Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket

Li bajarê Qamişlo bijîşkê diranan û zimanzanê Kurd Diyaa Receb îsal şeş pirtûk
derbarê Zimanê Kurdî belav kirine.
Diyaa Receb ku di heman demê de bijîşkê dranan e, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re
behsa van berjeman dike ku, mebesta wî ji van berhemên ku îsal 2022yan hatine
çapkirin û belavkirin, dewlemendkirina pirtûkxaneya Kurdî ye.
Zimanzan û bijîşkê diranan Diyaa Receb dibêje “Bi rastî mebesta min ji wan pirtûkan
ew bû ku ez berhemên zanistî ji pirtûkxaneya Kurdî re pêşkêş bikim. Berhema min a
yekemîn Ferhenga Bijîşkî ya Kurdî ye, 1000 rûpel e, 15 hezar zaravayên bijîşkî yên
Kurdî di xwe de hildigre. Bi sê zimanan e Îngilîzî, Erebî û Kurdî ye. Min ew li ser 2
tîpan rêz kiriye Îngilîzî, Erebî, Kurdî û Erebî Îngilîzî Kurdî.”
Tewerê sereke di berhemên bijîşk û zimanzan Diya Receb de, Zimanê Kurdî ye, ku tê
de dilsoziya wî ji vî zimanî re tê nîşandan û rengvedana ezmna wî jî tê de tê
diyarkirin.
Diyaa Receb got jî “Berhema min ya duyem Peyvên Kurdî yên Erebkirî ye. Ev pirtûk
500 rûpel e. bi kêmasî 1600 peyvên Erebîkirî ji zimanê Kurdî di xwe de hildigre. Çima
min ev pirtûk çêkir? Min xwest bi rastî di gelek ferhengên Erebî de peyvên ji Kurdî
hatine Erebîkirin hene. Ji bo wilo min ev pirtûka hanê danî.”
Berhemên wî yên din ji pirtûkên çapkirî:
-Zaravesazî di Zimanê Kurdî de, tê de awayê dariştina têrman di Zimanê Kurdî de
dide nasîn.
-Ar di Zimanê Kurdî de, ango agir di Zimanê Kurdî de, di warê îtîmologyayê de ye, tê
de bingeh û reseniya peyvên Kurdî ku ji peyva Ar dirust bûne, nîşan dide.
-Têrmên Bîrkariyê di Zimanê Kurdî de, bi hersê zimanên Îngilîzî, Erebî û Kurdî ye.
-Peyvên Hevbeş di navbera herdu zimanên Kurdî û Somerî de.
Derbarê van şeş berhemên çapkirî yê zimanzan Diyaa Receb, berhema wî ya heftem,
ew jî li gorî gotina wî ramaknasî ango etîmolojî ye, ku hêj kar li ser dike.
Çavkanî: rupelanu

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dilvîn Filîtê Xelatek Giranbiha Stand

    Keça Kurd a 15 salî ya ji Qazaxistanê Dilvîn Filîtê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist. Wergirtina xelatên bi prestîj ên Dilvîn Filîtê yên di pêşbirkên navneteweyî…

    Zêdetir
    Miss Germany Keçikek Kurd e

    Keça Kurd Dua Farisa ku bi eslê xwe ji Qamişloya Rojavayê ye, wekî Şaciwana Almanyayê (Miss Germany) ya sala 2026an hat hilbijartin. Ev cara yekem e di dîrokê de ku…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext