Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed

Şaîrek ku Girêdayî hêjayijên folklorîk, hezkirîyê xweza û zaroka, werger û şanoger e Cerdoyê Esed.
Navê xwe yê fermî Cerdoyê Esed Ozmanyan e. Malbata wî ji eşîra Sîpkîyên Êzdî ne ku ji şertên xirab û
salên tevlihev yên tevkujîya Şerê Yekemîn ya Cîhanê filitîne ye. Di arşîvên Osmanîyan de, di gelek
qeydan de xûyaye ku ev eşîr ji Şengalê koç kirine hatine bi piranî li Agirî, Qers, Îdir, Erzirom, Mûş û
Wanê cîwar bûne.
Mehmet Hurşît Paşa, di pirtûka xwe yê bi navê Seyahatnameyê Hidût de ku sala 1848an de pêşkeşî
Qesfa Osmanî kirîye de behsa Sîpkîyan dike. Piranîya vê eşîrê di sedsala 15yan şûnda bûne musliman.
Sîpkîyên Êzdî, wexta Şerê Yekemîn ya Cîhanê de bi gelek Ermenîyên ku ji tevkujîyê filîtîne revîne çûne
Ermenîstanê. Îro Sîpkîyên ku li Ermenîstanê û li welatên Sovyeta berê ne li ser dînê xwe yê Êzdî ne. Lê
yên ku li Tirkîyeyê ne em dibînin ku bûne musliman. Sîpkî bî piranî li Agirî, Qers, Îdir, Erzerom, Wan û
Mûşê dijîn.
Sîmayên ku baştir tên zanîn yên Sîpkîyan Mele Resûlê Sîpkî ye ku di sala 1827an de wefat kirîye, yek ji
Serokên Alayên Hemîdîyeyê Evdilmecîd Beg û kurê wî Xalis Begê Sîpkî (Halis Öztürk) ye.
Halis Öztürk, di dîroka Kurda de şexsîyetek bireng e. Tev li serhildana Agirîyê dibe. Piştî ku serhildan
têk diçe, bi derketina efûyê re dizvire tê welat. Di Partîya Demokrat de dibe wekil. Piştî Derbeya 27ê
Gulana 1960î sirgûnê Yassiadayê dibe li wê derê tê darizandin, 10 sal ceza dixwe. Halis Öztürk, di 24ê
Îlona 1977an de wefat dike.
Bavê Cerdoyê Esed, ji bo ku ji zordestî û zextên Dewleta Osmanî ya li ser Êzdîya rizgar bibe ji Qersê
direve tê Ermenîstanê, li gundê Sabuncî ku girêdayî nehîyeya Talîn e cîwar dibe. Cerdo, 2 Gulana
1929an de li vî gundî çevên xwe ji jîyanê re vedike.
Dibistana yekemîn û navîn li Ermenîstanê diqedîne. Ji ber sedemên civakî û aborî maltaba wî koçî
Tiflisa Gurcîstanê dike. Ji ber ku xwîngerm û jêhatî bûye di demek kurt de ji alî derûdorên xwe ve
gelek tê hezkirin.
Di sala 1943an de helbesta xwe ya yekemîn dinvîse. Meraqa xwe ya li ser wêje û şano di sala 1946an
de gava ku diçe Enstitûya Perwerdayî ya Haçatûr Abovyan de zêde dibe. Di sala 1950an de Enstitûyê
diqedîne.
Enstitûya Perwerdayî ya Haçatûr Abovyan him ji bo wî him jî ji bo Kurda gelek bi wate ye. Bi vebûna
vê enstitûyê ve gelek Kurd li vir perwerde dibin, bi salan hizmeta edebîyat û civata Kurda dikin.
Haçatûr Abovyan, di navbera salên 1809 û 1848an de jîyaye. Abovyan perwerdekar û nivîskar e ku li
Ûristanê damezrînerê Xebatên Kurd û wêjeya nûjen ya Ermenîya ne. Li ser Kurdên Êzdî û folklora
Kurd û ziman gelek xebatên xwe hene.

Cerdoyê Esed ne tenê şaîr e. Ji ber ku hezî û meraqa xwe li ser heye xebatên şanoyî kirîye. Li
Gurcîstanê, di bin baskê Komeleya Komînîstên Civan ya Tîflîsê de, di Civata bi Kurdên Civan re Xebat
(1975) de ku Keremê Anqosî yek ji rêvebirê wê civatê bûye dixebite. Di vê warî de xebat û hizmetên
gelek girîng dike.
Cerdo di heman demê de di Radyoya Rewanê û di Radyoya Tîflîsê de di beşa Kurdî de dixebite, li ser
kilam, destan, çîrok û dengbêjên Kurdî bernameyan amade dike.
Pirtûka.Cerdo ya yekemîn “Helbest û Poem” e. Pirtûk li ser jîyana zor û zehmet ya Kurda ne û bi
zimanek epîk hatîye nivîsê. “Helbest û Poem” di sala 1959an de li Rewanê weşîyaye. Pirtûka duyemîn
“Ser Rêya Emir” e ku di sala 1996an de disa li Rewanê digihîje xwendevanên xwe.
Ji bo ku Wêjeya Kurdî pêşve here hin berhemên biyanî werdigerîne Kurdî. Yek ji wan berhema
Hovhannes Şîraz, Bîblîyakan ji Ermenkî, ji bo civanên Kurd werdigerîne Kurdî.
Di sala 1974an de nivîsên xwe yên bi çîrok û helbestan ve pêkhatîye berhev dike û bi navê Sewta Dil
diweşîne. Dîsa nivîsên xwe yên ku bi destan û efsaneyan ve pêkhatîye bi navê Bilûr bi Ermenkî li
Rewanê diweşîne.
Di sala 1978an de pirtûkek din bi navê “Ez Ji Te Bawer Dikim Evd” bi zimanê Gurckî diweşe û eleqeyek
mezin dibîne.
Di sala 2005an de dîsa li Gurcîstanê bi pêşberî û organîzeya Radyoya Ronkayî, bi taybetî bi alîkarîya
Bella Stûrkî ve “Qelîbotkêt Kurdî” diweşe.
“Wergirê Postê Piling” ku berhema Şota Rûstavelî yê şaîrê sedsala 12a ne û afirderê zimanê Gurcî ye
werdigerîne Kurdî. Keremê Anqosî, vê berhema bi navûdeng ku bi 1587 çarîna ve pêkhatîye bi destê
Mala Qafqasa Tîflîsê di sala 2007an de diweşîne.
Cerdoyê Esed, endamê Yekitîya Nivîskarên Sovyeta ne. Di 26ê Îlona 1993an de jîyana xwe ji dest
dide. Helbestên wî bi zimanê Ermenkî, Gurckî, Ecemkî, Ûriskî û bi Kurdî diweşe.

Nivîs: Occo Mahabad ( ji malpera occomahabad wordpress)
Werger ji Tirkî: Zerdûştxale

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext