Kincê Jina

Her şaristanîyek karekter û şeklê jîyana miletekî afirandîye. Miletên cûda yên ku li ser rûyê
Dunê li kêleka hev dijîn xwedîyên cûdahîyên bingehînin. Ev cûdahî bi gelek pergal û
taybetîyan ve xwe nîşan dide. Yek ji wan jî cihêrengîya cil û bergan e. Her miletek xwedîyê
celebên cihêreng yên lixwekirin, cil û bergan e. Nirxên hêcayîya miletek jî dîsa bi şeklê kinc û
bergan ve xwe daye der.
Cil û kinc pêkerek neteweyî ya çandê ye. Mesela kincê netewî ya jinên Japon kîmono ye, yên
Hîndûyan sarî, yên Skoça kîlt, yên Spanyolan polerras e. Wek van jinên ji Hawaîî’yê fistanek bi
navê MûûMûû, jinên Perûyî jî pêşên qat bi qat li xwe dikin. Her wiha cil û berg taybetî û
cûdahîya welatekî radixe ber çevan.
Heman cûdahî û cihêrengî di kincên jinên Kurmanca de jî heye. Bêguman li her heremê û di
nav her eşîrên cûda de terzên cihêreng hene. Lê emê bi zêdeyî li taybetîyên neteweyî û şeklê
lixwekirina hevpar binhêrin.

Kiras
Di bin fistan de tê xwekirin. Pêşa wê heta gûzeka dirêj dibe. Fistan li ser de tê
xwekirin. Bi giştî rengê xwe spî ye lê ji ber ku tim bi fistan re tê xwekirin gorî
rengê fistan rengên din jî bikartên.

Fistan
Li ser kiras tê xwekirin, jixwe fistan bê kiras nayê xwekirin. Fistan jî dîsa wek kiras heta
gûzekê dirêj dibe. Bi giştî bi pirtîyên qedîfeyan ve çêdibe. Xwedîyê rengê cûrbecûr e.

Dêre
Pêşîya wê heta jêrê vekirîye. Li ser kiras de tê xwekirin. Heta gûzekê dirêj dibe. Di mil de
zendik lêdibe. Li ser de kember tê gerandin.

Mêzer
Pirtîkî li ser dêre de tê girêdan e. Ji kiras û dêre cûda ye. Di bejna dêre de ye, heta gûzekê
dirêj dibe. Li ser kember tê gefandin.

Kofî
Ji kevneşopîya Êzdîyan tê. Bi qumaş ve dorpêç dibe. Li serî tê rûniştandin. Ji bo zêr û zîvên li
ser radikevin bi giştî bi rengên girtî ve çêdibe.

Hêratî
Desmala ku di bin kofî de tê bikaranîne. Heta ser enîyê tê, bi vê awayî enîyê digre.


Laçik
Pirtîkî spî û zirav e. Dora wê de morî lê têne dirûtin yan jî bi nekşên rengdar ve dixemile. Hê
niha jî li gelek hereman û ji alîyên jinên bajarî ve tê bikaranîn.

Zendik
Ji bo ku milê çakêt û îşligan qirêj negre derbasî mila bibe. Bi giştî jinên gundî bikartînin. Bi
taybetî gava ku li quba de nan li tendûrê dixin derbasî milê xwe dikin.

Fistan Photo/ Sayim Harmancı – Ajansa Anadolê

Mezêr Photo/ Rojnemeya Iğdır Doğuş

Kofî Photo/ Ajansa Anadolê

Laçik Photo/ Qirêj Facebook

Zendik1 Photo/ Kahtalılar Mekanı Facebook

Zendik2 Photo/ Malpera Lise Edebiyat

Zendik3 Photo/ Malpera Ekonomi Bülteni

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Xwendineke Semantîk ya “Wey Dil”a Şakiro

Di çanda Kurdî  de “kilam” û “evîn” du têgehên ji hev neqetiyayî ne. Kilam ne tenê behsa   evînê dike; ew evînê diafirîne, diparêze, şirove dike û carna jî dadigeh dike. Wekî ku Dengbêj Zahiro gotîye: “Em Kurd bi evînê nejiyan, me bi evînê li ber xwe da. Kilamên me şahid in ku dilê me her tim bi…

Zêdetir
Sembola Felsefeyê: Dibistana Atînayê 

Jî ber ku meraqa min li ser felsefê heye, kevala “Dibistana Atînayê” zehf bala min dikşîne. Ez dibêm ev keval şahê berhemên dewra Ronesansê ye. Merîv hingî lê dinhêre di…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext