Çarşema Sor, cejna Êzdîyan ya herî naskirî ye ku her sal, di yekemîn çarşema meha
nîsanê ya li gorî salnama kevin de tê pîrozkirin e. Li gorî baweriya Êzdîyan, Xwedayê
alemîn her sal melekekî rê dike rûyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav însanan ji holê
rake û başî di nav însanan de belav bibe.
Cejna Çarşema Sor cejna herî mezinê baweriya û civaka Êzdîya ye. Ev cejin her sal
di roja çarşema yekemîn ya meha nîsanê tê pîroz kirin. Li gorî Baweriya Êzdî, Xwedê
dema ku cîhanê diafirîne ev afirandin 365 roj dewam dike û çarşema pêşîn ya meha
nîsanê temam dibe. Di vê cejinê de civaka Êzidî hêka dikelînin û renge reng dikin.
Hêk temsîla nû avakirina gerdûnê ye. Di aliyê zanistî de jî dibêjin ku dunya yan jî
gerdûn piştî teqîna mezin ku bi zimanê Ingilîzî dibêjinê “Big Bang” pêk tê û gerdûn
hatiye avakirin.
Civaka Êzidî bi hezar salan e ku vê cejinê pîroz dikin. Wateya kelandina hêkê ew e
ku dema hêj dikele awayî gerdûnê vedigire. Wek tê zanîn di nav hêkê de şeklê rojê jî
heye, ew jî zerka hêkê ye. Serê sibeha cejinê her kes zû ji xew radibe û berê xwe
dide rojê ji bo hemû dunyayê ibadet dike. Paşê ji bo mêhvana serbir tê serjêkirin û
şîrnahî tê belavkirin û hêk bi hemû rengan tên rengkitin ji ber ku dema gerdûn hat
avakirin her der bi gulên renge reng hat xemlandin.
Serê sibê her kes berê xwe dide çolê kulîlkên sor berhev dike û dibe mal di gel
qalikên hêka bi deriyê malê ve dikin. Wateya vê yekê jî, ji bo ku ji her êrîşê bên
parastin. Her wiha di roja cejinê de qalikên hêkê her kes dibe nav dexil û danê xwe ji
bo ku Xwedê bereket bavêje nav. Serê sibê yên ku miriyê wan yên nû jiyana xwe ji
destdane hene diçin ber mezagehên xwe yên pîroz û serdana miriyên xwe dikin. Her
wisa xwarinê dibin li wir belav dikin. Di roja cejinê de nabê kes biçe ser karê xwe.
Jixwe di meha nîsanê de zewacjî qedexe ye. Sedema qedexekirina zewaxê ji bo
rêzgirtina meha nîsanê ye.
Gelek cejinên Êzdîyan hene. Her yek ji wan xwedîyên wateyên xwe yên taybetin. Lê
tim cejn bi xwezayê ve girêdayîye. Wek mînak. Êzidî di meha 12an ji her sal sê rojan
xwarin naxwin yan jî bi rojî digrin. Ev her sê rojî dikevin sê rojên herî kurt yên salê.
Cimaeta Êzdîyan van her sê rojiyan digre ji ber ku hingî diçe roj kurt dibe û şev dirêj
dibe. Piştî rojîyê dibe cejin. Serbir tên serjêkirin û şirnahî tên belavkirin. Piştî zivistanê
dema demsal diguhure havînê jî dîsa di cimaeta Êzdîya hatina havînê wek cejn pîroz
dikin. Her wiha rêza xwe pêşkeşî salê dikin.
Wek tê xûyan eyd û erefatên Êzdîyan bi xwezayê re xurte xurt girêdayîye.
Çavkanî
Wîkîpedîa

















