîlm
ê sosyo-aborî û sosyo-çandî raberî me dide.
Lewre dema em li hêlekê di kadraja mezin de û bi planeke nêz rûyê Edîb û pê re
psîkolojiya wî dibînin li hêla din jî tevî ku navê gund wek “Yeşilköy” hatiye Tirkîzekirin,
em di wan pencere û neynikan re zeviyeke mîna çolê dibînin ku ne darek heye ne
berek… Derdoreke rip î rût û Yeşilköy… Jixwe yek ji sedemên ku derhêner hewce pê
dibîne em erdnigariyê û rûyê Edîb bi hev re bibînin ev e. Lêgerîna gundekî bi navê
“Yeşilköy” û çoleke dawî lê nayê bingeha psikolojiya Edîb bi xwe ye û derhenêr her
du sahne jî di nava kadrajekê de daye.
…..
Derhêner di ser absûrdiya ‘gundekî ku şitleke darê jî lê tunehî û navê wê Yeşilköy’ re
pirseke bersivdiyar dipirse; “ma navguherandin bixwe ne hewldana dan bîrkirin,
bîrkorî û biyanîkirina niştecihan e?”
Di heman biwarê de, dema Edîb li gund digere û ji şivanekî dipirse ka li van deran
gundekî bi vî navî heye an na, şivan bi Edîb dide zanîn ku gundekî bi wî navî qet seh
nekiriye. Edîb vê carê ji şivên dixwaze bila ji hevalê xwe yê din jî bipirse. Şivan li
hevalê cem xwe dinêre û dibêje “ew nizane vê sibehê jî çi xwariye!” civakeke ku
nizane vê sibehê çi xwariye!..
Piştî vê diyalogê şivan berê Edîb dide Xalê Reşîd ku yek ji rûspiyên wê herêmê ye û
dibêje “hebe nebe ew ê zanibe.” Edîb pirs bi pirs diçe mala Xalê Reşîd ku hawara
xwe bigihînê. Lê Reşîd di nava nivînan de ye û jinek derî li Edîb vedike. Jinik di
kadrajeke vekirî de (ji ber ku em tenê dengê jinika derî vedike dibihîzin lê rûyê wê
nabînin) bi Edîb dide zanîn ku “hiş li serê Reşîd nemaye, carinan hişê wî diçe carinan
tê, nema tiştek tê bîra wî.” Wek rûspî û giregirekî herêmê, bêhişketina Reşîd jî dîsa
wek sembol û hêmayekê ye ka hiş û bîra civakekê çawa hêdî hêdî dihele û diçe.
Wek tê zanîn navguherandina şûngehên ne bi Tirkî sala 1913’an di serdema dawîn a
Osmaniyan de dest pê dike, di serdema ewil a damezirandina komarê de dorfirehtir
dibe û di salên 1980î de digihêje lûtkeya herî jor. Di vê derbarê de navê 28 hezar
şûngehan tê guherandin ku temamê wan navan bi Kurdî, Ermenkî û Sûryankî ne.
Fîlm li ser van daneyan hatiye kêşan û ev dane bi me dide zanîn ku sedema
navguherandinê ne karekî bûrokratîk an jî sererastkirin û hêsankirin lê rasterast
hewldaneke lêxwedîderketinê ye. Dîsa, sahneya li saziya perwedehiyê Edîb û
Îbrahîm (Erdal Kaya) li odeya midûr bi hev re Tîrkî diaxivin û li arşîvê dema her du
tenê dimînin bi Kurdî diaxivin lê dema yek bi ser wan de tê tavilê dîsa vedigerin ser
Tirkî.
Arşîv ew mekan in ku cihê binerd, talde û îzole ne. Ango Kurdî tenê li taldeyan li
cihên ji civakê îzole tê axaftin. Her wiha ji hêla karîgeriyê ve ango ji hêla naverokê ve
jî arşîv di fîlm de wek sembola bîrê ye. Lewre arşîv karê qeydkirina paşerojê ye li dijî
xetereya jibîrkirin û jinavçûyînê. Heke em Xalê Reşîd jî wek sembola arşîva dîrokeke
devkî binirxînin, nexwe ne di bîra dewletê de (arşîva saziya perwerdehiyê) ne jî di
bîra niştecîhan de qeydeke wisa tune. Lê sedemên van ji hev cihê ne û ya ku fîlm
radike pileyeke jortir ev nûans e. Ango sedema ku di qeydên nivîskî de tune ji ber ku
di paşeroja wan de tiştekî wiha tune loma qeyd nekirine, ji ber ku ne “xwedî” lê
lêxwedîderketî ne. Lê sedema bîra Xalê Reşîd ne wiha ye, ne ku di bîra Xalê Reşîd
de ev nav tune. Xalê Reşîd nexweş e, belkî ji ber îşkence û tahdeya ku lê hatiye kirin
an jî ji ber sedemeke din a derveyîn mûdaxele li bîra wî hatiye kirin.
Ango “lêxwedîderketî” ji hêlekê ve lê xwedî derdikeve ji hêlekê ve “xwedî” lê nake
xwedî. Ne tenê di qeydên saziya perwedehiyê de, her wiha di qeydên qereqolê de jî
ew nav tune ku qereqol û perwerdehî du saziyên girîng in di warê pişaftinê de û di
fîlm de wek sembolên lêxwedîderketinê ne.
Çavkanî: Beşek ji Nivîsa: Şêxo Fîlîk (Sînemeyaserbixwe)
*Navnîşan kurtefîlmê Aram Dildar e ku di sala 2022an de hatiye kêşan. Aram Dildar
di 1990î de li Batmanê hatiye dinyayê û di gelek komên şanoyê de xebitiye. Dildarê
ku li Zanîngeha Marmarayê beşa Radyo, Tv û Sînema xwendiye wek lîstikvanê zarok
di filmê “Press” de cih girtiye û bi vî hawî ango bi lîstikvaniyê dest bi qada sînemayê
kiriye. Pişt re tevî lîstikvaniyê bala xwe daye derhêneriya alîkar û derhêneriyê jî. Di
qada netewî û navneteweyî de çi wek derhêner çi wek derhênerê alîkar di gelek
bernameyan de cih girtiye.

















