Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî

Derhênerê Kurd Mihemed Arslan jîyana Jîna Emînî yê ku ji alîyê polêsên Îranê ve hatibû kuştinê
dikşîne ser perdeya spî.
Derhênerê Dîyarbekirî Mihemed Arslan navê fîlma ku wê jîyana Jîna Emînî vebêje “Jîna” danîye.
Derhêner Arslan wiha dibêje: “Kuştina Jîna Emînî wek alayek li tim dunyayê belav bû, rûdanek gelek
xofdar bû, nedibû ku ez bêdeng bimama. Ji ber vê min biryar da ku ez fîlma wê çêbikim. Hewl didim
ku bigihîjim malbata Jînayê. Fîlm wê li Cizîr û Qoserê were kişandin. Heta salek ezê fîlmê biqedînim û
tev li festîvalên navnetewî bibim.”
Wê di fîlmê de lîstikvanê Hollandî Ron Smoorenburg bileyze ku di dunyayê de bi navûdeng e. Wek tê
zanîn Ron Smoorenburg di fîlma Ez Kê Me (Who I) de ku ya aktöre navdar Jackie Chan e de rol
hildabû.
Ron Smoorenburg ragihandîye ku ji bo wê di fîlmê de bileyze serbilind e. Ron Smoorenburg wiha
gotîye: “Di fîlmê de ezê polêsek vejînim. Her wiha ez wek karekterek nebaş dertêm ber temaşevanan
lê ji bo azadîya xelqekî di projeyek wiha de rol hildan serbilindîye ji bo min. Ji bo ku herkes têbigihîje
rûdanên li dunyayê divê em ji bo dadê û azadîyê tevbigerin. Di dawîyê de yên ku ji bo dadê û azadîyê
şer dikin wê serbikevin.”
Wek tê zanîn Jîna Emînî di 13ê Îlona 2022an de li Tehrana Îranê ji alîyên devrîyeyên İrşatê ku wek
“polêsên exlaqê” tên zanîn hiltê binçav. Jîna Emînî di demajoya binçavîyê de aciz dibe û radikine
nexweşxneyê. Jîna Emînî hê de 22 salîya xwe de, di 16ê Îlona 2022an de li nexweşxanê jîyana xwe ji
dest dide.
Piştî mirina Jîna Emînî li Seqizê ku memlekete wê ye, di 17ê Îlonê e xwepêşandinên bertekî destpê
dike û di demek kurt de wek protestoyên li hember îdareyê belavê tim Îranê dibe. Rûdan û bûyarên
ku bi meha dikşîne dibe sedemên mirina gelek pêşander û ji sedî zêdetir polêsan.
Çavkanî: nûçeyên ajansa
Werger ji Tirkî: Zerdûştxale

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dilvîn Filîtê Xelatek Giranbiha Stand

    Keça Kurd a 15 salî ya ji Qazaxistanê Dilvîn Filîtê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist. Wergirtina xelatên bi prestîj ên Dilvîn Filîtê yên di pêşbirkên navneteweyî…

    Zêdetir
    Miss Germany Keçikek Kurd e

    Keça Kurd Dua Farisa ku bi eslê xwe ji Qamişloya Rojavayê ye, wekî Şaciwana Almanyayê (Miss Germany) ya sala 2026an hat hilbijartin. Ev cara yekem e di dîrokê de ku…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext